Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin

  • jin
  • 15:15 17 Mijdar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - MED TUHAD-FED û TUAY-DER’ê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li gelek bajaran daxuyanî da û xwestin ku her kes bibe dengê girtiyên jin. 

Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, têkildarî binpêkirinên li dijî girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî da. 
 
AMED
 
Daxuyaniya li Amedê li pêşiya edliyeyê hate dayin. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin û wêneyên jinên bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Her wiha beşdaran pankarta “Azadiya jinan avakirina civaka demokratîk e” û dovîzên “Jin li ber xwe didin, dengê wan dîwaran derbas dikin”, “Jinên girtî li ber xwe didin” û “Di 25’ê Mijdarê de em bi jinên girtî re ne” hatin hilgirtin. 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn axivî û da zanîn ku jin li dijî zextan têkoşîneke bênavber didin. Pinar Sakik Tekînê anî ziman ku tevî pêvajoyê jî binpêkirinên li dijî girtiyan didomin, jin dev ji berxwedanê bernadin û got: “Her ku em hêviyê mezin dikin dê navê van xakan bibe aştî.” 
 
LI GIRTÎGEHAN POLÎTÎKAYÊN SÎSTEMATÎK 
 
Hevseroka TUAY-DER’ê Yeter Erel Tuma jî metna hevpar xwend. Metna hevpar wiha ye: 
“Dema ku em ber bi 25’ê Adarê ve diçin, tekoşîna li dijî neyeksaniyê, kedxwariyê û tundiya li hemberî jinan wateyeke wê ya dîrokî careke din derdikeve pêşberî me û disekine.  Piştî berxwedana Xwîşkên Mîrabelî 25’ê Mijdarê ji bo hemû jinan, bes ne ji bo ku êşên wan ên paşerojê bibîrbînin, îro jî bûye navê parastina aştî, dadî û jiyanê.   
 
Îro jî em vê daxuyaniyê li gorî rihê 25’ê Mijdarê ji bo mezinkirina alîkarî û bîranîna berxwedana birûmet a ku jin li her qadê didine ye. Pêkutiya li hemberî jinê, sînoran nas nake; dîwarên malan, kolanan, kargehan derbas dike û digihêje heta dîwarên zindanan. Bi taybetî jinên Kurd ên dîlgirtî hem ji ber nasnameya polîtîk, hem jî ji ber ku jin in bi îhlalkirinên mafan ên giran re rû bi rû ne. Kesên ku cezayên wan qediyane û nehatine berdan, ên mafê wan ên tenduristiyê hatine xespkirin, çîrokên jinên ji jiyana civakî û têkiliyan ve qut bûne, di pergala edaleta vî welatî de birîneke kûr îşaret dike. Binpêkirinên li girtîgehan ne takekesî ne, encama polîtîkayeke sîstematîk derdikeve pêşberî me. 
 
GARÎBE GEZER, AYSEL TÛGLÛK
 
Mînaka herî balkêş a vê polîtîkayê Garîbe Gezer a di sala 2021’ê de wefat kiribû, ku di Girtîgeha Kandirayê de rastî tundiyek sîstematîk û destdirêjiyê hatibû ye.               Tiştên ku Garîbeyê jiya bû, di girtîgehan de tundiya li hemberî jinan, çi qasî kûr û nepen tê meşandin, bi awayekî jandar derxistiye pêşberî me.                                                  
 
Dîsa di dema borî serdemê cuda de çîrokên jinên ku canê xwe dane ya jî rastî îhlalên giran hatine hene. Kesên gelek salan di şert û mercên dîlgirtî de tekoşîn dane û îro jî bi pirsgirêkên tenduristî ve jiyana xwe berdewam dike Aysel Tûglûk û gelek hevalên wê jinên siyasî, berdewamiya vê tabloyê li ber çavan radixe. Ev hemû jin, ne tenê mexdûriyetê, di heman demê de bîra berxwedaniyek birûmet ji me re mirat maye.
 
Koka vê berxwedaniyê pir kûr e. Di dîwarên zindanan de neketin qeydan lê ti carî rûmeta wan a nayê jibîrkirin mezin bû. Berxwedaniya bêhempa ya Sakîne Cansizê ya li Zindana Amedê, wêrekiya Leyla Qasimê ya li ber sêdarê, hîna jî sekna bibiryar a bêdeng wekî Maqbûle Ozbek, Besê Anûş û yên wekî wan olan dide. Gîtara ku ji deste Nûdem Dûrakê hatibû girtin, ji kesên ku xwestibûn denge jinan bitemirîne, wergeriya awaya azadiyê. Her yek ji wan ji me re ev mirata hişt; li ku derê dibe bila bibe, berxwedaniya jinê parastina jiyanê ye.
 
LI GIRTÎGEHÊN ÎRANÊ QÎRÎNA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ 
 
Îro li Îranê jî jin di hedefa heman polîtîkayên zext û tundiyê de ne. Wekî mînaka Jîna Emînî vîn û bedena jinê hîna jî di bin zextên dewletê de xuya dibe. Di zindanên Îranê de bi hezaran jin, bes ji bo nasnama xwe û daxwazên azadiyê girtî ne. Di nav wan de jinên wekî Pexşan Ezîzî, Zeyneb Celaliyan, Atena Daemî û Spîdeh Reşo di bin şertên îşkenceya giran de têne ragirtin. Hinek ji wan gefa darvekirinê lê tê xwarin, hin ji wan di binê siya van gefan de canê xwe dane.                                                                    
 
Dixwazin dengê jinan bitemirînin, lê ev zext tirsê nîne, werdigere berxwedaniyê.             Li Îranê jinên ber bi sêdara îdamê ve dibin, temsîliyeta rûyê herî tehl ê zexta li ser bedena jinê ye. Lê ruxmî van hemû zextan jî, jinên Îranî bi qîrîna ‘Jin, jiyan, azadî’ bûn remza tekoşîna jinên hevpar a ku sînor derbas kiriye. 
 
QETILKIRIN Û WINDAKIRIN
 
Tekoşîna jinan ne li girtîgehan, li kolanan, li malan û li her qadên jiyana civakî de di binê zextan de ye. Çîrokên jinan ên wekî Rojîn Kabaîş, Gulistan Dokû û Narîn Gezerê, li vê erdnîgariyê ji ber ku jin in çawa bi awayekî sîstematîk dikin hedef şanî me dide. Nedîtina kiryaran an jî parastina wan, berdewamiya zextên siyasî ya li ser jinan bi awayekî vekirî derdixîne pêşberî me. Pratîka van kuştin û windakirinan, tekoşîna jinan îro jî di navbera jiyan û mirinê de çawa wekî xeteke zirav de diçe dîsa tîne bîra me.
 
BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
 
Tam jî bi vê sedemê, banga çareseriya demoqratîk û aştiyê ya ku Abdullah Ocalan di 27’ê sibatê de, lezgînî û wateya tekoşîna ku jin didin kûr dike. Heta polîtîkayên şer ên ji ber zextan dertên berdewam bike, jin dê hem li girtîgehan, hem lî li kolanan dê bibin hedef. Aştiya civakî û azadiya jinan bi vê banga ‘perspektîfa çareseriya demoqratîk’ ve rasterast girêdayî ye. 
 
Wekî jinan, em dizanin ku; bi dawîbûna tecrîdê, pêvajoyek vekirina rêyên çareserî û diyalogê, tê wateya ji kokê hejandina zextên li hemberî jinan e. Em îro yên ku ji mîrata vê berxwedaniyê hêzê digirin, dîsa bang dikin; hemû cureyên zextên li ser jinan nemînin û jin jiyaneke bi azad bijîn pêkan e. Ev jiyan tenê bi wekheviyê, edaletê û demokrasiya xwe dispêre Civaka Demokratîk pêkan e.  Em wekî jin dizanin ku cîhanek bi aştî, azadî û bêtundî pêkan e. Û heta ku em vê jiyanê bi Civaka Demokratîk re ava bikin, wê tokoşîna me berdewam be. Jin, jiyan, azadî.” 
 
Daxuyanî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
TUAY-DER a Êlihê û TJA’yê bi heman boneyê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya jinan avakirina civaka demokratik e” hate hilgiritn. Metna hevpar ji hêla Hevberdevka TUAY-DER a Êlihê Nûriye Başçi ve hate xwendin. 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û " Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.
 
 
SÊRT
 
Li Sêrtê jî bi pêşengtiya nûnertiya TUAY-DER’ê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya jinan avakirina civaka demokratîk e” hate hilgirtin. Metna hevpar ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Revşan Arslan ve hate xwendin. 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
 
 
MÊRSÎN
 
Bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER’ê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeya Akdenîzê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya jinan avakirina civaka demokratîk e” hate hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
Metna hevpar ji hêla Hevseroka Çukurova TUAY-DER’ê Adalet Kuran xwend. Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakiya rûniştinê, bi dirûşm û stranan bi dawî bû.
 
 
COLEMÊRG
 
Colemêrg TUHAY-DER’ê jî li navenda navçeya Geverê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya jinê avakirina civaka demokratîk e” hate hilgirtin. Metna hevpar ji hêla Hevseroka Colemêrg TUHAY-DER’ê Pinar Yilmaz ve hate xwendin. 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
 
 
WAN
 
Wan TUHAY-DER’ê jî li Kolana Hunerê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna hevpar ji hêla Hevseroka Wan TUHAY-DER’ê Rengîn Karaduman ve hate xwendin.
 
 

Sernavên din

22/11/2025
21:00 Tirkiyeyê li cotkarên Kobanê gule barand
19:16 Halîde Turkoglu: Divê jin israra xwe ya ji bo aştiyê bidomînin
16:19 Şevket Epozdemîr li ser gora xwe hat bibîranîn
15:34 Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
15:05 Ji bo jinên hatin qetilkirin û windakirin edalet xwestin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn
13:53 Bi girseyî serdana şîna Bozkurt û Akgulê hat kirin
13:48 Koma Yenî Yolê dê daxilî şandeya ku biçe Îmraliyê nebe
13:15 Abdullah Ocalan: Jinûve avakirina hiqûqê pêdiviyeke jêneger e
13:00 Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê
12:46 Şaredariya Mezin a Amedê 'Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê' qebûl kir
11:24 Rojnameyan biryara komîsyonê ya çûna Îmraliyê çawa dîtin?
10:58 Ji Mazlûm Ebdî ji bo MA'yê nirxandinên girîng
10:50 Dê di serdana Îmraliyê de kîjan mijar bên nîqaşkirin?
10:03 'Divê di pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş bên berdan'
09:44 'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'
09:28 KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe
09:20 Tevî gelek delîlan jî di doza îstismakirina zarokan de îdianame nehatiye amadekirin!
09:13 Li Wanê li dijî tiryakê xeta têkoşîna hevpar tê avakirin
09:06 Li Belenê agir bi avahiya 7 qatî ket: 2 kes mirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN
21/11/2025
20:28 Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin
19:11 Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê
18:35 DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî
18:13 Li dijî biryara CHP'ê bertek
17:08 Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
16:42 Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan
16:37 Di komîsyonê de dengdana serdana Îmraliyê dest pê kir
16:36 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd van dinivîse
Ahmet Şik: Divê biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê
16:17 Aydin: Biryara CHP’ê dê ji bo wê û demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke
16:10 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
16:00 Faîlê ku xwest jinekî qetil bike hat girtin
15:59 CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin
14:31 Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya
14:28 Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê
14:02 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyan re civiya
13:59 Yildiz: Li ser navê MHP’ê ez ê biçim Îmraliyê
13:45 Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin
13:43 Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin
13:27 Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
12:51 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
12:08 Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
11:46 Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene
10:43 Ugur Kaymaz û bavê wî 21 sal berê hatin qetilkirin: Ji bo edaletê divê mekanîzmayên nû bên afirandin
09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike
09:28 Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêdivî bi 'yekitiya têkoşînê' heye
09:21 3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne
09:17 Çetîn Lodî: Divê nivîskar daxwaza ji bo aştiyê bilind bikin
09:14 Pêkanîna lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne
09:09 Rêxistinên jinan: Aştiyeke bêyî jinan dê kêm be
09:08 Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin
09:03 Bendava ku hat gotin 'dixebite' piştî 6 salan hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2025'AN
20/11/2025
21:02 Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê
20:56 Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide
11:01 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:45 Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir
10:36 ‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bên kirin’
10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin