* Malbata girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ê ku 30 sal in girtiye, diyar kir ku tehliyeya wî bi îdiaya bi "rêxistinî" axiviye û ferzkirina "poşmaniyê" qebûl nekiriye, cara 3'yemîn tehliyeya wî hatiye astengkirin û got: "Ev pirsên ku ji kesê 30 salên xwe daye Tevgera Azadiyê tên kirin, ne hiqûqî ne."
* Nazim aliyê kêm ê sal û erdnîgariya ku em lê dijîn bi kena xwe vegot. Ew ken, Nazim bir Rojava, axa ku şoreş lê ji dayik bûye. Dema li Rojava bû jî Nazim veguhastina her geşedanê domand. Nazim, li dû xwe di demên herî zor û zehmet de pratîka rojnamegerî çawa tê kirin, wek mîras hişt.
* Endamê Komîteya Amedekar a 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê Rojhilat Aksoy, bal kişand ser beşdariya xurt û got: “Ev yek ji bo lidarxistina festîvaleke din, motîvasyoneke xurt da me.”
* Rêya navneteweyî ya E-5 a ku di navçeya Avkevirê re derbas dibe, jiyana welatiyan dixe xetereyê. Welatiyan nerazîbûn nîşan dan û gotin: "An ji me re rêyeke alternatîf an jî divê serbihur bê çêkirin."
* Firoşkarê şekirê pembû Mehmet Şah Karataş ê ku zabitayan tundî lê kiribû serlêdana gilî kir. Karataş ê ku ji ber serlêdana gilî ya zabitayan di dosyayê de bûye gumanbar, diyar kir ku êriş ji ber nasnameya wî ya Kurd-Elewî pêk hatiye.
* Qesabxaneya ku 3 sal berê ji aliyê qeyûm ve bi 11 milyon û 971 hezar TL'yî hatibû îhalekirin, bêyî bê vekirin, careke din di bin navê tamîrkirinê de hat îhalekirin.
* Girtî Bozkûrt ku name ji Huseyin Aykol re şand, ragihand ku ji ber sê cezayên hucreyê yên ku lê hatine birîn, berdana wî dereng ketiye û Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 11'emîn a Mersînê jî, ji bo heman mijara ku bûye sedema cezayê dîsîplînê jî biryara beraetê daye.
* Gumanên Tirkiyeyê yên li ser Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê ku armanc dike beşdariya demokratîk û nenavendîkirinê xurt bike, rê li ber tayînkirina qeyûman vedike û demokrasiya xwecihî qels dike.
*Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol dê were şopandin.
* Danişîna doza rojnameger Zeynep Kuray, Mahsum Saglam, Pelîn Laçîn Yadîgar Aygun û Yagmûr Fîlîz dê li 39'emîn DAdgeha Cezayên Giştî ya stenbolê were lidarxistin. (10.35)
* Danişîna rojnameger û xebatkarên medyayê jî di nav de 46 kesan ku weke "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" tê zanîn û bi îdiayên "endamtiya rêxistinê","rêveberiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tên darizandin dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê were lidarxistin. (10.40)
* Şaxa ÎHD'a Sêrtê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan aşkera bike. (12.00)
* Li Agiriyê dê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk re bi gel re civîn were lidarxistin. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê dê di çarçoveya 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyê bide û piştre ji girtiyan re qertan bişîne. (13.30)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê dê bi beşdariya Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari li eywaneke dawetan xwarina piştevaniyê bide. (18.00)
