Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin

  • rojane
  • 09:08 21 Mijdar 2025
  • |

MÛŞ - Ji qurbaniyên Komkujiya Helebceyê yên ku di çarçoveya projeya "Gundbajar" a li Mûşê hat çêkirin û paşê veguherîn kampan çar salan man, tenê gorên wan man. Niha xelkê Mûşê xwedî li van goran derdikeve. 

Şopên Komkujiya Helebçeyê ku berdewamiya Komkujiyên Enfalê ye ku ji aliyê Sedam Husên ve di 16'ê Adara 1988'an de hat kirin û wekî yek ji lekeyên reş yên dîrokê tê bîranîn, hîn jî hene. 
 
Bi Komkujiya Helebceyê, berdewamiya Komkujiya Enfalê ku ji aliyê Serokê wê demê yê Iraqê Sedam Husên ve di dema Şerê Îran-Iraqê de li dijî Kurdan hat destpêkirin, qirkirineke pêk hat. 37 sal berê, Sedam Hisên fermana êrişa bi çekên kîmyewî li ser gelê Helebceyê da ku wî ew bi piştgiriya Îranê tawanbar dikir. Di 16'ê Adara 1988'an de, Helebce bi sarîn, VX, gaza demarî û gaza xerdelê hat bombebarankirin. Nêzîkî 5 hezar kes hatin kuştin û zêdetirî 7 hezar kes jî birîndar bûn. Di dema Komkujiya Enfalê de, 30 navçe û 4 hezar û 500 gund hatin wêrankirin.
 
Piştî komkujiya Helebceyê, niştecihên jîngehên ku bi çekên kîmyewî hatibûn bombebarankirin, çûn bajarên bakurê Kurdistanê û bi salan di kampên ku li wir hatin avakirin de man. Yek ji van jî, li ser rêya Mûş-Erziromê bû û beşek ji projeya "Gundbajar" bû ku Bulent Ecevît û CHP ya wê demê di sala 1969'an de pêşniyaz kiribû û avakirina wê di salên 1978-79'an de dest pê kiribû.
 
GORISTAN MAN
 
Ev dever, veguherî kampeke bi têlên dirandî dorpêçkirî ku kesên ji Komkujiya Helepceyê ya 1988'an a li başûrê Kurdistanê rizgar bûbûn çar salan lê man. Gelê Mûşê ku bi hezaran welatiyan ezimandin, piştî hatina malbatan li seranserê bajêr seferberî îlan kir. Gelê Mûşê xwarin û cil û berg ji malbatan re peyda kirin, bi salan mil bi mil bi qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê re jiyan. Niha ji kesên ku di sala 1992'yan de ji kampan derketine, tenê goristanên wan mane.
 
GEL SEFERBER BÛ
 
Her çend goristan ji aliyê niştecihên gundên derdorê Kanîreş, Kijan û Kişiltaxê ve tên parastin jî, îro ew dişibin goristaneke bêkesan. Di goristanê de ku cenazeyên hin kesên ku ji Helebceyê reviyane lê paşê ji ber bandorên kîmyewî û şert û mercên avhewayê yên guherbar mirine hene, niha bi giyayê hişkbûyî hatiye dorpêçkirin. Muhsin Yîgît, şêniyê gundê Kişiltaxê ku ji bo parastina wê pir caran serdana goristana ku li ser deriyê wê bi zaravayê Soranî hatiye nivîsandin dike, anî ziman ku dema wan bihîstiye ku qurbaniyên Kurd ên komkujiyê tên, wan seferberî îlan kiriye û ji wan çi qediyaye birine "gundbajar." Yîgît, got: "Li vir xaniyên yekqatî hebûn. Wê demê, ev dever bi têlên dirandî hatibûn nixumandin. Ew nikaribûn derkevin û bi serbestî bigerin. Piştre xelkê Mûşê bi hev re alîkariya wan kir. Piştî ku demekê li vir man, ew derketin û dest bi xebatê kirin. Ew li gundan belav bûn û wekî karker xebitîn. Wan heta roja ku ew çûn, bêyî ku hewcedariya wan bi kesî hebe, debara xwe kirin." 
 
BANDORA KÎMYEWÎ
 
Yîgît diyar kir ku kesên ku hatine demeke dirêj di bin bandora çekên kîmyewî de mane û got: "Piştî demekê gelek kesan ji ber van kîmyewiyan jiyana xwe ji dest dan. Me bi xwe dît. Ev yek demekê dewam kir. Hin ji wan di vê goristanê de ne. Hin ji wan jî ji ber xizanî û şert û mercên li vir mirin. Di nav wan de hin kal û pîr jî hebûn. Me ew hemû li vir veşartin. Ew bi zilmeke mezin re rû bi rû man." 
 
Hesen Muhammed Kawa, yek ji wan kesan e ku piştî ku ji êrişên kîmyewî yên Sedam Hisên ji Dihokê hatiye li kampên Mûşê maye. Kawa, diyar kir ku ew heta sala 1992'yan li wir jiyane. Kawa, bilêv kir ku ew di sala 1992'yan de vegeriyane Dihokê, serpêhatiyên xwe yên li Mûşê wiha vegot: "Me rewşa Mûşê nizanibû. Me nizanibû zivistan li wir çawa bû. Lêbelê, tevahiya nifûsa Mûşê ji bo me seferber bû. Em ê qet xelkê Mûşê ji bîr nekin. Em herî dawî çar sal berê hatin vir û hin gor sererast kirin. Ez li Mûşê zewicîm. Hin ji zarokên min li vir zewicîn. Ez jî du sal berê hatim vir. Lêbelê, ji ber berfê ez nekarîm serdana goristanan bikim. Wan kîmyewî li ser me barandin. Balafirên dijmin ji helîkopteran kîmyewî li ser me barandin dema ku em direviyan. Em ji wan reviyan. Me li vir ji ber sermayê hin hezkiriyên xwe winda kirin. Îro, xelkê Mûşê li ser navê me xwedî li goristanên me derdikeve. Belê, goristan hewceyê hin lênêrînê ne. Hin dîwar hilweşiyane. Me dixwest em bikin, lê me nekarî."
 
MA/Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

10:03 'Divê di pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş bên berdan'
09:44 'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'
09:28 KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe
09:20 Tevî gelek delîlan jî di doza îstismakirina zarokan de îdianame nehatiye amadekirin!
09:13 Li Wanê li dijî tiryakê xeta têkoşîna hevpar tê avakirin
09:06 Li Belenê agir bi avahiya 7 qatî ket: 2 kes mirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN
21/11/2025
20:28 Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin
19:11 Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê
18:35 DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî
18:13 Li dijî biryara CHP'ê bertek
17:08 Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
16:42 Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan
16:37 Di komîsyonê de dengdana serdana Îmraliyê dest pê kir
16:36 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd van dinivîse
Ahmet Şik: Divê biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê
16:17 Aydin: Biryara CHP’ê dê ji bo wê û demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke
16:10 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
16:00 Faîlê ku xwest jinekî qetil bike hat girtin
15:59 CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin
14:31 Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya
14:28 Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê
14:02 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyan re civiya
13:59 Yildiz: Li ser navê MHP’ê ez ê biçim Îmraliyê
13:45 Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin
13:43 Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin
13:27 Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
12:51 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
12:08 Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
11:46 Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene
10:43 Ugur Kaymaz û bavê wî 21 sal berê hatin qetilkirin: Ji bo edaletê divê mekanîzmayên nû bên afirandin
09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike
09:28 Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêdivî bi 'yekitiya têkoşînê' heye
09:21 3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne
09:17 Çetîn Lodî: Divê nivîskar daxwaza ji bo aştiyê bilind bikin
09:14 Pêkanîna lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne
09:09 Rêxistinên jinan: Aştiyeke bêyî jinan dê kêm be
09:08 Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin
09:03 Bendava ku hat gotin 'dixebite' piştî 6 salan hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2025'AN
20/11/2025
21:02 Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê
20:56 Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide
11:01 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:45 Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir
10:36 ‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bên kirin’
10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'