Parazvanên mafên mirovan: "Bila bi lez Girtîgeha Îmraliyê vala bikin

img

STENBOL - Şewba vîrûsa corona li Tirkiyeyê her ku diçe belav dibe. Herî zêde girtî û kesên nexweş di koma rîskê de ne. Parazvanên mafên mirovan bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 21 salin li Girava Îmraliyê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya bilind di tecrîdê de ye û xwestin deriyê Îmraliyê vebe û Ocalan bi lez serbest bê berdan. 

Şewba kurevî vîrûsa corona (Covît-19) her roj qat bi qat tora xwe li cîhanê û Tirkiyeyê belav dike. Her rojê hêjmara kesên bi nexweşiya şewba vîrûsê dikeve duqat zêde dibin. Li Tirkiyeyê hêjmara nexweşan bi lez belavdibe. Herî zêde girtiyên nexweş û temenê wan mezin di koma rîskê dene. Li Girtîgeha Îmraliyê jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş di şertên tecrîdê de girtî ne û fikara malbat û parazvanên mirovan zêde dibe. Ji ber vê yekê fikarên malbat û parazvanên mafên mirovan zêde dibin. Her çend wezareta Dadê diyar kir ku tedbîr girtine jî, girtî diyar dikin ku heta niha ji bo wan tu tedbîr nehatiye girtin. Dîsa heta niha Wezîrê Dadê têkildarî rewşa Girtîgeha Îmraliyê tu daxuyanî nedaye. Parazvanên mafên mirovan bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 21 salin li Girava Îmraliyê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya bilind di tecrîdê de ye û xwestin deriyê Îmraliyê vebe û Ocalan bi lez serbest bê berdan. 
 
OCALAN DI KOMA RÎSKÊ DE EY
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji ber ku 21 salin di şertê tecrîdê yên giran de dimîne fikarên li dijî tenduristiya Ocalan zêde dibin. Rêveberê Şaxa Sendikaya Xizmetkarên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Anadolu ya Stenbolê Erdal Guzel, Parêzerê Hiqûqa Ceza Ercan Kanar û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn û bal kişand ser şertên fîzîkî, civakî û hiqûqê yên Girtîgeha Îmraliyê. 
 
‘GIRTÎGEH CIHÊ TIRSÊ NE'
 
Rêveberê Şaxa Sendikaya Xizmetkarên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Anadolu ya Stenbolê Erdal Guzel, diyar kir ku Tirkiye li dijî vîrûsa corona ne amade ye û wiha got: "Kêmasiyên mezin pêş ketin. Di şertên heyî de nexweşxane vê şewbê bêtir belav dikin. Niha li girtîgehan ji ber şertên heyî bêtir hembêzê ji vîrûsa corona re vedike. Ji ber vê yek ji vihê bi rîsk girtîgeh in." 
 
'DIVÊ DER BARÊ REWŞA ÎMRALIYÊ DE AGAHÎ BIDIN' 
 
Guzel xwest der barê hemû girtîgehan û girtîgeha Îmraliyê de civakê agahdar bikin û wiha axivî: "Divê der barê hemû girtîgehan de agahiyan bidin. Dîsa der barê Îmraliyê de jî divê civakê agahdar bikin. Îmralî pir girîng e. Ji ber ku Ocalan ê aştiya civakê temsîl dike li Îmraliyê girtî ye. Ocalan hem ji ber temenê xwe û hem jî ji ber şert û mercên girtîgehê di koma rîskê de ye. Divê heyetek serbixwe ya tenduristiyê biçe Îmraliyê û lêkolîn bike. Dîsa divê deriyê girtîgehan bê vekirin û girtî serbest bêne berdan. Vîrûsa corona bi piştevanî û aştiya civakî mirov dikare derbas bike." 
 
NIHA ŞERTÊN VÎRÛSÊ TÊK BIBIN TUNE YE
 
Parêzerê Hiqûqa Ceza Ercan Kanar jî xwest bêyî cudakariye têxe nava girtiyan û Îmralî jî di navde hemû girtî û hikumxwar bên berdan. Kanar, anî ziman ku mafê herî bingehîn mafê jiyanê ye û wiha got: "Girtî di bin talûkeyek memezin de dijîn. Ez ji destpêkê de efuya giştî diparêzim. Niha mafê jiyanê di bin talûkeyek gelek mezin de ye. Îmralî jî di navde li hemû girtîgehan tiştek nikare girtiyan ji vîrûsa corona biparêze." 
 
LI ÎMRALIYÊ RÊBERÊ GELEKÎ HEYE'
 
Kanar, da zanîn ku li Îmraliyê rewşek taybet heye û wiha lê zêde kir. “Li Îmraliyê Ocalan ê ku bi milyonan mirovan got 'Ocalan vina min e' heye. Ji ber vê yekê bi taybetî di vê pêvajoyê de aştî ji ber demê bêtir lazim e. Di vê pêvajoya ku mafê jiyanê yê hemû mrovan di talûkeyê de ye, pêdivî ji aştiya civakî heye. Ji ber vê yekê divê di serî de Birêz Ocalan û hemû girtî serbest bêne berdan. Ger ku vîrûs derbasî Îmraliyê bibe dê kaosek civakî pêş ikeve. Ev bi xwe dê rewşê bêtir giran bike. Berê jî civak ji ber fikarên tenduristiya Ocalan derketin qadan û çalakî li dar xistin. Ji ber vê yekê divê ji niha de gav bên avêtin." 
 
'DIVÊ WEZARETA DADÊ AGAHIYÊN ZELAL BIDE' 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî anî ziman ku bi giştî rewşa girtîgehan di koma rîskê de ye û wiha got: "Divê berî her tiştî girîngiyê bidin paqijiyê. Li girtîgehan bi komî dijîn. Niha li Îmraliyê tecrîd heye û em agahiyê ji girtiyan nagirin. Têkildarî vê mijarê Wezareta Dadê tu agahî û daxuyanî nedane. Em bang li Wezîrê Dadê dikin ku erka xwe pêk bîne û raya giştî rast agahdar bike. Ji bo her kesî mafê jiyanê mafê bingehîn e. Di serî de li Îmraliyê divê li hemû girtîgehan mafê jiyanê yên girtiyan bê parastin. Li Îmraliyê û hemû girtîgehan mafên girtiyan tê binpêkirin. Ji ber ku şewba vîrûsa corona mirovan dikuje. Heta niha dermanê wê jî nehatiye dîtin. Şewbeyek pir bi talûke ye. Ger ku di rîskê de mirin hebe divê li reng û ruyê girtiyan neyê nerîn û hemû girti serbest bêne berdan. Divê berî her tiştî mafê jiyanê bê parastin. Divê Girtîgeha Îmraliyê bê valakirin. Divê tenê bi çavê girtiyekî li Ocalan nenerin. Li ser civakê rol û bandorek wî ya mezin heye. Eger ku vîrûsa corona bigêje Îmraliyê dê encama wê pir xerab be. Hem di aliyê aramiya civakê de hem jî di aliyê tenduristiyê de dê encamên pir xerab bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê fikarên der barê Îmraliyê de fikarên mirovî ne. Dîsa Ocalan ji ber temenê xwe di koma rîskê de ye. Ji ber vê yekê divê bi lez Îmraliyê vala bikin." 
 
MA / Semra Turan 

Sernavên din

24/03/2020
19:06 QSD‘ê ji ber pandemiya Covît-19 banga agirbesta mirovî kir
18:03 Hevşaredarê Gêlê Akkûl hat girtin
17:33 Platforma Demokrasiyê ji AKP’ê xwest dest ji dijminantiya Kurdan berdin
17:06 Ji bo îfadeyê bang li Serokê Odeya Tabiban kirin
16:56 Ertugrul Gunay bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da
16:02 Lêpirsîna parvekirinên medya civakî li hevjîna rojnameger Orûç vekirin
15:51 HDP'ê ji bo rojnamegeran xwest komîsyona lêkolînê bê avakirin
15:27 Beştaş: Dinya bi vîrûsê re têdikoşe, AKP jî bi HDP’ê û gelê kurd re têdikoşe
15:16 MSD’ê têkildarî vîrûsa corona hişyarî kir
15:05 UNICEF: Rawestandina stasyona Elok 460 hezar mirovî dixe xeteriya koronayê
14:50 Rewşa Helîn Bolek û Îbrahim Gokçek ên di rojiya mirinê de ne xerab e
14:00 Li Enqereyê nêzî 20 kuçik mirî hatin dîtin
13:39 Li Hewlêrê di 6 kesên din de vîrûs hat dîtin
13:38 Ji Aydenîz bang: Dernekevin kuçeyan
13:34 ‘Bloka AKP-MHP’ê rûyê xwe rastî carek din nîşan da’
13:30 Li dijî covît-19'an banga ‘Ji bo zarokan tahliye ji bo jiyanê ronahî' kirin
13:01 Safa: Ji ber min daxwaza cîgirê walî red kir hatim binçavkirin
12:53 Kaya hat berdan, hefsa malê dan Dîken
12:42 Du hekîmên malbatan bi vîrûsa koronayê ketin
12:21 Hejmara weqayên vîrusa koronayê nêzî 400 hezarî bû
12:06 Dozger bi daxwaza girtinê Hevşaredara Yenîşehîrê Diken sewqî dadgehê kir
12:00 Li Sêrtê 7 kes hatin binçavkirin
11:41 Xwendekarên ku bi keştiya bar ji Qibrisê anîn di testê re derbas nekirin
11:40 Ji hunermendan bang: Girtiyan demildest berdin
11:25 Koordînasyona Heskîfê: Tayînkirina qeyûm bi Bendava Ilisûyê re girêdayî ne
11:22 Vîrûsa corona hişyariya dawî ye
11:06 Xwişka Koçak ê di rojiya mirinê de ye: Ji bo bijî li benda hêviyekê ye
11:05 Karkerên ku 168 rojên li ber xwe didin: Birçîbûn ji vîrusê talûketir e!
10:22 ‘Divê girtîgeh rojek berî rojekê werin vala kirin’
09:56 ‘Bila li Girtîgeha Îmraliyê venêrîn bê kirin’
09:32 Marmara TUHAY-DER'ê hişyarî kir: Ku vîrus li girtîgehan belav bibe emê nikarin pêşiyê bigirin
09:32 Fikarên xizmên girtiyan zêde dibin
09:31 Çepnî: Guhertinên ku girtiyên siyasî nexe nava xwe em qebûl nakin
09:31 Piştî nûçeya me fabrîke hat dezenfektekirin
09:30 ‘Divê giştînameyên pêşî li şidetê digirin bên weşandin'
09:29 Rojnamevanên li qadan: Divê bi tu awayî rastî neyê veşartin
09:28 ‘Em ne mehkûmî vê pergalê ne, em bi vê ferasetê piştevaniya hev bikin'
09:28 'Ji dêvla tevdîrên tecrîdê girantir dikin, girtiyan berdin'
09:27 Zanîngeha Zhejiang pirtûka rawestandtina COVID-19 çap kir
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2020'AN
23/03/2020
23:41 Li Tirkiyê hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 37
20:20 Qeyûm tayinî şaredariya bajarokeke Sêrtê jî kirin
19:23 Qeyûm tayinî Şaredariya Norşînê hat kirin
19:19 Hevşaredarê Licê Tarik Mercan hat binçavkirin
17:15 MED TUHAD FED’ê ji partiyên siyasî û saziyên dewletê re daxwazname şand
17:00 Ji Mazlûm Ebdî peyama li dijî vîrûsa koronayê
16:45 Li Hewlêrê 12 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin
16:36 ‘Tayînkirina qeyûman derbeyeke li dijî bergiriyên vîrusê ye’
16:21 '42 sal in em bi vîrûsa dewletê re têdikoşin’
16:19 TJA'yê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da
16:06 Kesê bi gumana vîrûsê çû nexweşxanê: Tu bergiriyek parastinê tuneye
15:49 Hevkariya Tifaqa Kurdistanî: Em bang li AKP’ê dikin dev ji dijminatiya kurdan berde
15:38 Gelê Êlihê dê êvarê li dijî qeyûman çalakiyan li dar bixe
15:37 Di çapemeniya Cîhanê de korona: Li Hindistan û Zelandaya Nû kuçe tên valakirin
15:21 Parêzerên Ocalan tevdîrên ji bo Îmraliyê rêz kirin
15:16 ‘Bi piştevahiya civakî em dikarin ji vê rewşê derkevin’
15:00 Çavdêrxaneya Sûriyê: Ûnsûrên selefî xaniyên Efrîniyan difiroşin
14:38 Hevşaredarên di binçavan de: Em bi awayekê bêhiqûq hatin binçavkirin
14:32 Leyla Guven: Em li malê bimînin, piştevaniya hev bikin û tevdîrên xwe bigirin
13:56 Sancar: Desthilatdarî tenê bekaya xwe difikire
13:42 Ceylan: Qeyûm û zîhniyeta xwe tenduristiya kurdan dixe talûkeyê
13:24 Ji medya civakî bertekên qeyûman: Qeyûm vîrusa li dijî demokrasiyê ye
13:03 Li Edenê 31 kes hatin binçavkirin
12:59 Hevşaredara Yenîşehîrê Dîken piştî 4 mehan hat binçavkirin
12:59 Li cîhanê hejmara miriyan gihîşt nêzî 15 hezarî û li 5 welatan qedexe hat ragihandin
12:52 Cemiyeta Rojnamegerên Îzmîrê ji bo rojnamegeran bang kir
12:30 Hevşaredara Erxeniyê Yildiz: AKP li şûna vîrûs bi vîna kurdan re şer dike
12:16 ‘Tê xwestin ku şertên parastina ji koronayê yên kurdan ji holê bên rakirin’
12:08 Li Girtîgeha Kaniya Xezalan girtiyekê jiyana xwe ji dest da
12:07 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina kolanan dest pê kir
11:45 Ji HDP’ê pêşniyarên çareseriya vîrusa koronayê
11:43 Bi ser Îranê re hatina penaberan didome: Divê tevdîrên lezgîn werin girtin
11:42 Li qawîşên ku girtî li erdê radikevin bergiriyên vîrusê tunene
11:39 Li Êlihê li dijî qeyûm bertek: AKP gefan li tenduristiyê gel dixwe
11:05 Qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê hatin kirin, hevşaredar hatin binçavkirin
10:36 OHD û MED TUHAD-FED: Maske, lepik û dezenfekteyê nadin girtiyan
09:58 Belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê binçav kirin
09:53 'Ji bo hemû girtî bên berdan divê hemû kes seferber bibin'
09:52 Ji Çînê kîtên ku vîrûsê zû tespit dikin anîn
09:23 Işik: Pêwîste ji bo Ocalan mafê hevdîtina telefonê were nasîn
09:23 ‘Heke li rewşa tenduristiya penaberan neyê pirsin wê encamek xerab bîne"
09:22 Aborînas Muftuoglû: Hikumetê şewbê veguherandiye fersenda sermayê
09:22 Nûnerên sendîkayan: Ji bo bi milyonan karker tevdîr nehatine girtin
09:21 Esnafên biçûk: Ji bo me tu tiştek di pakêta Erdogan de nîne
09:20 Polîsan ewilî ew desteser kir û pişt re pereyê wî dizîn
09:19 Esnafên Kemeraltiyê: Wê kî heqê kirê, ceryan û avê bide?
09:19 Ocalan: Modernîteya kapîtalîst bi xwe cinawirek e
09:15 ‘Xebatkarên PTT'ê hem vîrûsê digirin hem jî belav dikin
09:13 Parazvanên mafên mirovan: "Bila bi lez Girtîgeha Îmraliyê vala bikin
09:09 Tuzik li ser ava ye
Kî nexweş e bela ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2020'AN
08:13 Qeyûm tayînî şaredariya Êlih, Farqîn, Licê û Erxenî hatin kirin
22/03/2020
22:28 Li Tirkiyê hejmara miriyên vûrûsê derket 30 kesî
22:00 Li Yewnanîstanê qedexeya derketina derve hat ragihandin
18:27 Li Iraqê 3 kesên din ji ber vîrûsê mirin
18:25 Li Herêma Kurdistan a Federe qedexe heta 1’ê Nîsanê hat dirêjkirin
16:19 Rêveberên HDP’ê li Stenbolê lepik û maske belav kirin
15:34 Li Amedê jinek hat kuştin
13:59 Rewşa dawî ya vîrusa corona: 13 hezar kes mirin û 300 hezar kes bi şewbê ketin
13:54 Pakêta 3’yemîn a Darazê: Girtiyên siyasî têde cih nagirin