Du çîrokên serkeftinê

img

AMED - D.E., ya ku xwe ji tiryakkêşiyê xilas kiriye, got: “Ji nêrînên mirovan direviyam. Ez jiyana xwe ji nû ve ava dikim. Ez dizanim ku her sibeh şansek min a nû heye. Paqijmayîn zehmet e, lê mimkun e.”

 
Di salên dawî de tiryakkêşî zêde bûbe jî, hejmara kesên ku ji vê belayê xilas dibin jî ne hindik e. Kesên ku bi piştgiriya navendên ku serî lê dane, pêvajoya başbûnê temam kirine, her kêliya ku bikar neanîne wekî “pêvajoya paqijmayînê” bi nav dikin.
 
Jina ciwan a 21 salî D.E. yek ji van kesan e. D.E., ji ber tengasiyên aborî, di temenek piçûk de ligel 4 xwişk û birayên xwe, ji aliyê malbata xwe ve li saziya parastina zarokan hatiye hiştin. Heta 18 saliya xwe li vir maye û bêyî ku fêr bibe ka jiyana xwe çawa ava bike, mezin bûye. Piştî ku ji saziyê veqetiyaye, li bajarekî wekî karmend dest bi kar kiriye. Her çendî karekî wê yê rêkûpêk û dahatek wê hebûya jî, pirsgirêka cihê mayînê û hestên tenêtî û bêewlehiyê di demeke kurt de wê bêparastin hiştiye.
 
DIZÎ, FIHÛŞ... 
 
Di dema ku dest bi kar kiriye de, hin kesên ku nas kirine, wê bi tiryakê dane naskirin. Tiryakkêşî ya ku bi armanca “ceribandinê” dest pê kiriye, di demek kurt de ji bo wê bûye pêdiviyeke rojane.
 
D.E., ji bo ku bigihîje tiyakê, piştî demekê neçar maye ku diziyê bike. Dema ku dizî jî ji bo peydakirina tiryakê têr nekiriye, neçar maye ku fihûşê bike. Vê rewşê, hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê derûnî ve ew hê bêtir westandiye.
 
'JI NÊRÎNÊN MIROVAN DIREVIYAM' 
 
D.E., ya ku ji ber çirava tiryakkêşiyê demekê bi temamî li kolanan jiyaye, got: “Rojên ku min li kolanan derbas kirin, gelek zehmet bûn. Dîtina cihekî ewle ku şevan lê  bimînim, hema hema ne mimkûn bû. Min hewl dida ku ji nêrînên mirovan birevim û rojê jî li cihên ji çavan dûr bimînim.”
 
D.E. anî ziman ku bi beralîkirinan ve li mala parastina jinan hatiye qebûlkirin û pêvajoya piştî wê wiha vegot: “Li vir cara yekem min xwe ewle hîs kir. Min pispor û komên piştgiriyê nas kirin. Min derfet dît ku çîroka xwe vebêjim.”
 
'HEVRÛBÛNÊ FÊR BÛM'
 
D.E. diyar kir ku pêvajoya tedawiyê bi hêsanî derbas nebûye û derbarê pêvajoya bikaranîna tiryakê de ev tişt got: “Kurmê tiryakê, barê rabirdûyê û valahiya ku ji aliyê hînbûnan ve çêbûbûn, carinan ez paşde dikişandim. Lê her roj, min gavek diavêt. Ez hîn bûm ku li ser lingên xwe bisekinim û bi hestên xwe re hevrû bibim. Pêşî li bajarê ku ez lê bûm, min dest bi tedawiya li nexweşxaneyê kir, piştre min xizmetên piştgiriya derûnî wergirt. Piştî tedawiya nêzî salekê, min dev ji bikaranîna tiryakê berda. Hîn jî tedawiya min didome, êdî li kolanan najîm, li cihekî ewle dimînim.”
 
'HER KES DIKARE SER BIKEVE'
 
D.E. anî ziman ku bi piştgiriya pisporan û xebatkarên xizmetên civakî ve xwişk û birayên xwe jî dîtiye û wiha pê de çû: “Berê tenê min hewl dida ku bijîm. Min bi tirsên xwe, bi tenêtiya xwe û bi tiryakkêşiya xwe re têdikoşiya. Niha jî hêdî hêdî ez jiyana xwe ji nû ve ava dikim. Hîn jî kêliyên ku ez zehmetiyê dikişînim hene, lê êdî ez ne tenê me. Ez dizanim ku her sibeh gava şiyar dibim, şansek min a nû heye. Ez bi serketim, her kes dikare ser bikeve.”
 
Çîroka D.E., nîşan dide ku zehmetiyên di temenekî ciwan de rû didin, çawa dikarin mirovan ber bi tiryakkêşiyê ve bikişînin. Di heman demê de, îsbat dike ku bi piştgirî, tedawî û biryardariya rast, pêkan e ku mirov ji nû ve jiyan û siberoja xwe ava bike.
 
ÇÎROKA F.A'YÊ 
 
F.A. jî xortekî 22 salî ye. Wekî zarokê çaran ê malbateke 7 zarokî jidayik bûye. Malbata wî jiyaneke aborî ya zehmet derbas kiriye, zarok di nav xizaniyê de mezin bûne. Di sala 2015’an de di dema qedexeyên derketina derve yên li Sûrê de, neçar maye ku ligel malbata xwe mala xwe biterikîne. F.A., yê ku di wê demê de hêj zarok bû, ji ber tirs û nediyariya ji ber pêvajoya pevçûnan bandor bûye.
 
Dengên çekan ên ku bihîstiye, avahiyên hilweşandî û metirsiya li derdora wî veguheriye trawmayek bêdeng. Di wî temenî de, bi daxwaza parastina malbata xwe, ji bo ku şevan şiyar bimîne û tirsên xwe veşêre, dest bi bikaranîna tiryakê kiriye. Vê rewşê, di demeke kurt de veguheriye tiryakkêşiyê û nêzî 9 salan di jiyana wî de cih girtiye.
 
Her ku bikaranîna tiryakê zêde bûye, F.A. ji derdora xwe dûr ketiye, xwe vekişandiye û hewl daye ku barê bûyerên ku jiyaye bi tena serê xwe hilgire. Her ku xwestiye bîranînên xwe yên trawmatîk veşêre, ew qas zêdetir ber bi tiryakê ve çûye û her carê hinekî din xwe winda kiriye.
 
Di nava salan de gelek caran bêhêvîtî jiyaye, herwiha intiharê jî fikirîye. Lê piştgiriya diya wî, ji bo wî bûye hêzek. Bi hewldanên diya xwe, biryar daye ku dest bi tedawiyê bike. Di destpêkê de ev pêvajo ji bo wî zehmet bûye; lê roj bi roj, fêr bûye ku barê rabirdûyê sivik bike.
 
F.A., pêşî li bajarê ku lê dijiya, li nexweşxaneyê tedawî bûye, piştre jî bi xizmetên piştgiriya derûnî pêvajoya tedawiyê domandiye. Di dawiya tedawiya dora salekî de, dev ji tiryakê berdaye.
 
Li gorî vegotina wî, ew 6 meh in “paqij” e û tedawiya wî bi rêkûpêk didome. Êdî li hawîrdoreke ewle dijî û dest bi plankirina pêşerojê kiriye:
 
“Dengên şer hîn carinan di guhê min de deng vedidin, lê êdî ez ji wan direvim. Ez fêr kir ku ez nikarim rabiroriye biguherînim, lê dikarim xwe biguherînim. Dema diya min û kesên ku ez ji wan hez dikim li gel min bin, tiştek nemukun nîne. Paqijmayîn zehmet e, lê mumkun e. Ez her roj ji bo min destpêk e.”
 
Sibe: Xebat û pêşniyarên çareseriyê yên Platforma Şiyar Be.
 
MA / Azad Altay - Bêrîvan Altan

Sernavên din

19/11/2025
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaş kirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin
11:03 Temellî: Komîsyon dê ji bo zagona taybet raporê amade bike
11:00 Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
09:57 Li Kerboranê ciwanek hate kuştin
09:57 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
09:31 Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye
09:25 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket
09:23 ‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
09:20 'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'
09:15 Hevberdevkê Platforma Şiyar Be: Tenê bi me ve encam nayê girtin, divê hemû dînamîk xwedî gotin bîn
09:14 Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav
09:05 Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
16/11/2025
16:46 Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir
16:36 Endamên HPG’ê li Stenbolê hatin bibîranîn
16:13 Şîna Yildiz ê YPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:27 TJA’yê li Dîlokê atolyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ li dar xist
14:22 Li Wanê Daristana Rojîn Kabaîşê hate çêkirin
14:16 Li Dêrsimê beriya mitîngê meşeke girseyî hat lidarxistin
14:13 Tê payin ku Paketa Darazê ya 11’an vê hefteyê pêşkeşî Meclisê bê kirin
14:00 Tulay Hatîmogûllari: Ey îktîdar, destên xwe ji Dêrsimê vekişîne
13:53 Demîrtaş: Em ê bi hev re pêşerojeke wekhev û adilane ava bikin
13:49 Ji zaroka 15 salî 3 roj in agahî nayên girtin
13:13 Ji faîlên Şûle Çetê Berk Akand hate berdan
13:11 Ji bo ceyranê zema veşarî: Fatûreya 900 TL dihat dê bibe hezar û 900 TL
12:20 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Ji bo serhildanê em her kesî vedixwînin Taksîmê
11:45 Li Rihayê zarokek bi giranî hate birîndarkirin
11:12 Qeyda ‘sûc’ a AKP’ê ya 23 salan: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin
11:10 Du çîrokên serkeftinê
10:11 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:29 Meteorolojiyê ji bo Colemêrgê, Şirnex û Wanê hişyarî kir
09:19 Xizmê girtî: Rûyê dewletê di girtîgehan de aşkera dibe
09:17 Rexmê rapora 'ji sedî 62 astengdarê zihnî ye' jî Taş nayê berdan
09:15 'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin'
09:06 Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2025'AN
15/11/2025
16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
14:20 Xizmên windayan li pênc bajaran li hev kom bûn
14:00 Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê
13:27 Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez edalet xwestin
12:55 Serwîsa karkeran qelibî: 14 karker birîndar bûn
12:45 Li Dîlovasiyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
12:42 Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk
09:50 'Ji bo tevkariyê li aştiyê bike divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin'
09:27 10 sal in kujerên Selamet Yeşîlmenê nehatine dîtin: Em li benda edaletê ne
09:11 Yek jê 7, yê din 9 salan bi kar anî: Mîna pandemiyeke bêdeng...
09:10 Zivistan barê wan ê aborî giran dike