DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike

  • rojane
  • 12:49 20 Mijdar 2025
  • |
img

ENQERE - DEM Partiyê bi boneya Roja Mafên Zarokan a Cîhanê daxuyanî da û got ku polîtîkaya necezakirinê û tunehesibandina mafên zarokan, îstîsmara li dijî zarokan zêde dike. 

 
Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi minasebeta 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Hevberdevka Komîsyonê û Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku di roja mafên zarokan de jî binpêkirinên mafên zarokan tînê bîra mirov û got: “Em ê dubarê berpirsyariya dewleta Tirk û dewletên ev peymana mafên navneteweyî îmze kirine bi bîr bixin.”
 
Bêrîtan Guneş Altinê anî ziman ku di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de ew jî hewl didin jiyeneke nû ava bikin û wiha axivî: “Zarok di karên giran de dixebitin, mafên wan tên binpêkirin. Em bang li tevahiya rêyedarên dewletan û rêyedarên Tirkiyeyê dikin ku dawî li binpêkirinên mafên zarokan bînin û perwerdehiya fermî ya bi zimanê zikmakî ya zarokan were dayîn. Divê hemû zarok bi zimanê xwe perwerde bibin. Her wiha divê pêşî li xebitandina zarokan bê girtin û ji bo vê yekê mekanîmza bên avakirin. Em ê bi têkoşîna xwe ji bo pêşeroja zarokan û aştiyeke mayînde saz bikin.”
 
‘DOZA LI CIZÎRÊ NÎŞANEYA POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ YE’ 
 
Bêrîtan Guneş Altinê bal kişand ser kuştina zarokê karker ê li Rihayê çend roj berê qewimîbû û got: “Dîsa zarokek karker hate kuştin. Ev bûyer pergala dewletê ya ji bo zarokan bi awayekî şênber radixe ber çavan. Êdî ev roja mafên zarokan bi awayekî senbolîk maye. Li Cizîrê îro doza destdirêjayiya li dijî zarokan heye. Pêvajoya vê dozê jî polîtikayên bê cezakirinê yê dewletê nîşanî me dide. 
 
QETILKIRINA UGUR KAYMAZ
 
Her wiha sibê 21’ê Mijdarê roja qetilkirina Ugur Kaymaz û bavê wî ye. Em bi vê minesebetê hemû zarokên hatinê qetilkirin bibîr tînin û soza xwe yê têkoşîna edaleta ji bo wan dubare dikin. Dewletê kujerê Ugur Kaymaz ceza nekir li şûna vê rabû kujer parast. Em di şexsê Ugur Kaymaz de zarokên li ser kar hatine kuştin, zarokên bi destdirêjiyê re rû bi rû mane û zarokên ji aliyê dewletê ve hatinê kuştin bibîr tînin û vê rojê diyarî wan zarokan dikin.”
 
‘DIVÊ MESEM BÊN GIRTIN Û MAFÊN ZAROKAN PÊK WERE’ 
 
Bêrîtan Guneş Altinê destnîşan kir ku bi qanûnan tê xwestin zarok ji zarokatiya xwe bên dûrxistin û wiha got: “Bi qanûnan dixwazin zarokan sergirtî bikin. Divê edaleta zarokan a qanûnî ji nû ve bê sererastkirin. Divê zarok neyên cezakirin û ji pêkanîna sûcan bên parastin. Di van demên dawî de zarokên karker dimirin. Zarokek 16 salî li Dîlovasiya Kocaeliyê şewitî û jiyana xwe ji dest da. Divê MESEM bên girtin û mafên zarokan pêk were. 
 
SEDEMA ÎSTÎSMARKIRINA ZAROKAN POLÎTÎKAYÊN NECEZAKIRINÊ NE
 
Divê pêşî li îsmîsmarkirina zarokan bê girtin. Sedema îsmîsmara zarokan jî polîtîkayên bê cezakirinê ye. Ev jî dibe sedema jiholêrakirina ewlehiya zarokan. Her wiha bikaranîna madeyên hişbir zarokan kiriye nava tora xwe û bandorek neyînî li ser zarokan dike. Her wiha piştî erdehejê jî mexduriyeta zarokan a parastinê nehatiye çareserkirin. 
 
AŞTÎ TÊ WATEYA ZAROK NEBIN KARKER Û NEYÊN KUŞTIN
 
Tevî 3 sal bi ser erdhejê re derbas bûne jî hê pêdiviyên bingehîn ên zarokan nehatine dabînkirin. Aştî tê wateya zarok nebin karker, neyên kuştin, bi destdirêjiyê re rû bi rû nemînin û bi zimanê xwe bên perwerdekirin. Em bi baweriya aştî û civaka demokratîk ku pêk bînin dê zarok bigihîjin mafên xwe. Ev roj li hemû zarokan pîroz be.”      

Sernavên din

10:03 'Divê di pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş bên berdan'
09:44 'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'
09:28 KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe
09:20 Tevî gelek delîlan jî di doza îstismakirina zarokan de îdianame nehatiye amadekirin!
09:13 Li Wanê li dijî tiryakê xeta têkoşîna hevpar tê avakirin
09:06 Li Belenê agir bi avahiya 7 qatî ket: 2 kes mirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN
21/11/2025
20:28 Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin
19:11 Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê
18:35 DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî
18:13 Li dijî biryara CHP'ê bertek
17:08 Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
16:42 Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan
16:37 Di komîsyonê de dengdana serdana Îmraliyê dest pê kir
16:36 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd van dinivîse
Ahmet Şik: Divê biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê
16:17 Aydin: Biryara CHP’ê dê ji bo wê û demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke
16:10 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
16:00 Faîlê ku xwest jinekî qetil bike hat girtin
15:59 CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin
14:31 Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya
14:28 Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê
14:02 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyan re civiya
13:59 Yildiz: Li ser navê MHP’ê ez ê biçim Îmraliyê
13:45 Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin
13:43 Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin
13:27 Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
12:51 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
12:08 Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
11:46 Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene
10:43 Ugur Kaymaz û bavê wî 21 sal berê hatin qetilkirin: Ji bo edaletê divê mekanîzmayên nû bên afirandin
09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike
09:28 Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêdivî bi 'yekitiya têkoşînê' heye
09:21 3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne
09:17 Çetîn Lodî: Divê nivîskar daxwaza ji bo aştiyê bilind bikin
09:14 Pêkanîna lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne
09:09 Rêxistinên jinan: Aştiyeke bêyî jinan dê kêm be
09:08 Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin
09:03 Bendava ku hat gotin 'dixebite' piştî 6 salan hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2025'AN
20/11/2025
21:02 Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê
20:56 Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide
11:01 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:45 Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir
10:36 ‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bên kirin’
10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'