ENQERE - Ji ber vîrûsa corona gelek kolan û neqebên Enqereyê vikî vala mane. Lê qelebalixiya li Qada Îtfaiyê ya bazara xizanan, pêşiya PTT û ÎŞKUR'ê balê dikişîne ser xwe. Nûçegîhanên me yên tedbîrên tenduristiyê yên şexsî girtin, derketin kolanê û bi wêneyan rewşa kolanên Enqereyê raxistin pêş çavan. Wêne rewşa rojên bi Corona yên Enqereyê nîşan dide.
1- Welatiyê 62 salî ku xaniyê wî tune, li Kolana Saglik 1, ji çopan xwarinê kom dike.
2- Li pêş Dost Kîtap Evî ku bûye remza bajar, navbera welatiyên li ser bankan rûniştine balê dikişîne.
3- Bazara Yenîşehîr ku yek ji cihê herî qelebalix ê Semtê ye, hemû dezgeh girtî ne.
4- AMV ya Kizilay ku êdî girtî ye, meşa turîstên Efrîqayî ya li kolanê ku bi tenê dimeşin balê dikişîne.
5- Kolana Ziya Gokalp ku beriya şewbê ji aliyê trafîkê ve kolana wê herî qelebalix a Kizilayê bû, niha êdî trafîk pir kêm e.
6- Li kolana Konur a sembol a Enqereyê êdî mirov bi tiliyên destan tên jimartin.
7- Girseya li dora Bîrdariya Mafê Mirovan ku Walîtiya Enqereyê di 2017’an de heta 26 mehan bi hinceta "Ewlehiyê" xistibû binçavan û dorpêç kiribû, êdî belav bûye.
8- Rêboriya jor, a li hemberi Edliyeya Enqereyê, piştî edliyê navber daxizmetê êdî sewal di ser de diçin û tên.
9- Peykerê "Mirovê li ser piyan" mirovan sewqî girêdana maskeyan dike.
10- Li bin pira Sıhhiye maskeyên rengo reng ên bi destan hatine çêkirin bi 10 TL tên firotin.
11- Li pêş Edliyeya Enqereyê êdî tenê polîs radiwestin.
12- Welatiyên ku navber xistine nava xwe û li Parka Abdi Îpekçî hewayê distînin mizgîniya biharê didin.
13- Li pêş PTT'ê welatî ji bo fatura û kargoyên xwe bişinin ketine dorê.
14- Li Çankayayê esnafan dikan girtine. Li navçeya Altındag a ku welatiyên xizan lê dijîn, li Pazara Qada Îtfaiyê qelebalixiya mirovan balê dikişîne.
15- Li dikanên bajer refê kolanya tev vala ne.
16- Li Hewşa Mizgefta Kocatepe bêdengî heye.
MA / Emrullah Acar - Eylem Akdağ