Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê

  • rojane
  • 14:00 15 Mijdar 2025
  • |
img
ENQERE - ÎHD'ê kongreya xwe ya asayî ya 22'yemîn ku wê 2 rojan bidome li dar dixe. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku di kongreyê de axivî, anî ziman ku bi berxwedan û piştgiriyê ew ê pêşî li zext û binpêkirina mafên mirovan bigirin.
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Kongreya xwe ya 22'yemîn a Asayî li Eywana Yilmaz Guney a Şeredariya Çankayayê li dar dixe. Kongre dê du rojan berdewam bike. Kongreyê îro bi axaftinan dest pê kir.
 
Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê yê Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, endam û rêveberên ÎHD'ê û gelek kes tev li kongreyê bûn. Her wiha endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî beşdar bûn. Kongreyê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna mafên mirovan û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
 
Piştre sînevîzyona ku qala têkoşîn û cangoriyên mafên mirovan û têkoşîna ÎHD'ê dikir hat nîşandan.
 
Ewilî Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn axivî. Eren Keskîn bi bîranîna Seyîd Riza û qurbaniyên komkujiya Dêrsimê dest bi axaftina xwe kir û bi lêv kir ku li dijî gelan komkujî pêk hatin û li ser van komkujiyan komarek ava bû. Eren Keskîn destnîşan kir ku di bingeha pirsgirêkên niha diqewimin de jî qîrkirina gelan heye û wiha axivî: “Em di pêvajoyeke nû re derbas dibin. Divê em sedema pirsgirêke rast pênase bikin. Sedema pirsgirêkan Kurdistan e. Kurdistan di nav çar dewletan de hatiyê parçekirin. Em mafdar in. Dewlet naxwaze ev pêvajo civakî bibe û ji bo wê jî dev ji zextên xwe bernade. Divê em jî li her qadê daxwazên xwe bînin ziman.”
 
‘DIVÊ KOMÎSYON HEVDÎTINÊ BI ABDULLAH OCALAN RE BIKE'
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban jî bi lêv kir wan bi sedan hevalên xwe di têkoşîna mafên mirovan de ji dest dane û got: “Ji roja komeleya me ava bûye vir ve li dijî yekperestiyê têkoşiya ye. Ji bo gelên Ermenî, Kurd, Suryanî û hemû gelan têkoşîn da. Pêvajoyek dest pê kiriye. Li Meclîsê komîsyonek hatiye avakirin. Me jî di komîsyonê de got; Divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Ji bo endamên rêxistinê ku çekên xwe şewitandine qanûn bên amadekirin. Ji bo berdana girtiyên siyasî qanûn bên amadekirin. Lê heta niha ev pêk nehatine. Hê jî komîsyon wê biçe Îmraliyê an neçe tê nîqaşkirin.”
 
Piştre jî li ser navê Mirovên Şemiyê/Dayikên Şemiyê Jiyan Tosûn axivî. Jiyan Tosûn bi bîranîna bavê rojnamger Ferhat Tepe, Îshak Tepe ku çend roj berê jiyana xwe ji dest dabû dest bi axaftina xwe kir û got ku ew hemû têkoşerên mafên mirovan bi bîr tîne û piştre jî metna vê hefteyê ya çalakiya Mirovên Şemiyê xwend.
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî axivî û anî ziman ku ÎHD'ê tevî bedelên giranbiha jî bi awayekî xurt li ser pêyan ma û wihaa axivî: “ÎHD'ê weke ku Apê Musa jî dibêje, hem şahid e û hem jî tanixê têkoşîna mafên mirovan e. Niha li Tirkiyeyê em qala pêvajoyeke dikin. Ev pêvajo hê ne pêvajoyeke aştiyeyê lê pêvajoyeke nîqaş û hevdîtinan e. Hemû saziyên sivîl jî weke ÎHDê li qadan têkoşîna aştiyê bidomînin em dikarin vê pêvajoyê derbasî merhaleyeke pêvajoya aştiyê bikin. ÎHDê di vê pêvajoyê de jî wê roleke girîng bigre ser milê xwe. Hê jî hevserokên me yên berê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û girtiyên siyasî nehatine berdan. Têkoşîna me hê jî didome. Di van 40 salan de me dît ku bi berxwedan û piştgiriyê em dikarin pêşî li zextan û binpêkirina mafên mirovan bigirin.”
 
Parlamenterê CH'Pê Okan Konuralp jî peyama ku Ozgur Ozel ji kongreyê şandibû xwend û cangoriyên têkoşîna mafên mirovan bi bîr anî.
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Cigira Hevseroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî diyar kir ku ew di pêvajoyeke girîng de derbas dibin û ev tişt anîn ziman: “Desthilat sepanên xwe yên zext û binpêkirinên mafên mirovan de bi israr e. Em welatekî demokratîk dikarin bi têkoşînê, bi hev re ava bikin.”
 
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ahmet Karagoz jî anî ziman ku ÎHD li dijî zextan û binpêkirina mafên mirovan têdikoşe û xwest ji bo pêvajoyê dewlet tavilê gavan biavêje û heta gav neyên avêtin dê mafên mirovan werin binpêkirin.
 
SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ
 
Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Birdal jî qala girîngiya têkoşîna mafên mirovan kir û got ku ji bo binpêkirinên mafên mirovan û pêkanînên dijhiqûqî bi dawî bibin divê qanûn bên amadekirin û sererastkirinên hiqûqî bên kirin.
 
Piştre jî beşdarên kongreyê bi dorê axivîn û qala têkoşîn û keda ÎHDê kirin û kongreyê li her kesî pîroz kirin.
 
Îro dê axaftin û nîqaş û pêşniyarî bên kirin û sibê jî dê hevserok û rêveberiya nû werin hilbijartin.

Sernavên din

19/11/2025
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaş kirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin
11:03 Temellî: Komîsyon dê ji bo zagona taybet raporê amade bike
11:00 Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
09:57 Li Kerboranê ciwanek hate kuştin
09:57 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
09:31 Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye
09:25 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket
09:23 ‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
09:20 'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'
09:15 Hevberdevkê Platforma Şiyar Be: Tenê bi me ve encam nayê girtin, divê hemû dînamîk xwedî gotin bîn
09:14 Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav
09:05 Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
16/11/2025
16:46 Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir
16:36 Endamên HPG’ê li Stenbolê hatin bibîranîn
16:13 Şîna Yildiz ê YPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:27 TJA’yê li Dîlokê atolyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ li dar xist
14:22 Li Wanê Daristana Rojîn Kabaîşê hate çêkirin
14:16 Li Dêrsimê beriya mitîngê meşeke girseyî hat lidarxistin
14:13 Tê payin ku Paketa Darazê ya 11’an vê hefteyê pêşkeşî Meclisê bê kirin
14:00 Tulay Hatîmogûllari: Ey îktîdar, destên xwe ji Dêrsimê vekişîne
13:53 Demîrtaş: Em ê bi hev re pêşerojeke wekhev û adilane ava bikin
13:49 Ji zaroka 15 salî 3 roj in agahî nayên girtin
13:13 Ji faîlên Şûle Çetê Berk Akand hate berdan
13:11 Ji bo ceyranê zema veşarî: Fatûreya 900 TL dihat dê bibe hezar û 900 TL
12:20 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Ji bo serhildanê em her kesî vedixwînin Taksîmê
11:45 Li Rihayê zarokek bi giranî hate birîndarkirin
11:12 Qeyda ‘sûc’ a AKP’ê ya 23 salan: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin
11:10 Du çîrokên serkeftinê
10:11 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:29 Meteorolojiyê ji bo Colemêrgê, Şirnex û Wanê hişyarî kir
09:19 Xizmê girtî: Rûyê dewletê di girtîgehan de aşkera dibe
09:17 Rexmê rapora 'ji sedî 62 astengdarê zihnî ye' jî Taş nayê berdan
09:15 'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin'
09:06 Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2025'AN
15/11/2025
16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
14:20 Xizmên windayan li pênc bajaran li hev kom bûn
14:00 Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê
13:27 Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez edalet xwestin
12:55 Serwîsa karkeran qelibî: 14 karker birîndar bûn
12:45 Li Dîlovasiyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
12:42 Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk
09:50 'Ji bo tevkariyê li aştiyê bike divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin'
09:27 10 sal in kujerên Selamet Yeşîlmenê nehatine dîtin: Em li benda edaletê ne
09:11 Yek jê 7, yê din 9 salan bi kar anî: Mîna pandemiyeke bêdeng...
09:10 Zivistan barê wan ê aborî giran dike