'Tirkiyeyê mîlyonek kes bê av hiştin’

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semar Ebdullah, diyar kir ku Tirkiyeyê milyonek mirov bêav hişt û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku Tirkiyê hişyar bike. 

Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê ya bajarên weke Şedadê, Hol, Hesêkê, Til Temîr, Amûdê û Dirbesiyê girêdayî wê ne Semar Abdullah, diyar kir ku Tirkiyeyê ava tesisata Elok a pêviyê kantonê pêşwazî dike biriye û bertek nîşanî komên girêdayî Tirkiyeyê yên av birîne da. Ebdullah ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û da zanîn ku Tirkiyeyê mîlyonek kes bê av hiştine.
 
'DIVÊ HER KES LI GORÎ BIRYARÊ TEVBIGERE'
 
Semra Ebdullah bang li gelên herêmên Kantona Hesekê (Şedadê, Hol, Hesekê, Til Temir, Amûdê, Dirbesiyê) kir ku li gorî biryarên Rêveberiya Xweser tevbigere.
 
Semar Ebdullah bal kişand ser biryara qedexeya derketina derve ya li herêmê û got, "Vîrûsa korona li çar aliyên dinyayê bi lez belav dibe. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşîgirtina li belavbûna vê şewbê li herêmê derketina derve qedexe kir. Rêveberiya Xweser ji bo parastina tenduristiya gel ev biryar da û divê her kes li gorî wê tevbigere. Ji bo ev şewb negihêje Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê her kes tevdîran bigirin û çi ji dest tê bikin."
 
'JI MALÊ DERNEKEVIN'
 
Semar Ebdullah bang li gel kir ku ji bo parastina malbat û civaka xwe li malê bimînin û got, "Li cihê komî nebin. Ji bilî pêwîstiyên lezgîn bila gelê me ji malê dernekeve. Wezîfeya me ya sereke parastina gelê me ye. Ji bo vê jî em tevdîran werdigirin."
 
'KARÊ DEZENFEKTEYÊ BÊNAVBER DIDOME'
 
Semar Ebdullah li ser tevdîrên li Kantona Hesekê anî ziman, ku tevdîr bi du qonaxan tên girtin û di qonaxa duyemîn de avahiyên cemaweriyê û qadên hevpar hatin paqijkirin û dezenfektekirin. Semar Ebdullah ji bo qonaxa duyemîn jî diyar kir ku kolan û tax hatin paqijkirin û dezenfekte kirin. Semar Ebdullah got, "Bi navê Kantona Hesekê bi rêya şaredariyan me li bajêr karê paqijiyê û dezenfekteyê kirin. Li herêmên ser bi kantonê hemûyan karê dezenfekteyê dewam dikin. Me malzemeyên paqijiyê û dezenfektanên antî bakteriyel belav kirin. Avahiyên cemaweriyê hemû hatin dezenfektekirin. Piştre jî kolan û tax hatin şuştin û dezenfektekirin."
 
'PÊWÎSTIYÊN BINGEHÎN WEKE ÇEKÊ TÊN BIKARANÎN'
 
Semar Ebdullah li ser qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve diyar kir ku bi vê yekê re milyonek mirov bêav hatine hiştin. Semar Ebdullah got, "Ava tê herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate birîn. Pirsgirêkên mezin derdikevin holê. Şewba vîrûsa koronayê li dinyayê belav dibe. Dema ku li herêmê av nebe, rewş bêhtir metirsîdar dibe. Pêwîstiya herêmê bi avê heye. Dewleta Tirk pêwîstiyên bingehîn ên gel weke çekekê bi kar tîne. Gel ji vê yekê gelekî aciz e."
 
'DIVÊ HESAB JI DEWLETA TIRK BÊ PIRSÎN'
 
Semar Ebdullah ragihand, ji ber qutkirina avê tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê lawaz bûn û got, dewleta Tirk bi birîna avê sûcê li dijî mirovahiyê dike. Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semar Ebdullah diyar kir ku divê hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn û got, "Birîna avê wê rê li ber nexweşiyan û belavbûna nexweşiyan veke. Nebûna avê karê me yê dezenfekteyê jî lawaz dike. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên navneteweyî û raya giştî ya navneteweyî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin."

Sernavên din

31/03/2020
13:01 Li Edenê 550 kes ji ber vîrûsa korona tên dermankirin
12:42 Li gorî anketa TTB’ê xebatkarên tenduristiyê di bin rîskê de ne
12:39 Li Amedê hejmara kesên bi vîrûsê ketine ji 150 derbas kir
12:18 ‘Qeyûn herî zêde êrîşî destkeftiyên jinan dike'
12:04 SES’ê têkildarî zarokên bi koronayê ketine daxuyanî da
12:03 Ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhayê hişyariya maske
12:02 Tirkiye bi zêdebûna hejmara kesên bi vîrûsê ketin gehişt rêza 12’emîn
11:35 Li Çermîkê 7 mal kirin bin qarantînayê
11:33 Bilgen: Pêvajoya qeyûm, pêvajoya bêçaretiyê ye
11:02 Danişîna dayika 2 berastengan Elîf Kisa ya girtî sibe ye
10:40 Xwendekarên Zanîngehê: Pergal ji vîrûsê kujertir e
10:33 Hamî yê bi felc 7 meh in bi tena serê xwe dijî: Bila qedexeya derveyî welat ji ser min were rakirin
10:19 Prof. Dr. Coşkun: Divê pisporên tenduristiya ruh jî di Lijneya Zanistê de cih bigirin
10:18 ‘Karkerên ji ber vîrûsê bimirin, cînayeta kare’
10:00 Esnaf hem li dijî koronayê hem jî li dijî hilweşandinê têdikoşe
09:09 'Deriyê zindanan venekin em ê dakevin qadan'
09:09 ‘Girtîgehan bikin nexweşxane’
09:07 Serokê Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Divê pisporên tenduristiya gel vê şewbê bi rê ve bibin
09:05 'Bila bavê min û girtiyên nexweş hemû bên berdan'
09:04 Xizmên girtiyan: Bila girtîgeh giş bên valakirin
09:02 Qeyûmê Mêrdînê vê carê jî di bin navê 'bedêla lênerînê' de heqê avê biha kir
09:01 Fikir û nêrîna welatiyan a ji bo tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê
09:00 ROJEVA 31’Ê ADARÊ 2020'AN
08:18 Ji bo kampa Mexmûrê li ser medya civakî kampanya hat destpêkirin
30/03/2020
20:55 Li Erzingan û Dersimê 4 gund hatin karantînakirin
19:56 Li Tirkiyeyê hêjmara kesên ji ber coronayê mirin bû 168
18:48 39 saziyên civakî: Em di înfazê de wekheviyê dixwazin
17:35 Li Qamişloyê xebatên li dijî vîrusê didomin
17:13 Berdevkê QSD'ê têkildarî girtîgehê daxuyanî da
17:03 MED TUHAD-FED ji bo girtiyan dest bi kampanya 1 milyon îmze dike
17:01 Bersiva ji bo Wezîr Gul: Ji bo girtîgehan tevdîra pêwîst berdana girtiyan e
16:40 Li 39 deveran karantîna tê sepandin
16:28 Ji bo kesên ji Stenbolê hatine Mêrdînê hişyarî!
16:12 Li ber şaxên PTT’ê tevî bariyeran jî xelk dikeve dorê
16:06 Berdevkê CHP'ê: Îqtîdar ji berpirsiyariyê direve
15:42 Ji Bo Hemû Xebatkaran Platforma Tenduristiyê hat avakirin
15:36 Komeleya Jinê ya Rosayê pergala xebatên xwe parve kir
15:32 Karkerên ku ji aliyê qeyûm ve ‘ne serkeftî’ hatin hesibandin çalakî kirin
15:29 Li Qersê 3 gund û taxek xistin karantînayê
15:27 'Zarokên bi vîrûs û bê vîrûs xistin heman unîteyê'
14:53 'Em şopa lingên ruhê Kizilderê dişopîn in'
14:53 Li gund tenê malbata zarokê bi koronayê ketiye testa wan hatiye kirin
14:46 Walîtiya Amedê alîkariya HDP’ê ya ji bo extiyaran asteng kir
14:40 Keştiya Ro-Ro ya li Deryaya Egeyê bi şika vîrûsê li holê ma
14:38 Sancar banga ‘Navenda Koordînasyona Krîzê ya Neteweyî’ kir
14:24 Wezîrê Dadê: Personêlên girtîgehan wê neçin malên xwe
14:19 ‘Divê hemû pêdiviyên civakê bêne pêşwazîkirin'
14:08 Di rojeva çapemeniya cîhanê de mijara koronayê
13:55 HDK: Polîtîkayên şaş bû sedem ku şewba vîrûsê belav bibe
13:54 Kaçmaz: Li Çiyayê Cûdî komkujî pêk tê
13:32 ÎHD: Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bergiriyên pêwîst nehatin girtin
13:08 Kargehên ku karên wan hatine rawestandin dikarin serî li pereyê xebata kurt bidin
13:00 'Tirkiyeyê mîlyonek kes bê av hiştin’
12:59 Paylan ji Wezîr Koca pirsî: Hûn çima destûr didin nexweşxaneyên taybet pereyan ji nexweşan bistîn in?
12:58 Hefteyek dema karantînaya yên ji Imrê hatibûn hat dirêjkirin
12:29 Li Elkê di dawiya adarê de befir barî
12:29 ‘Tu tişt ji jiyana mirovan ne girîngtir e’
12:10 Kesên belgeyên destûra geştê bigirin, dikarin bi e-Devletê serlêdan bikin
12:04 TTB: Herî kêm divê 30 hezar test bên kirin û îzolasyona hişk bê pêkanîn
11:58 Hemşîreya bi koranayê ket jiyana xwe ji dest da
11:29 Ajokarê TIR'ê Yilmaz: Min hawara xizanan anî ziman
11:25 Ji Girtîgeha Hesekê hin DAIŞ’î reviyan
11:07 Li Hewlêrê 8 kesên din bi vîrûsa korona ketin
11:06 Operasyona leşkerî ya li bejahiya Pasûrê bi dawî bû
10:48 Li Wanê gundek û 2 mezra xistin qarantînayê
10:16 Bijîşkê Meclîsê xistin bin çavderiyê
10:13 Li cîhanê şewba Covid-19 belav dibe: 723 hezar derbas kir
09:54 Baroya Mêrdînê êrîşa li dijî goristana êzidiyan şermezar kir
09:46 Tayip Temel: Xwe parastin welatparastin e
09:18 Şener: Gotinên Erdogan li dijî Hîqûqa Îslamê ne
09:18 Gelo gardiyan bê maske û lepik dixebitin?
09:12 ‘Ger dewlet bi vê şewbê nekare wê hebûna wê bê nîqaşkirin'
09:12 ‘Divê ku sererastkirina înfazê bi herkesî bêhn bide berdan’
09:11 Li Çiyayê Cûdî navbera baregehên leşkerî 5 kîlometre ye
09:11 Di encama rapora Zanîngeha Londonê de 3 polis bûn gumanbarên cînayeta Elçî
09:10 Karkerê tenduristiyê ku rojê maskeyek digire: Dewletê me ji çavên xwe derxistiye
09:10 Li dijî vîrûsê pêşniyara çareseriya herêmî
09:09 Ocalan: Çareserî aqilê civakî ye
09:00 ROJEVA 30’Ê ADARÊ 2020'AN
08:38 ATO: Li Enqereyê 18 xizmetkarên tenduristiyê bi cewba Covid-19 ketin
29/03/2020
20:01 Li Tirkiyê 23 kesên din bi vîrûsêmirin: Hêjmar gihişt 131 kesan
18:43 Hêzên eskerî yên Emerîka ji Kerkûkê vekişiya
18:33 Covîd-19: Li Îranê rewş her ku diçe giran dibe
16:24 7 xebatkarên ÎETT’ê bi şika vîrûsê xistin qarantînayê
15:45 Meclîsa Jinan 'Rehbera Xweparastinê' amade kirin
15:42 Prz. Nuray Ozdogan: Bi vê guhertina rêziknameya înfazê, dê sepanên dijminantiyê bidomin
15:12 Kedkarên tenduristiyê divê tim bên kontrolkirin
15:05 Ji Wezîrê Tenduristiyê re nameya vekirî şandin: Bila zelal û aşkere be
13:54 Li gel rîska şewba vîrûsa corona bi sedan karker bi hevre kar dikin
13:22 Uca êrîşa li dijî goristana Êzidîyan şermezar kir: Hurmetên nîşanî miriyan bidin
12:57 Helîkopterên TSK'ê gundên Biradost gulabaran kirin
12:31 Tirkiye çar car in avê ji ser Hesekê qut dike
12:24 MED TUHAD-FED: Girtî bi Vîrusa Koronayê tehdîd kirin
12:23 Dayika girtî ya 72 salî: Em vê bê edaletiyê qebûl nakin
11:12 Li cîhanê ji ber Covid-19 zêdeyî 30 hezar mirov mirin
10:35 Bi wêneyan kolanên Enqereyê
09:41 Prz. Demîrbag: Li derve hiştina girtiyên siyasî ya pakêta darazê li dijî rêgeza wekheviyê ye
09:22 ‘Hêj girtîgeh nebûne gorên komî vala bikin’
09:06 'Tayînkirina qeyûman a vê pêvajoya şewbê hiqûqa dijminantiyê ye'
09:05 Qeyûm çawa hat vebijêrka 'kurdî' ya malpera Şaredariya Êlihê jê bir