ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku ligel giştînameya Wezîrê Tenduristiyê, dîsa nexweşxaneyên taybet pereyan ji welatiyan distînin û ev pirs ji Wezîr Koca pirsî: “Nexweşxaneyên taybet ji bo nexweşên bi şewba vîrûsa corona ketine derman bikin, pereyekî pir zêde ji nexweşan distînin. Hûn çima destûr didin wan?"
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Garo Paylan, têkildarî nexweşxaneyên taybet ên ku pereyan ji nexweşên bi şewba vîrûsa corona (Covid-19) distinin pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca bibersivîne.
Paylan, anî ziman ku li gel Wezareta Tenduristiyê giştînameyek weşandiye û li gorî vê giştîname/rêzikname yê divê nexweşxaneyên taybet pereyan ji kesên bi şewba vîrûsa corona (covit19) ketine nestîne û ev pirs ji Wezir Koca pirsîn:
“* Sedema ku Nexweşxaneyên Taybet pereykî pir zêde ji kesên bi şewba vîrûsê ketine û li cem wan tedawî dibin, distîne çiye? Hûn çima destûrê didin wan?
* Wekî Îspanyayê hemû nexweşxaneyên taybet xiztine xizmeta cemaweriyê. Hemû nexweşên bi şewbê bê pere derman dike. Hûn çima xizmeta dermankirina wekhev û bê pere nadin welatiyan?
* Hûn çima giştînameyek ku hemû nexweşxanên taybet û cemaweriyê ku hemû nexweşan bê pere derman bike dernaxin.?"