ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê ji welatiyên ku li navçe û nava baj derdikevin kolanan xwest ku dernekevin dervê malê xwe û ji bo parastinê li malên xwe bimînin.
Rêxistina Partiya Demokratik (HDP) ya Şirnexê ji bo welatiyên li navçe û nava Şirnexe derdikevin kolanan, têkildarî talûkeya vîrûsê hişyar bike xebat dan destpêkirin. Rêxistina HDP'ê li dijî (Covid-19) welatiyan hişyar dike û dixwaze welatî ji malên xwe dernekevin. Parlamenterên HDP'ê Hasan Ozguneş jî di navde rêveberên HDP'ê li kolanan welatiyên komî digerin hişyar dikin û dixwazin her kes tekevin malên xwe û ji malên xwe dernekevin. Rêveberên HDP'ê ku di navde Hevşaredarên Sîlopî Adalet Fidan û Suleyman Şavluk jî hene, li kolanan geriyan û welatiyên li pê PTTê kombûne u welatiyên din hişyar kirin û xwestin xwe bi parezirin. Hevşaredar Fidan, bang li welatiyan kir û xwest ji b xwe ji vê şewbê biparêzin heta ne pir mecburî be ji malên xwe dernekevin.
Li navçeyên Cizîr û Hezexê jî rêveberên HDP'ê bang li welatiyan kir û xwest ji malên xwe dernekevin.