NAVENDA NÛÇEYAN - 3 gundên navçeya Kemah a Erzinganê û li gundekî navçeya Mazgêrd a Dersimê ji ber ku di 2 kesan de vîrûs hatiye tespîtkirin gund hatiye karantînakirin.
Walîtiya Erzinganêê daxuyand ku gundê Mûratboynû, Eskîbaglar û Gedîktepe yê navçeya Kemah a Erzinganê hatine karantînakirin û têketin û derketina van gundan hatiye qedexekirin.
Her wiha li gundê Geçîtveren ê navçeya Dersimê jî piştî di 2 kesan de vîrûsa coronayê hat tespîtkirin gund hat karantînakirin û têketin û derketin hat qedexekirin. Hat diyarkirin ku piştî 6 kesên ji Stenbolê hatine gund vîrûs belav bûye.