NAVENDA NÛÇEYAN – Li cîhanê jejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 14 hezar û 704’an û hejmara bûyeran jî derket 339 hezar û 770'an. Lig elek welatan qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 14 hezar û 704'an. Ji 23’yê adarê ve hejmara kesên bi vîrûsê ketine jî gihîştiye 339 û hezar 770 kesan.
Li Îtalyayê 5 hezar û 476 kesan jiyana xwe ji dest daye. Di nava 24 saetan de 651 kes jiyana xwe ji dest dan. Heta niha 59 hezar û 138'an jî bi vîrûsê ketine.
TIRKIYE
Li Tirkiyê jî hejmara miriyan gihîşt 30 kesan û hezar û 236 jî bi nexweşînê ketine.
SÛRIYE
Wezîrê Tenduristiyê yê Sûriyê Nîzar Yazici jî ragihand ku yekemin bûyera vîrûsê hatiye tespîtkirin û ev kes jî ji derveyî welat hatiye.
ROJAVA
Li herêma Rojavayê Kurdistanê jî ji ber vîrûsê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
BAŞÛR
Li herêma Başûrê Kurdistanê jî qedexeya derketina derve heta nîsanê hat dirêjkirin.
ÎRAN
Li Îranê di 24 saetên dawî de 129 kesan jiyana xwe ji dest da. Li vî welatî bi giştî hezar û 685 kesî jiyana xwe ji dest da.
YEWNANÎSTAN
Li Yewnanîstanê ji ber vîrûsê 15 kesan jiyana xwe ji dest da û îro qedexeya derketina derve hat ragihandin.
DYA
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) heta niha hejmara bûyeran ji 35 hezarî bihûriye. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî gihîştiye 458 kesan.
ÎSPANYA
Li Îspanyayê jî di nava 24 saetên dawî de 394 kesan ji vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Hejmar miriyan li vî welatî jî gihîşt hezar û 720 kesan.
LI BOSNA HERSEK Û QIBRISÊ QEDEXE HAT RAGIHANDIN
Li Bona Hersek û Qibrisê jî qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li her du deveran jî hejmara bûyeran zêde dibe.
ÇÎN
Vîrûsa koronayê ewilî li bajarê Wuhan ê Çînê derket holê. Hejmara kesên li Çînê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 270 kesan. Li Çînê hejmara kesên bi vîrûsê ketine jî derketiye 81 hezar û 54 kesan.
MIRINÊN EWIL
Li aliye Qibrisa Rûm, Kolombiya, Kosova û Bakurê Makedonya mirinên ewil qewimîn.
ELMANYA
Li Elmanyayê hejmara bûyerên vîrûsê gihîşt nêzî 25 hezarî. Heta niha li Elmanya 94 kes mirin e. Li Elmanya hatina însanan a ba hev hat qedexekirin.
ÎNGÎLÎSTAN
Li Îngîlîstanê jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihÎşt 230 kesan. Serokwezîr Boris Johnson di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew ê tevdîrên xurttir bigirin.
ROMANYA
Hat ragihandin ku dê li Romanya jî qedexeya derketina derve were ragihandin.