Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje

  • rojane
  • 09:18 19 Mijdar 2025
  • |
img
WAN -  Serokên bajêr ên Partiya Saadet, Partiya DEVA û CHP’ê, ji bo ku pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk ve hat destpêkirin mayînde be, diyar kirin ku divê tavilê gavên qanûnî bên avêtin.
 
Pêvajoya ku ji bo  pirsgirêka Kurd di zeminê demokratîk de bê çareserkirin bi Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat destpêkirin, bi gavên biryara fesixkirin, bêçekkirin û vekişandina hêzên Tevgera Azadiya Kurd bo “Qadên Parastinê yên Medyayê” yên PKK'ê avêt ve domand. Dewlet û desthilatdarî, ji bilî damezrandina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, hîn gavek şênber neavêtiye. Serokên Saadet, DEVA û CHP’ê yên Wanê mijar nirxandin û diyar kirin ku divê gavên qanûnî bên avêtin û pêvajo bê pêşvebirin.
 
‘DIVÊ JI BO PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ ZEMÎNA QANÛNÎ BÊ AMADEKIRIN’
 
Serokê Partiya Saadetê yê Wanê Ozay Îlhan, diyar kir ku ew ji nêz ve pêvajoyê dişopînin û got: “Bi salan gelek kes li vî welatî, nexasim di temenekî ciwan de, jiyana xwe ji dest dan. Diviyabû êdî mirin bihatana rawestandin. Bendewariya me ya herî mezin ew e ku ev pirsgirêk bi temamî ji holê rabe û ji aliyê civakê ve bê qebûlkirin û tekezkirin. Niha bi pêvajoya nû re, di serî de divê ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê zemîna qanûnî bê amadekirin, ligel wê jî divê herêm bê geşkirin. Divê xalên ku di qanûnên welatê me de pirsgirêk in, bên guhertin. Madem li welêt perwerdehiya bi Îngilîzî heye, divê bi Kurdî jî hebe, ji bo vê jî verastkirina destura bingehîn pêwîst e. Di bingehê pirsgirêkê de edalet heye. Divê her kesê ku pêvajoyê birêve dibe jî jidil be.”
 
‘BAWERIYA BI KOMÎSYONÊ NEMA’
 
Serokê Partiya DEVA'yê yê Wanê arêzer Ahmet Sonmez jî diyar kir ku komîsyona ji bo pêvajoyê hatiye damezrandin, tu bingehek wê ya qanûnî nîne û ev tişt got: “Komîsyon di zemîna hiqûqî de tu bingehek wê nîne. Heke sibê hikumet bibêje ‘ez komîsyonê qebûl nakim’, dikare wê bigire. Ji ber vê yekê em dibêjin divê gav bi lezgînî bên avêti. Li gorî fikra me tayînkirina qeyûman, demokratîkbûn û naskirina mafên hiqûqî deren dixin. Mixabin ji roja damezrandina komîsyonê ve baweriya bi komîsyonê nemaye. Lêbelê, baweriya me ya bi serkeftina komîsyonê tam e. Daxuyaniyên me yên ji roja damezrandina komîsyonê ve ev in, em bihêvî ne, dîsa jî em rêveçûna komîsyonê pîroz dikin.”
 
‘DIVÊ KOMÎSYON LI OCALAN GUHDARÎ BIKE’
 
Sonmez bal kişand ser pêwîstiya guhdarîkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Rêxistinê kongreya xwe ya 12’yan li dar xist û biryara fesixkirinê da. Hemû van qonaxan di çarçoveya pêşniyarên rêzdar Ocalan de pêk hatin, ji ber vê yekê divê Komîsyon li rêzdar Ocalan gudar bike û tiştên ew bibejê girîng in. Lê berî her tiştî, divê rayedarên têkildar ji civakê re bibêjin bila Komîsyon here Îmraliyê an na. MHP ji bo çûyîna Îmraliyê israr dike, lê partiyên siyasî yên ku li dijî vê ne jî hene. AKP li ser vê mijarê hîn gavek şênber neavêtiye. Divê Serokomar xwedî li vê pêvajoyê derkeve û nêrînên xwe yên li ser çûyîn an neçûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê bi awayekî aşkera diyar bike.”
 
‘TIŞTÊ KU JI NIHA Û PÊ DE DIVÊ BÊ KIRIN GAVÊN QANÛNÎ NE’
 
Sonmez diyar kir ku tekane tiştê ku ji pêvajoyê tê hêvîkirin avêtina gavên qanûnî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komîsyon bêçekkirinê armanc dike, ger bêçekkirin bibe, divê wê di zemîna hiqûqî de bi cih bike. Tiştên ku tê hêvîkirin avêtina gavên qanûnî ye. Hem welat hem jî herêm pir westiyan, ji bo vê divê em xwedî li pêvajoyê derkevin û berpirsiyariyê li xwe bigirin. Pirsgirêka girtiyên siyasî, pirsgirêka qeyûman heye, bi sedan pirsgirêkên mafên bingehîn ên mîna van hene ku em dikarin li ser wan biaxivin. Em daxwaz dikin ku ev mafên bingehîn û pirsgirêkên ku dikarin pêşî li vê çareseriyê bigirin, yek bi yek bên gotûbêjkirin û di zemîna qanûnî de bên bicihkirin.”
 
‘JI BO SERKETINA PÊVAJOYÊ DIVÊ ÇI JI ME TÊ EM BIKIN’
 
Serokê CHP’ê yê Wanê Seracettîn Bedirhanoglu jî diyar kir ku pêşveçûna pêvajoyê bê qeza û bela gelekî girîng e û got: “Bêguman hin nîqaş û krîzên biçûk çêdibin. Ev tên derbaskirin û wekî ku ez dibînim jî tên derbaskirin. Banga Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ji bo Abdullah Ocalan, banga Abdullah Ocalan ji bo rêxistinê, li Silêmaniyê şewitandina çekan ji aliyê PKK’ê ve û vekişîna rêxistinê ji Tirkiyeyê, herwiha damezrandina Komîsyonê bi serokatiya Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş gelekî girîng in. Pişgiriya serokê me yê giştî Ozgur Ozel û ya partiya sereke ya muxalefetê û partiyên din ji bo pêvajoyê û beşdarbûna wan a çalak di komîsyonê de. Li gorî me ev hemû giring in. Bêguman, pirsgirêka Kurd birîna welêt a sedsalekê ye. Divê êdî ev pirsgirêk bê çareserkirin û êdî çek wekî alternatîf neyê axaftin. Ji bo serketina pêvajoyê divê çi me tê em bikin.”
 
‘HEWCEYE GIRTIYÊN SIYASÎ BÊN BERDAN’
 
Bedirhanoglu bi bîr xist ku verastkirinên qanûnî pêwîst in û wiha pê de çû: “Pêwîst e ku verastkirinên qanûnî li ser bingeha têgeha edaletê bên kirin. Divê komîsyon zêdetir li ser vê mijarê bisekine û Meclisê bixe nava tevgerê. Divê Selahattîn Demîrtaş û girtiyên mîna wî tavilê bên berdan. Lê dema ku hûn Selahattîn Demîrtaş serbest berdin û Ekrem Îmamoglu di girtîgehê de bihêlin, bawer bikin ku hûn nikarin van mirovan bi aştiyê bawer bikin. Divê qeyûm ji hemû şaredariyên welêt bi lezgînî bên vekişandin.”
 
‘PÊVAJO ŞEFAFIYÊ DIXWAZE'
 
Bedirhanoglu destnîşan kir ku rêbaza herî girîng verastkirinên di zemîna destura qanûnî de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez herî zêde giringiyê didim şefafiyê, ji ber ku li cihekî ku sî lê zêde bin, kirde an pir nezelal dibin an jî winda dibin. Divê welatî bên agahdarkirin. Dewlet, burokrasîû rêveberên rêxistinê diaxifin û nîqaş dikin. Welatî ne mecbûr in ku hemû hûrgiliyên vê yekê bizanibin, lê divê bi awayekî guncaw  bên agahdarkirin. Her herêm xwedî hesasiyet û sîstemên xwe yên taybet e. Divê xebat li gorî van hesasiyetan bên kirin.”
 
MA/ Lutfî Pala

Sernavên din

11:24 Rojnameyan biryara komîsyonê ya çûna Îmraliyê çawa dîtin?
10:58 Ji Mazlûm Ebdî ji bo MA'yê nirxandinên girîng
10:50 Dê di serdana Îmraliyê de kîjan mijar bên nîqaşkirin?
10:03 'Divê di pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş bên berdan'
09:44 'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'
09:28 KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe
09:20 Tevî gelek delîlan jî di doza îstismakirina zarokan de îdianame nehatiye amadekirin!
09:13 Li Wanê li dijî tiryakê xeta têkoşîna hevpar tê avakirin
09:06 Li Belenê agir bi avahiya 7 qatî ket: 2 kes mirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN
21/11/2025
20:28 Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin
19:11 Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê
18:35 DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî
18:13 Li dijî biryara CHP'ê bertek
17:08 Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
16:42 Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan
16:37 Di komîsyonê de dengdana serdana Îmraliyê dest pê kir
16:36 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd van dinivîse
Ahmet Şik: Divê biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê
16:17 Aydin: Biryara CHP’ê dê ji bo wê û demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke
16:10 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
16:00 Faîlê ku xwest jinekî qetil bike hat girtin
15:59 CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin
14:31 Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya
14:28 Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê
14:02 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyan re civiya
13:59 Yildiz: Li ser navê MHP’ê ez ê biçim Îmraliyê
13:45 Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin
13:43 Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin
13:27 Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
12:51 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
12:08 Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
11:46 Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene
10:43 Ugur Kaymaz û bavê wî 21 sal berê hatin qetilkirin: Ji bo edaletê divê mekanîzmayên nû bên afirandin
09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike
09:28 Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêdivî bi 'yekitiya têkoşînê' heye
09:21 3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne
09:17 Çetîn Lodî: Divê nivîskar daxwaza ji bo aştiyê bilind bikin
09:14 Pêkanîna lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne
09:09 Rêxistinên jinan: Aştiyeke bêyî jinan dê kêm be
09:08 Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin
09:03 Bendava ku hat gotin 'dixebite' piştî 6 salan hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2025'AN
20/11/2025
21:02 Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê
20:56 Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide
11:01 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:45 Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir
10:36 ‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bên kirin’
10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye