ELIH - hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ku sewqî edliyeyê hatin kirin, bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin.
Di 23’ê adarê de Şaredariya Êlihê hatibû desterserkirin û qeyûm tayînî şûna Hevşaredar Mehmet Demîr û Songul Korkmaz hatibûn kirin. Di heman demê de Hevşaredar Demîr û Korkmaz bşi serdegirtina malê hatibûn binçavkirin. Demîr Korkmaz, piştî îfadeyên xwe yên li dozgeriyê, bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Dozgeriyê xebatên hilbijartinê, şahiyên vekirina buroyên hilbijartinê û danasîna namzetan û rêzigirtinê ji hevşaredaran pirsî.