'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'

  • jin
  • 09:33 19 Mijdar 2025
  • |
img

STENBOL - Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku ATK'ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de encamên DNA'yê salek piştre aşkera kiriye û got: "Vê jî pêvajo dirêj kir. ATK'ê heta niha jî ji bo veşartina îşkenceyê hewl da."

 
Mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê (21) hêj jî nehatiye ronîkirin. Di rapora pêvek a Saziya Tipa Edlî (ATK) de hate destnîşankirin ku DNA’yên hatine tespîtkirin ne aydê kesên ji derdora wê ya sosyal in. 
 
Parêzer Eren Keskîn ku geşedanên di dosyayê de ji nêz ve dişopîne, têkildarî rapora ATK’ê û dozê axivî. 
 
Eren Keskînê got: “Li gorî me Rojîn Kabaîş hatiye kuştin. Bi sala ye em dibêjin ku di bûyerên mirinên biguman û îşkenceyê de rola ATK’ê gelek bi pirsgirêk e. Tevî ku ne mecbûriyeteke zagonî jî ye, rapora ATK’ê ya têkildarî tespîtkirina mirinên biguman û îşkenceyan de ji hêla dozger û dadgeriyan ve tekane rapora diyarker tê dîtin. Tekane saziya pispor û girêdayî îradeya siyasî ye.”
 
 
‘ATK’Ê GOT ÎNTÎHAR E Û CIVAK MIJÛL KIR’
 
Di berdewamê de Eren Keskînê anî ziman ku ev helwesta ATK’ê nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: “Pirtûkeke me ya der heqê bandora raporên ATK’ê ya li ser dozan jî heye. Bi rastî jî ev dosya li gorî raporên ATK’ê teşe digirin û li gorî van raporan sûc tê diyarkirin. ATK’ê di dosyaya Rojînê de ji ewil got ‘întîhar’ e. Xwest civakê bi vê bide bawerkirin. Malbata wê ji vê bawer nekir. Bi hewldaneke mezin û bi alîkariya baroyên Wan û Amedê xebatên hiqûqî hatin kûrkirin.” 
 
Eren Keskînê pirsa “çima piştî salekê hat aşkerakirin ku DNA’yên li ser bedena Rojînê hatine dîtin neperîn e?” kir û got: “Êdî em piştrast bûn ku ev bûyer, cînayet e. Her kes dibêje ‘ev cînayet e.’ Lê çima salek berê gotin ‘întîhar’e. Di derengmayîna vê dosyayê de roleke mezin a ATK’ê heye. Di dosyaya Rojînê û gelek dosyayên bi vî rengî de saziyên fermî li derveyî lêkolînê hatin hiştin. Di vir de berpirsyartiya zanîngehê, ya wargeha dewletê heye. Gelek îfadeyên bi raya giştî re hatine parvekirin hene. Heta hesabên nasnameyên kujeran parve dikin jî hene. Hewceye ev tevek ji hêla dozgeriyê ve bên nirxandin. Lê ya herî girîng jî raporên ATK’ê ne. Ji ber rapora ATK’ê, heta salekê dereng ma ku ev bûyer weke cînayet were destgirtin. Mixabin israra di ATK’ê de didome.” 
 
'ATK’Ê HETA NIHA JÎ HEWL DA ÎŞKENCEYÊ VEŞÊRE’ 
 
Di berdewamê de Eren Keskînê ev tişt anî ziman: “Di dosyayên vî rengî de em gelek caran rastî van hatin. Nebawerim ji serlêdana sûc encamek were destxistin. Ji ber ev polîtîkayeke dewletê ye. Naxwazin kesek hesabê ji ATK’ê bipirse. Îşkence, polîtîkayeke dewletê ye lewma dixwazin ATK tekane saziya xwedî gotin be. ATK’ê heta niha jî her tim hewl da îşkenceyê veşêre. Di operasyonên li dijî girtîgehan ên salên 1980, 1990, 2000’an de, di neberdana girtiyên nexweş de her tim li gorî raporên ATK’ê tevgeriyan. Bi destê ATK’ê polîtîkayên necezakirinê tên domandin. Bûye amûreke girîng a polîtîkaya necezakirinê. Lewma naxwazin gel hesabê jê bipirse.” 
 
PEYWIRA DARAZÊ
 
Bi domdarî Eren Keskînê daxuyand ku tu pêvajoyên din ên ku baweriya bi edaletê ewqas qels bûyî nayên bîra wê û axaftina xwe wiha qedand: “Weke parastvana mafên mirovan dikarim vê bibêjim; me tu caran baweriya xwe neda darazê. Li vê xakê daraz her tim girêdayî cihên din bû. Ji kovarê heta niha em behsa darazeke milîtarîze bûye dikin. Lê niha bi temamî girêdayî navendekê ye, di bin kontrolê de ye û dadger û dozger ji tirsan nikarin li çavê parêzeran binêrin. Baweriya bi darazê nemaye lê herî zêde ev derdor guh nade vê. Ev jî balkêş e. Ji ber ku daraz hem berdewamiya cezayê hem jî amûra tirsandinê ye. Em niha tên tirsandin û wisa tên birêvebirin. Beşeke mezin a civakê ji her tiştekî ditirse û bi tirsa ‘dê tiştek bi serê min were’ dengê xwe nake. Di esasê xwe de peywira daraza niha ev e.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû    
 

Sernavên din

11:24 Rojnameyan biryara komîsyonê ya çûna Îmraliyê çawa dîtin?
10:58 Ji Mazlûm Ebdî ji bo MA'yê nirxandinên girîng
10:50 Dê di serdana Îmraliyê de kîjan mijar bên nîqaşkirin?
10:03 'Divê di pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş bên berdan'
09:44 'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'
09:28 KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe
09:20 Tevî gelek delîlan jî di doza îstismakirina zarokan de îdianame nehatiye amadekirin!
09:13 Li Wanê li dijî tiryakê xeta têkoşîna hevpar tê avakirin
09:06 Li Belenê agir bi avahiya 7 qatî ket: 2 kes mirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN
21/11/2025
20:28 Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin
19:11 Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê
18:35 DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî
18:13 Li dijî biryara CHP'ê bertek
17:08 Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
16:42 Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan
16:37 Di komîsyonê de dengdana serdana Îmraliyê dest pê kir
16:36 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd van dinivîse
Ahmet Şik: Divê biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê
16:17 Aydin: Biryara CHP’ê dê ji bo wê û demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke
16:10 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
16:00 Faîlê ku xwest jinekî qetil bike hat girtin
15:59 CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin
14:31 Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya
14:28 Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê
14:02 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyan re civiya
13:59 Yildiz: Li ser navê MHP’ê ez ê biçim Îmraliyê
13:45 Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin
13:43 Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin
13:27 Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
12:51 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
12:08 Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
11:46 Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene
10:43 Ugur Kaymaz û bavê wî 21 sal berê hatin qetilkirin: Ji bo edaletê divê mekanîzmayên nû bên afirandin
09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike
09:28 Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêdivî bi 'yekitiya têkoşînê' heye
09:21 3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne
09:17 Çetîn Lodî: Divê nivîskar daxwaza ji bo aştiyê bilind bikin
09:14 Pêkanîna lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne
09:09 Rêxistinên jinan: Aştiyeke bêyî jinan dê kêm be
09:08 Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin
09:03 Bendava ku hat gotin 'dixebite' piştî 6 salan hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2025'AN
20/11/2025
21:02 Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê
20:56 Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide
11:01 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:45 Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir
10:36 ‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bên kirin’
10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye