Dîmenên îşkenceya li girtî derketin holê

  • rojane
  • 09:05 18 Kanûn 2025
  • |
img

AMED – Dîmenên kêliya ku girtî Omer Cûma Salih ji aliyê gardiyanan ve tê îşkencekirin derketin holê. Pispor jî di raporê de tomar kir ku Salih "rastî sepanên xerab hatiye."

Di 7’ê Tîrmehê de, li Girtîgeha Hejmara 2 a Xarpêtê di dema lêgerînê de, dîmenên îşkenceya gardiyanan a li ser girtî Omer Cûma Salih ê ku ji bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, derketin holê. Di dîmenên 14 deqîqe de ku xuya ye di dema lêgerîna li qawişê de bi îdiaya nîşe heye hatine kişandin, gefên sergardiyan ên wekî "Dema min ew (nîşe) dît, hûn nikarin vir mehekê kom bikin" tên bihîstin. Di dîmenan de tê dîtin ku ligel gefan, gardiyanên tevî sergardiyan beşdarî lêgerînê bûne qawişê belav dikin, kelûpelan belav dikin û wan diavêjin, zirarê didin nivînan, maseya qawişê dişikînin û dermanan belav dikin. Tevî ku girtî dibêjin "nîşe nîn e", tê bihîstin ku gardiyan bi israr pirsa nîşeya ku li gorî îdiaya wan "nû hatiye" dikin.
 
LI SER RÛYÊ WÎ WERIMÎN Û REŞAYÎ
 
Ji bo ku kêliya îşkenceyê nekeve ber kamerayê, gardiyan Salih derdixin qata jor a qawişê. Di dîmenan de dengê lêdana sergardiyan tê bihîstin û Salih bi qêrîn dibêje "lê nexe". Ji bo ku dengê îşkence û qêrînê nekeve dîmenan, tê fêmkirin ku sergardiyan ji bo bêdengkirina Salih dibêje "Şişşt". Herwiha tê dîtin ku gardiyanê ku dîmenan dikşîne jî hewl dide kamerayê ji girtiyan dûr bixe. Di destpêka dîmenan de li rûyê Salih tu şopên lêdanê nîn in, lê di dawiya dîmenan de li ser rûyê wî de reşayî û werimîn tên dîtin. Dema ji qawişê derdikevin, sergardiyan li singê Salih dixe û personelê kamerayê jî di wê kêliyê de berê kamerayê ber bi aliyekî din ve dizivirîne.
 
JI PISPORAN YEQÎNIYA KIRYARÊN XERAB
 
Di rapora pisporê ku Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê têkildarî bûyerê xwestibû de, hat diyarkirin ku Salih rastî kiryarên xerab hatiye. Di rapora ku 28’ê Tîrmehê de hat amadekirin de hat gotin: "Di dema lêgerînê de gardiyanekî bi qêrîn gotiye 'derewan neke'; sergardiyan jî gotiye 'wê nîşeyê bidin, nexwe hûn nikarin vir di mehekê de kom bikin' (...)"
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku di saniyeya 05.38’an a dîmenê de dema kamera li qata jor dikişîne, Omer Cûma Salih li qata jêr e û gotineke wekî "lê nexe" ku baş nayê fêmkirin. Di raporê de hat tomarkirin ku di saniyeya 09.30’an de dema kamera li qata jêr dikişîne, Omer Cûma Salih ê li qata jor e wisa diqîre ku diyar e azarê dibîne. Hat diyarkirin ku axaftinên wî yên paşê zelal dernakevin û wisa xuya dike ku devê wî hatiye girtin. Di vê kêliyê de sergardiyan dibêje "Şişt" û hin gardiyanên li qata jêr ber bi jor ve dinêrin. Di raporê wiha hatiye tomarkirin: "Di vê kêliyê de kamera qatên jêr dikişîne; tiştên li qata jor diqewimin xuya nakin, lê ji dangan wisa tê fêmkirin ku Omer Cûma Salih rastî kiryarên xerab hatiye."
 
ÎFADEYA SALIH
 
Salih, di 16’ê Kanûnê de di îfadeya xwe ya dayî Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê de diyar kir ku roja bûyerê tevî 3 girtiyên din derketine hewşê û di wê kêliyê de ji cihekî ku ew nizane ji kîjan alî ye gogek hatiye. Salih anî ziman ku gardiyan hatine cem wan û îdia kirine ku bi wê gogê peyam hatiye şandin û ji wan xwestine ku wê peyamê bidin wan. Salih di îfadeyê de ev tişt got: "Min jî got ku ez nizanim ev gog çawa hat, di hundirê wê de tu peyam nîn e, gog li erdê ye û bila lêkolîn bikin. Piştre 15 gardiyan hatin qawişê û her der serobin kirin."
 
'JI BER ŞIDANDINA ÇENGEYA MIN JI DEVÊ MIN XWÎN HAT'
 
Salih di îfadeya xwe de diyar kir ku sergardiyan ew biriye qata jor a qawişê û bi sergardiyan re 6-7 gardiyanên din jî derketine jor. Salih got ku sergardiyan bi darê çekpasê li lingê wî xistiye, 2-3 sîle li rûyê wî dane û çengeya wî şidandine. Salih anî ziman ku ji ber şidandina çengeyê, ji devê wî xwîn hatiye. Salih destnîşan kir ku bêyî sergardiyan kesî lê nexistiye, lê di dema lêdanê de gardiyanên din ew girtine û wiha got: "Piştre sergardiyan daket jêr û gef li me xwar û got 'Heke hûn ji kesê re qala vê bûyerê bikin û hevalên we yên din bibîzin, em ê dîsa werin'."
 
Salih di îfadeya xwe de diyar kir ku ew ji sergardiyanê ku îşkence lê kiriye gilîdar e.
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel

Sernavên din

11:59 Dê kardêr kêmtirîn mûçeyê diyar bikin: Rêjeya herî bilind ji sedî 30 e
11:30 Kenanoglû: Divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bibe
11:04 Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
11:03 Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
10:26 ‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
09:46 Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
09:18 Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
09:16 Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
09:11 Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
09:06 Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn
09:05 Dîmenên îşkenceya li girtî derketin holê
09:01 Belçîka: Rêveberiya navendî midaxileyê karên xwecihî nake, hişmendiya komunîteryen serdest e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2025'AN
17/12/2025
22:00 Li Amedê Ayşe Şan hat bibîranîn
21:10 Komîsyonê ji bo raporê biryara avakirina 'koma nivîsê' da
17:05 Komîsyona Lêkolînê ya Dîlan Karaman: Agahî bi baldarî tên berhevkirin
17:04 Dîba Keskîn: Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin dê tune bibin
16:49 Koma Jinan a Meclisê ya DEM Partiyê têkildarî ‘îstîsmarê’ daxuyanî da
16:48 Olûç: Divê hin karbidestiyên serokkomartiyê dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin
16:47 Hevdîtina Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên siyasî dest pê kir
16:47 Kesê tacîza zayendî li 6 xwendkaran kir nehate girtin
16:30 Tedawiya rojnameger Aykol bi antîbiyotîkan didome
16:03 Arkaş: Ji bilî Rêber Apo kesek nikare aştiya Tirk-Kurdan bike
14:04 Serlêdana dozgeriyê ya ji bo cezakirina rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat redkirin
13:50 Sancar: Niha dema amadekirina hiqûqa aştiyê ye
13:01 Dê Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di komîsyonê de bicivin
12:10 Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye
11:44 Piştî 31 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:30 Karkerê Kurd bi hinceta ‘ser siyasetê axiviye’ ji kar hat derxistin
11:07 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
10:58 Civaknasê Alman: Banga Abdullah Ocalan kêliyeke kêmpeyda ye ji bo hêviyê
10:35 Kesên beşdarî hevdîtinê bûn: Divê girtekên komîsyonê bên eşkerekirin
10:20 Platforma Şiyar Be! dê li Licê nûnertiyekê veke
10:18 Çîftyurek: Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo ji hêla hiqûqî ve pêş bikeve
09:46 'Bandoreke mezin a sînemayê li ser ziman û çandê heye’
09:44 8 sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê re derbas bûn
09:17 Dayikên Aştiyê: Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin
09:13 Zarokên gel Nazim û Cîhan
09:08 'Tirkiyeya ku mafê hêviyê nasepîne divê ji Konseyê bê derxistin'
09:04 Almanya: Hêz û desthilat di destê şaredariyan de ne
09:03 Sala 2025'an banga statuya ji bo Kurdî bilind bû
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2025'AN
16/12/2025
20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû