NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê bi gelek zimanan vîdeo parve kirine û di vîdeoyana de bal kişand ser vîrûsa coronayê û got: "Dernekeve Derve".
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi kurdî, erebî, ermenkî û suryankî vîdeo parve kirin û bal kişand ser vîrûsa coronayê.
HDP'ê li ser hesabê xwe yê fermî yê twîtterê got: "Em bi her zimanî bang li gelê xwe dikin ku 'di mal d ebimîne'. Çimkî li dijî vê vîrûsê, ji xeynî xweparastinê, parastina hezkiriyên û gelê xwe tu çareyek din tuneye. Ji bo em bi awayekî xurtir û pev re dakevin kolanan divê em niha dernekevin derve û di mal de bimînin. #DernekeveDerve”.