AMED – Hevşaredarê Gêlê Mustafa Akkûl bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin. Her wiha li Hevşaredarê Licê Tarik Mercan û Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak jî cezayê derketina derveyî welat û cezayê heta lêpirsîn bi dawî bibe cihê lê dimînin neterikînin hat birîn.
Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, Hevşaredarê Licê Tarik Mercan û Hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkûl ku piştî qeyûm tayinî şûna wan hat kirin hatibûn binçavkirin, piştî karên li emniyetê sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.
Dadgeha Cezayê Sulhê li Toprak û Mercan cezayê derketina derveyî welat û cezayê heta lêpirsîn bi dawî bibe cihê lê dimînin neterikînin hat birîn. Hevşaredarê Gêlê Mustafa Akkûl bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin.