ENQERE - Kesên dixwazin Belgeya Destûra Geştê bigirin, êdî dikarin bi rêya e-Dewletê serlêdan bikin. Encama serlêdanê dê wekî peyamek kurt bê şandin.
Ofîsa veguhertin a Dijîtal a Serokomariyê, di çarçoveya parastina vîrûsa corona (Covid-19) de diyar kir ku ji niha û şûnde kesên bixwazin Belgeya Destûra Geştê bistinin dikarin bi rêya e-Dewletê serlêdan bikin. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku welatiyê belgeya wan tune be êdî dê nikaribin derevin geşt û gerê.
Ji bo pêvajoya serlêdnê ev agahî hatin parvekirin:
“* Di ser deriyê E-Devletê re serlêdanê bikin.
* Serlêdana we dê ji Saziya Destûra Geştê re bê ragihandin. Sazî dê serlêdana we binirxîne.
* Saziya Destûra Geştê piştî serlêdana we nirxand, dê ji bo kesên serlêdan kirine bi SMS'ê peyama ‘Serledana we hat qebûlkirin' an jî 'Serlêdana we hat redkirin' bişîne.
* Welatiyên serlêdana wan hat qebûlkirin, dê li otogar an jî balafirgehan, li Maseyên Serlêdanê piştî Nûmara Nasnameyê ya T.C. hat piştrastkirin bê qebûlkirin."