ÇEWLIG - Piştî nûçeya me ya der barê fabrîkayekê de ku li dijî vîrusa coronayê karker dihatin parastin, maske û lepik li karkeran hatin belavkirin û tevahiya fabrîkayê hat dezenfektekirin.
Piştî nûçeya me ya bi ser navê "Heftê tenê maskeyekê didin karkerên tekstîlê!" li Çewligê tevahiya Fabrîkeya Tekstîla Vesayê hat dezenfektekirin, maske û lepik li karkeran hatin belavkirin û carê 4 karker bi hev re diçin xwarinê dixwin. Her wiha rayedarên Tekstîla Vesayê jî destnîşan kirin ku heger pêşî li ber vîrusa coronayê neyê girtin ew ê jî navberê bidin hilberînê.
LEPIK Û MASKEYAN BI RÊK Û PÊK DIDIN WAN
Karker Fatma Bektaş, anî ziman ku li têketina fabrîkayê her roj germa laşê wan bi amûrekê tê kontrolkirin û got: "Li xwaringehê jî ji bo qerebalixî çênebe em carê 4 kes diçin. Mase û sendelyeyên xwaringehê ji hev hatin dûrxistin û hejmara wan hat kêmkirin. Roja şemiyê karkerên şaredariyê hatin fabrîke dezenfekte kirin. Di navbera karkeran de bi qasî metre û nîvê mesafe heye. Di warê maske û lepikan de pirsgirêk tuneye. Ev hefteyek e şert û mercên me yên paqijiyê baştir bûne."
Karker Mehmet Akbalik jî diyar kir ku di demên dawî de maske û lepik bi awayekî rêk û pêk tên dayîn û got: "Gava em diçin hundir em bi şopa tiliyê diçin. Piştî karker tiliya xwe lê dixin dikevin hundir û ew bişkok jî tim tê dezenfektekirin. Di navbera karkeran de mesafe esas tê girtin."
Karker Berna Bal jî diyar kir ku êdî kevçî û çetelên li xwaringehê jî di nav peçeteyan de tên dayîn û gava xwarina xwe digirin jî li mesafeyê miqate ne.
Her wiha rayedarên Tekstîla Vesayê jî destnîşan kirin ku heger pêşî li ber vîrusa coronayê neyê girtin ew ê jî navberê bidin hilberînê.