STENBOL – Li Stenbolê du hekîmên malbatan bi vîrûsa koronayê ketin.
Serokê Desteya Rêveberiya Komeleya Hekîmên Malbatan a Stenbolê (ÎSTAHED) Dr. Kutbettîn Demîr daxuyand ku du hekîmên malbatan bi vîrûsa koronayê ketine. Demîr ê ji Rojnameya Cumhuriyetê re axivî behsa tevdîrên li dijî vîrûsê kir. Demîr got heke tevdîr neyên girtin dê hejmara bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê bikevin dê zêdetir bibe.