‘Girtîgehan bikin nexweşxane’

img

AMED – Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz derbarê talûkeya vîrûsa coronayê ya li ser girtîgehan diyar kir ku niha firsendeke mezin e ku girtîgeh werin vala kirin û wan bikin kampusên nexweşxaneyan û got: “Ger gav neyên avêtin wê demên pêş de jiyana girtiyan bikeve xetereyê.”

Hevserokê Federasyona Komeleyeyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan a MED'ê (MED TUHAD-FED) Mehmet Temîzyuz têkildarî talûkeya vîrûsa coronayê (Covid19) a li ser girtîgehan axivî. Temîzyuz, bal kişand ser talûkeya vîrûsa coronayê û wiha got: “Divê demê ku jiyan di xeterê de û tedbîr neyên standin girtîgeh in. Ji ber ku rewşa girtîgehan ji hêla hewagirtinê, paqijiyê û ji hêla xwarinê da kêm dimîne. Hejmara girtiyan jî ji kapasiteya wan gelek zêde ye. Mirovên pispor ji bo vê nexweşiyê dibên gereke di nava mirovan de metre û nîv navber hebe lê em li girtîgeha dinêrin ranzeyên wan bi hev ve ne an jî du girtî li ser cihekê radizin.” 
 
‘DIVÊ GIRTÎGEH BÊN VALA KIRIN’
 
Temîzyuz, diyar kir ku  Wezareta Dadê tedbîr bi qedexeya ziyaretên malbatan û parêzeran girtin û wiha axivî: “Tedbîrên wezaretê têra nake. Ji aliyekî gardiyan hene, leşker hene. Temasa van bi civakê re heye. Ji aliyekî girtiyên nexweş hene diçin nexweşxaneyan û tên, dermankirina wan berdewam dike. Ji ber vê tedbîrên ku niha di girtîgehan de hatine girtin ne bes in. Ji ber wê yekê gavên ku hin dewletan ji bo girtîgehan avêtiye  divê Tirkiye jî wan esas bigire. Ew gav çi ne? Ji bo ku pêşiya nexweşiyê were girtin divê girtîgeh bên vala kirin. Mînak Îtalyayê û Emerîkayê gav avêtin. Li Afganîstanê tahliyekirina girtiyan di rojevê de ye. Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişandin ser tahlûkeya girtîgehan. Diyar kirin ku ev nexweşî hêj negihiştiye asta pêşî negirtinê tedbîran bistînin. Niha Tirkiye jî di asteke destpêkê de ye. Hêj di nava civakê de zêdetir nebûyî divê pêşiya li girtîgeha û belavbûnê bê girtin.Têkeve hundirê girtîgehan û şunde girtî werin berdan ew girtî dê di nava civakê de bimînin. Tu wateya berdana wan nabe.”
 
GARDIYAN JI BO GIRTIYAN TALÛKE YE 
 
Temîzyuz, da zanîn ku dema malbatên girtiyên jî dibên tedbîrên ji bo ku vîrûs li girtîgehan belav nebe tunin û wiha berdewam kir: “Li hinek girtîgehan dezenfekte, paqijî nayê kirin û kolonya nadin girtiyan.  Ev nayê qebûl kirin. Rewşa girtîgehan a heyî nayê qebûl kirin. Rewşa girtîgehan rewşeke xeter e. Divê dewlet di vê hêlê de cidî tevbigere û bê cudahî gavan biavêje. Berpirsyariya pirsgirêkan dewlet e.” Temîzyuz, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de parêzer çûn girtîgeha rapor amade kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe:  “Di raporan de jî tê gotin ku gardiyan û leşker tahlûkeya ku heyî nabînin. Bi hevre digerin, di destê wan de lepik tune ye, rûpoşên wan tune ne.  Girtiyên ku bi parêzeran re hevdîtinê dikin jî ne lepikê wan ne jî rûpoşa wan heye. Di derketina telefonan jî lazim e girtî bi lepik û rûpoşan derkevin. Temasê derveyî odeyên xwe dikin.”
 
‘TEDBÎRÊN KU HATÎ STANDIN TÊRA NAKE’
 
Temîzyuz, anî ziman ku rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê li girtiyan gef xwariye û wiha lê zêde kir: “Rayedarên Girtîgeha Aksarayê ji girtiyan re gotiye ‘heke hûn şert û mercên me yên 12’ê Îlonê qebûl nekin em girtiyên edlî yên ku bi nexweşiya vîrûsê ketî em bînin nava we’ bi riya malbatan ev digihe saziyên me. Ji xwe me bi raya giştî, saziyên hiqûqnas û parlementeran re parve kir. Niha di hinek girtîgehan de em tenduristiyê bidin aliyekê girtî bi mehan di hucreyan de dimînin. Rojê saetekê derdixin ku hewayî bistînin. Ji ber wê em dibêjin tedbîrên ku hatî standin tera nake.” Temîzyuz, bilêv kir ku ev rewşa ku tê de derbas dibin ji bo hikumetê ezmûneke mezin e û wiha domand: “Ewqas girtîgeh hatin çêkirin. Niha firseteke mezin e ku girtîgeh werin vala kirin û wan bikin kampusên nexweşxaneyan. Di vê hêlê de gav neyên avêtin demên pêş de wê jiyana girtiyan bikeve xetereyê.”
 
DEMA GIRTIYÊN NEXWEŞ DIBIN NEXWEŞXANEYÊ TEDBÎRAN NAGIRIN
 
Temîzyuz bal kişand ser girtiyên nexweş û wiha pê de çû: “Malbata girtiyekî nexweş xwe ji mere got ‘Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê ji bo ku vîrûs negihe wan tu tedbîr nehatine standin. Lepik û rûpoşan nadin wan. Tedbîran nagirin.' Girtiyên nexweş dê di van şertan de çawa bêne derman kirin. Hewce bû vîrûs çawa hat Tirkiyê girtiyên nexweş bihatibûna berdan. Kesekî ku 28 sala di girtîgehê de mabe û nexweş be saleke wî maye ku serbest were berdan. Êdî dewlet çi ji vî kesî dixwaze? Dikarin wan li malê bigirin. Dikarin hinek rê û rêbazên din pêş bişin. Qanûnên ji bo girtiyên nexweş hene, lê pêk nayên. Girtiyen ku raporên wan jî heyî Tiba Edlî îdeolojîk lê dinêre. Li gorî darizandinê nêzîk dibe.”
 
4 HEZAR MALBATAN JI WEZARETA DADÊ RE DAXWAZNAME ŞANDIN
 
Temîzyuz, anî ziman ku MED TUHAD-FED û komeleyên girêdayî wê hişyariyek derxist holê û got: “Pêwiste her kes li dijî talûkeya vîrûsê ji bo girtiyan dengê xwe derxe. Deng derxistin çiye? Em dibên bi riya çapemeniyê, di qada medyaya civakî de dengê xwe derxînin. Ji  Wezareta Dadê re daxwazname bişînin. Me kampanya 1 milyon daxwazname da destpêkirin. Me bi 4 hezar malbatên xwe re bi awayekî kolektif ji Wezareta Dadê re daxwazname şandin. Malbat ji bo girtigehan bang li civakê dikin. Dayika Sakîne Arat a 90 salî bang dike. Divê hikumet û civak dengê Dayika Sakîne bibhize. Bêjin dayik çi dixwaz e? 
 
‘EM HEMÛ BERPIRSIYAR IN'
 
Temîzyuz, herî dawî got: "Di paketa darazê de çiqas kesên sûc li hemberî civakê û kesan kirine dê bêne berdan, lê kesên ji ber fikren xwe girtî ne, di paketê de cih nagire. Divê civak qebul neke. Divê qanûnên ji bo hemû girtiyan bên derxistin. Em bang li malbat, raya giştî, saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî tevan dikin. Sibê tiştek li girtîgehan çêbe em hemû berpirsyar in.” 
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme 

Sernavên din

31/03/2020
13:01 Li Edenê 550 kes ji ber vîrûsa korona tên dermankirin
12:42 Li gorî anketa TTB’ê xebatkarên tenduristiyê di bin rîskê de ne
12:39 Li Amedê hejmara kesên bi vîrûsê ketine ji 150 derbas kir
12:18 ‘Qeyûn herî zêde êrîşî destkeftiyên jinan dike'
12:04 SES’ê têkildarî zarokên bi koronayê ketine daxuyanî da
12:03 Ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhayê hişyariya maske
12:02 Tirkiye bi zêdebûna hejmara kesên bi vîrûsê ketin gehişt rêza 12’emîn
11:35 Li Çermîkê 7 mal kirin bin qarantînayê
11:33 Bilgen: Pêvajoya qeyûm, pêvajoya bêçaretiyê ye
11:02 Danişîna dayika 2 berastengan Elîf Kisa ya girtî sibe ye
10:40 Xwendekarên Zanîngehê: Pergal ji vîrûsê kujertir e
10:33 Hamî yê bi felc 7 meh in bi tena serê xwe dijî: Bila qedexeya derveyî welat ji ser min were rakirin
10:19 Prof. Dr. Coşkun: Divê pisporên tenduristiya ruh jî di Lijneya Zanistê de cih bigirin
10:18 ‘Karkerên ji ber vîrûsê bimirin, cînayeta kare’
10:00 Esnaf hem li dijî koronayê hem jî li dijî hilweşandinê têdikoşe
09:09 'Deriyê zindanan venekin em ê dakevin qadan'
09:09 ‘Girtîgehan bikin nexweşxane’
09:07 Serokê Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Divê pisporên tenduristiya gel vê şewbê bi rê ve bibin
09:05 'Bila bavê min û girtiyên nexweş hemû bên berdan'
09:04 Xizmên girtiyan: Bila girtîgeh giş bên valakirin
09:02 Qeyûmê Mêrdînê vê carê jî di bin navê 'bedêla lênerînê' de heqê avê biha kir
09:01 Fikir û nêrîna welatiyan a ji bo tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê
09:00 ROJEVA 31’Ê ADARÊ 2020'AN
08:18 Ji bo kampa Mexmûrê li ser medya civakî kampanya hat destpêkirin
30/03/2020
20:55 Li Erzingan û Dersimê 4 gund hatin karantînakirin
19:56 Li Tirkiyeyê hêjmara kesên ji ber coronayê mirin bû 168
18:48 39 saziyên civakî: Em di înfazê de wekheviyê dixwazin
17:35 Li Qamişloyê xebatên li dijî vîrusê didomin
17:13 Berdevkê QSD'ê têkildarî girtîgehê daxuyanî da
17:03 MED TUHAD-FED ji bo girtiyan dest bi kampanya 1 milyon îmze dike
17:01 Bersiva ji bo Wezîr Gul: Ji bo girtîgehan tevdîra pêwîst berdana girtiyan e
16:40 Li 39 deveran karantîna tê sepandin
16:28 Ji bo kesên ji Stenbolê hatine Mêrdînê hişyarî!
16:12 Li ber şaxên PTT’ê tevî bariyeran jî xelk dikeve dorê
16:06 Berdevkê CHP'ê: Îqtîdar ji berpirsiyariyê direve
15:42 Ji Bo Hemû Xebatkaran Platforma Tenduristiyê hat avakirin
15:36 Komeleya Jinê ya Rosayê pergala xebatên xwe parve kir
15:32 Karkerên ku ji aliyê qeyûm ve ‘ne serkeftî’ hatin hesibandin çalakî kirin
15:29 Li Qersê 3 gund û taxek xistin karantînayê
15:27 'Zarokên bi vîrûs û bê vîrûs xistin heman unîteyê'
14:53 'Em şopa lingên ruhê Kizilderê dişopîn in'
14:53 Li gund tenê malbata zarokê bi koronayê ketiye testa wan hatiye kirin
14:46 Walîtiya Amedê alîkariya HDP’ê ya ji bo extiyaran asteng kir
14:40 Keştiya Ro-Ro ya li Deryaya Egeyê bi şika vîrûsê li holê ma
14:38 Sancar banga ‘Navenda Koordînasyona Krîzê ya Neteweyî’ kir
14:24 Wezîrê Dadê: Personêlên girtîgehan wê neçin malên xwe
14:19 ‘Divê hemû pêdiviyên civakê bêne pêşwazîkirin'
14:08 Di rojeva çapemeniya cîhanê de mijara koronayê
13:55 HDK: Polîtîkayên şaş bû sedem ku şewba vîrûsê belav bibe
13:54 Kaçmaz: Li Çiyayê Cûdî komkujî pêk tê
13:32 ÎHD: Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bergiriyên pêwîst nehatin girtin
13:08 Kargehên ku karên wan hatine rawestandin dikarin serî li pereyê xebata kurt bidin
13:00 'Tirkiyeyê mîlyonek kes bê av hiştin’
12:59 Paylan ji Wezîr Koca pirsî: Hûn çima destûr didin nexweşxaneyên taybet pereyan ji nexweşan bistîn in?
12:58 Hefteyek dema karantînaya yên ji Imrê hatibûn hat dirêjkirin
12:29 Li Elkê di dawiya adarê de befir barî
12:29 ‘Tu tişt ji jiyana mirovan ne girîngtir e’
12:10 Kesên belgeyên destûra geştê bigirin, dikarin bi e-Devletê serlêdan bikin
12:04 TTB: Herî kêm divê 30 hezar test bên kirin û îzolasyona hişk bê pêkanîn
11:58 Hemşîreya bi koranayê ket jiyana xwe ji dest da
11:29 Ajokarê TIR'ê Yilmaz: Min hawara xizanan anî ziman
11:25 Ji Girtîgeha Hesekê hin DAIŞ’î reviyan
11:07 Li Hewlêrê 8 kesên din bi vîrûsa korona ketin
11:06 Operasyona leşkerî ya li bejahiya Pasûrê bi dawî bû
10:48 Li Wanê gundek û 2 mezra xistin qarantînayê
10:16 Bijîşkê Meclîsê xistin bin çavderiyê
10:13 Li cîhanê şewba Covid-19 belav dibe: 723 hezar derbas kir
09:54 Baroya Mêrdînê êrîşa li dijî goristana êzidiyan şermezar kir
09:46 Tayip Temel: Xwe parastin welatparastin e
09:18 Şener: Gotinên Erdogan li dijî Hîqûqa Îslamê ne
09:18 Gelo gardiyan bê maske û lepik dixebitin?
09:12 ‘Ger dewlet bi vê şewbê nekare wê hebûna wê bê nîqaşkirin'
09:12 ‘Divê ku sererastkirina înfazê bi herkesî bêhn bide berdan’
09:11 Li Çiyayê Cûdî navbera baregehên leşkerî 5 kîlometre ye
09:11 Di encama rapora Zanîngeha Londonê de 3 polis bûn gumanbarên cînayeta Elçî
09:10 Karkerê tenduristiyê ku rojê maskeyek digire: Dewletê me ji çavên xwe derxistiye
09:10 Li dijî vîrûsê pêşniyara çareseriya herêmî
09:09 Ocalan: Çareserî aqilê civakî ye
09:00 ROJEVA 30’Ê ADARÊ 2020'AN
08:38 ATO: Li Enqereyê 18 xizmetkarên tenduristiyê bi cewba Covid-19 ketin
29/03/2020
20:01 Li Tirkiyê 23 kesên din bi vîrûsêmirin: Hêjmar gihişt 131 kesan
18:43 Hêzên eskerî yên Emerîka ji Kerkûkê vekişiya
18:33 Covîd-19: Li Îranê rewş her ku diçe giran dibe
16:24 7 xebatkarên ÎETT’ê bi şika vîrûsê xistin qarantînayê
15:45 Meclîsa Jinan 'Rehbera Xweparastinê' amade kirin
15:42 Prz. Nuray Ozdogan: Bi vê guhertina rêziknameya înfazê, dê sepanên dijminantiyê bidomin
15:12 Kedkarên tenduristiyê divê tim bên kontrolkirin
15:05 Ji Wezîrê Tenduristiyê re nameya vekirî şandin: Bila zelal û aşkere be
13:54 Li gel rîska şewba vîrûsa corona bi sedan karker bi hevre kar dikin
13:22 Uca êrîşa li dijî goristana Êzidîyan şermezar kir: Hurmetên nîşanî miriyan bidin
12:57 Helîkopterên TSK'ê gundên Biradost gulabaran kirin
12:31 Tirkiye çar car in avê ji ser Hesekê qut dike
12:24 MED TUHAD-FED: Girtî bi Vîrusa Koronayê tehdîd kirin
12:23 Dayika girtî ya 72 salî: Em vê bê edaletiyê qebûl nakin
11:12 Li cîhanê ji ber Covid-19 zêdeyî 30 hezar mirov mirin
10:35 Bi wêneyan kolanên Enqereyê
09:41 Prz. Demîrbag: Li derve hiştina girtiyên siyasî ya pakêta darazê li dijî rêgeza wekheviyê ye
09:22 ‘Hêj girtîgeh nebûne gorên komî vala bikin’
09:06 'Tayînkirina qeyûman a vê pêvajoya şewbê hiqûqa dijminantiyê ye'
09:05 Qeyûm çawa hat vebijêrka 'kurdî' ya malpera Şaredariya Êlihê jê bir