Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku Bahçelî, bi daxuyaniya xwe ya têkildarî çûna Îmraliyê wêrektiya berpirsyariyeke dîrokî nîşan daye û got: “Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di civîna heftane ya koma partiya xwe de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan, bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û serdana Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ahmet El Şara a DYA’yê. Bakirhan, bi bîr xist ku piştî serdanê mueyîdeyên Sezar hatine rakirin û xelkê herêmê pê keyfxweş bûye. Bakirhan, got: “Ev yek di heman demê de ji bo Sûriyeyê firsendek e. Lê pirsgirêkeke krîtîk heye. Gelo dê rêveberiya Sûriyeyê vê firsendê ji bo kê bi kar bîne? Dê çawa bi kar bîne? Dê ji bo komekê yan hemû gel û baweriyên Sûriyeyê bi kar bîne? Divê ev pêvajo berfireh be.” 
 
‘DIVÊ MAFÊN GELAN BÊN MISOGERKIRIN’ 
 
Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku pêdivî bi pêvajoyeke ku mafên Kurdan, Durziyan, Elewiyan, EReban, Tirkmenan, Çerkesan û Suryanan misoger dike heye û wiha pê de çû: “Ji bo aştî û pêşeroja demokratîk a Sûriyeyê hêj rêyeke dirêj heye. Ji ber ku em behsa welatekî wêranbûyî dikin. Girîng e ku di vê rêya zehmet de aştî, îstîqrar û nirxên demokratîk gav bi gav bên hûnandin. Ev yek pirsgirêkeke hevpar a rêveberiya li wir û hêzên derveyî rêveberiyê ne. Di vir de roleke girîng dikeve ser milê Tirkiyeyê jî.” 
 
‘DIKARE BI ROLEKÎ ÇÊKER RABE’
 
Bakirhan, bi lêv kir ku Tirkiye dikare bi rolekî çêker rabe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêyî cihêkariyê bike, dikare piştgiriyê bide xwişk-biratiya gelên Sûriyeyê. Dikare ji bo veguherîneke demokratîk bibe alîkar. Em girîngiyê didin rola Tirkiyeyê ya di Sûriyeyê de. Lê divê rast bi kar bîne. Jiyaneke nû ya li Sûriyeyê, bi komara demokratîk a Sûriyeyê pêkan e ku hemû gel û bawerî wekhev bijîn.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ LIJNEYÊN ÎDARE Û ÇAVDÊRIYÊ DA 
 
Bakirhan, bi domdarî bal kişand ser biryara DMME’yê ya ji bo siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş û got ku divê biryar tavilê bên cîbicikirin. Bakirhan, bertek nîşanî biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê da û da zanîn ku bi hincetên weke “Te zêde pirtûk xwendine” tehliyeyên girtiyan tên astengkirin. 
 
BUDÇEYA RÊVEBERIYA NAVENDÎ
 
Di berdewamê de Bakirhan da zanîn ku niha li ser Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2026’an li Meclisê hevdîtin tên kirin û got: “Di esasê xwe de sedema ku gel nikare debara xwe bike, ev budçe ye. Binêrin, di budçeya 2026’an de ji bo faîzê 2 trîlyon û 742 milyar lirê, ji bo parastinê 2 trîlyon û 155 milyar lîre veqetandin. Anku faîz pêşiya parastinê tê. Ji bo lêçûnên bacê 3 trîlyon û 597 milyar lîre hatine veqetandin, sedema em nikarin debara xwe bikin jî ev e. Nîviya budçeyê ji bo sê beşan diçe. Ji bo komekê diçe. Çavkanî ji bo lobî, alîgirên îktîdarê diçin û bi milyonan mirov tî û birçî tên hiştin. Hema hema 20 milyon kes li Tirkiyeyê pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Werin em bibêjin ‘em faîzê nadin lobiyên faîzê.’ Werin em nîviya pereyê ji bo faîzê bidin 20 milyon welatiyan. Nîviya din jî ji bo teqawidan bi rêk û pêk 71 hezar û 500 lîreyan çavkaniyê veqetînin. 
 
DIVÊ MÛÇEYÊ TEQAWIDAN 46 HEZAR LÎRE BE 
 
Di hevdîtinên budçeyê de me pêşnûmeyek da. Me got ku bila mûçeyê teqawidan ê herî kêm bila nîviya sînorê xizaniyê anku 46 hezar lîre be. Salê du caran jî li gorî rêjeya enflasyonê bila bê zêdekirin. Lê ev ji bo selefxurên Longondê dixebitin. Girîngiyê didin wan, nadin gelên me. 
 
HEKE HIQÛQ NEBE DÊ BÊBAWERÎ BELAV BIBE
 
Ji 1’ê Cotmeha 2024’an ve em hewl didin ber bi aştiyê ve biçin ku bi sala ye bi hesreta wê dijîn. Divê zagona serdema veguhêz a yekemîn bên derxistin û entegrasyona demokratîk çêbibe. Her aştiyeke mayinde, li ser zemîna hiqûqê ava bûye. Divê li vir jî wisa be. Ma aştiyeke bêhiqûq dibe? Mînaka vê li cîhanê nîne. Li cihê çek bêdeng dibin lê li ser hiqûqê nayê axaftin, nediyarî mezin dibe. Bêbawerî belav dibe. Siyaset biçûk dibe. Lewma divê pêvajo bi Zagona Serdema Veguhêz were misogerkirin. Zagonên entegrasyona demokratîk dê ji hemû reng, deng û baweriyên welat re cih ava bike. Divê zagon tavilê bên derxistin. Em dibêjin ku aştiya Tirkiyeyê bi kevirên hiqûqê ava bikin. 
 
ZAGON TUNE PÎVAN TUNE
 
Ya din jî divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin û girtiyên nexweş bên berdan. Ev lijneye, zilmê li girtiyan dikin. Weke îktîdara veşarî tevdigere. Girtiyên cezayê wan xelas bûye, bi hinceta başhaliyê mehkûmê dîlîtiyê dikin. Zagon tune ne, pîvan tune ne. 
 
HEWCEYE TMK WERE RAKIRIN
 
Divêt ku qanûna înfazê ya TCK û CMK’ê biguherin. Divê TMK bi temamî ji holê were rakirin. Divê fikr, sûc nebe, çapemenî azad be û azadiya xweîfadekirinê were misogerkirin. Mirov ditirsin fikra xwe bibêjin. Ev, şerma îktîdarê ye. Hewceye di cezayê de edalet, di înfazê de wekhevî hebe. Ji bilî sûcên wijdana civakê diêşînin, tevahiya girtîgehan bên valakirin. Divê reforma darazê bê kirin û ji bo her kesî edalet bê cîbicîkirin. 
 
DIVÊ BIRYAREKE WÊREK BIDE 
 
Îro civîna komîsyonê heye. Ji ber ku em hewl didin pirsgirêkeke sed sal in didome çareser bikin, divê em hin rexneyan jî ragirin. Ji ber ku dema aştî çêbû dê 86 milyon mirov duayan bikin. Komîsyon beriya ku bi demê re vehêle, ji bo çûna Îmraliyê divê demildest biryareke wêrek bide. Divê zagona veguhêz bê zelalkirin, zagonên azadiyê bên pênasekirin û komîsyonên îhtîsasê bikevin nava tevgerê. Di wê baweriyê de me ku komîsyon dikare vê bike. Ji ber ku li aliyê rast ê dîrokê disekine. Ev berpirsyartiya dîrokî li ser milê komîsyonê ye. 
 
BERPIRSYARTIYEKE DÎROKÎ YE
 
Birêz Bahçelî demek berê got ku divê komîsyo biçe bi muxatabê esasî bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Ev, gotin girîng û hêjayî pîrozkirinê ne. Got ‘heke komîsyon neçe ez ê biçim.’ Bi vê yekê nîşan da ku cisareta berpirsyariya dîrokî ye. Me her tim got ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogê û li ser maseyê bên çareserkirin. Banga birêz Bahçelî pir girîng e. Ev daxuyaniya li dijî helwesta pêvajoyê vedihêle hatiye dayin, divê tavilê bê cîbicîkirin. Divê komîsyona li Meclisê demildest biçe Îmraliyê. Divê di mijara pênasekirina meseleyeke sed salî û çareseriya wê de micidbûn hebe.”
 

Sernavên din

13:15 Abdullah Ocalan: Jinûve avakirina hiqûqê pêdiviyeke jêneger e
13:00 Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê
12:46 Şaredariya Mezin a Amedê 'Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê' qebûl kir
11:24 Rojnameyan biryara komîsyonê ya çûna Îmraliyê çawa dîtin?
10:58 Ji Mazlûm Ebdî ji bo MA'yê nirxandinên girîng
10:50 Dê di serdana Îmraliyê de kîjan mijar bên nîqaşkirin?
10:03 'Divê di pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş bên berdan'
09:44 'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'
09:28 KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe
09:20 Tevî gelek delîlan jî di doza îstismakirina zarokan de îdianame nehatiye amadekirin!
09:13 Li Wanê li dijî tiryakê xeta têkoşîna hevpar tê avakirin
09:06 Li Belenê agir bi avahiya 7 qatî ket: 2 kes mirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN
21/11/2025
20:28 Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin
19:11 Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê
18:35 DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî
18:13 Li dijî biryara CHP'ê bertek
17:08 Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
16:42 Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan
16:37 Di komîsyonê de dengdana serdana Îmraliyê dest pê kir
16:36 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd van dinivîse
Ahmet Şik: Divê biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê
16:17 Aydin: Biryara CHP’ê dê ji bo wê û demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke
16:10 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
16:00 Faîlê ku xwest jinekî qetil bike hat girtin
15:59 CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin
14:31 Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya
14:28 Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê
14:02 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyan re civiya
13:59 Yildiz: Li ser navê MHP’ê ez ê biçim Îmraliyê
13:45 Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin
13:43 Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin
13:27 Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
12:51 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
12:08 Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
11:46 Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene
10:43 Ugur Kaymaz û bavê wî 21 sal berê hatin qetilkirin: Ji bo edaletê divê mekanîzmayên nû bên afirandin
09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike
09:28 Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêdivî bi 'yekitiya têkoşînê' heye
09:21 3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne
09:17 Çetîn Lodî: Divê nivîskar daxwaza ji bo aştiyê bilind bikin
09:14 Pêkanîna lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne
09:09 Rêxistinên jinan: Aştiyeke bêyî jinan dê kêm be
09:08 Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin
09:03 Bendava ku hat gotin 'dixebite' piştî 6 salan hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2025'AN
20/11/2025
21:02 Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê
20:56 Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide
11:01 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:45 Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir
10:36 ‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bên kirin’
10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'