STENBOL - Welatiyê bi navê M.T. ê bi gumana vîrûsa korona çû Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Dr. Sadî Konûk û 9 saetan ji bo testê rawestiya û encama wî negatîf derket, diyar kir ku li nexweşxanê tu bergiriyek parastinê tuneye û got: “Dezenfekte jî nayê kirin.”
Welatiyê bi navê M.T. ê bi gumana vîrûsa korona (Kovîd-19) çû Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Dr. Sadî Konûk a Bakirkor a Stenbolê tiştên jiyan vegotin. M.T. diyar kir ku ew di 22’yê Adarê de, ji ber bêhn tengiyê çû nexweşxanê û da zanîn ku 9 saetên li nexweşxanê rawestiyaye.
M.T. dest nîşan kir ku li nexweşxanê tu bergiriyek parastinê tuneye û dezenfekte jî nayê kirin.