* Serokên Baroyên Wan, Colemêrg û Mûş, pakêta darazê ya pêşkêşî meclîsê bê kirin nirxandin û xwestin vê pakêtê ji bo aştiya civakî bikin firsend. Serokên baroyan xwest ev pakêt hemû girtiyan jî têxe nava xwe.
* Endama Piştevaniya Morê Denîz Ûslû, diyar kir ku ji ber vîrusa coronayê dimaldemayîn dibe ku ji bo jin û zarokan bibe sedema şidet û îstismarê û got, divê xetên îxbarkirinê bên çalakirin.
* Serokê Duyemîn ê ÇHD'ê Parêzer Umît Buyukdag, anî ziman ku divê fikra rêxistinên civaka sivîl a der barê pakêta darazê de jî esas bê girtin û got, a divê esas bê girtin jiyana mirovan be.
* Serokê Giştî yê DGN-SEN'ê Mûrat Bostanci, diyar kir ku li depoyên mexazeyên ji ber vîrusa coronayê hatine girtin mesaiya karkeran hatiye zêdekirin û got, rojek berî rojekê divê bi awayekî biheq destûra karkeran bê dayîn.
*Li Tirkiyeyê ji 3 bajarên ku herî zêde bi talûkeya vîrusa coronayê re rû bi rû ne yek jê jî Wan e. Li bajêr welatiyên ku mecbûr in bixebitin pirsîn: "Heger em derneyên û ne xebitin wê kî li debara malbata me bike?"
* Hikûmet, di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa coronayê, hewl dide nexweşxaneyên bajêr têxe dewrê. Bi vî hawî armanca hikûmetê ew e ku nexweşan bibe derveyî bajêr û îzole bike.
* Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Parêzer Mehtap Sert, bal kişand ser şideta ku dibe ji ber vîrusa coronayê zêde bibe û di vê rewşê de rê û rêbazin ku divê jin li gor wê tev bigerin.
* Apê girtiyên nexweş Gulser Ozbay û Fatma Ozbay ku di Girtîgeha Jina ya Şakranê de ne, ji bo neberdana girtiyan got: "Dibin sedema mirina girtiyan."
* Bi belavbûna vîrusa koronayê re li gel hişyariya ‘Li Malê Bimîne’ jî parq, kuçe û kolanên sereke têje mirov in.
* Hevseroka Şaxa SES'ê ya Îzmirê Nûrsel Yucesoy, diyar kir ku her diçe hêjmara nexweşe şewba vîrûsa corona belav dibe û xizmetkarên tenduristiyê jî bi vê şewbê ketine. Yucesoy, xwest hikûmet tedbiran bigirin.
* Pêşketinên derbarê vîrûsa korona (Kovîd-19) a li bajarê Vuhan a Çînê derket holê û li tevahiya cîhan û Tirkiyeyê belav bû de, wê bên şopandin.
*Desteya Giştî ya Meclîsê, wê mijarên di rojeva xwe de binirxîne.
*Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, wê derbarê vîrûsa korona, tayînkirina qeyûman û pêşnûmeya qanûna înfazê de li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12:00)