Xizmên girtiyan pirsa ‘Kanê edalet?’ ji AKP’ê pirsîn

  • rojane
  • 10:04 1 Nîsan 2020
  • |
img

STENBOL - Bavê girtiyê nexweşê giran Îdrîs Başaran ê 26 salin girtiye Mehmet Emîn Başaran, pirsa “Kanê edalet?” ji AKP’ê pirsî û bertek nîşanî pêşnûmeya înfazê ya ku girtiyên siyasî tê de cih nagirin, da. 

Li tevahiya cîhanê û Tirkiyeyê her roja diçe vîrûsa korona (Kovîd-19) belav dibe. Ji ber vîrûsê rojê bi sedan kes jiyana xwe ji dest didin. Xizmên girtiyan, ji bo ku zarokên wan bên berdan çav û guhê wan li Meclîsê ye. Gelek welatan ji ber risk û talûkeya şewbê deriyên girtîgehan vekirin û girtî berdan. Lê li Tirkiyeyê ligel ku vîrûs belav bûye û rewşa girtiyan di xeteriyek mezin deye jî girtiyan bernade. Ger vîrûs li girtîgehan belav bibe wê felaketek mezin bi xwe re bîne. Hikumeta AKP’ê ji bo ku pêşiya vê yekê bigire di çarçoveya Paketa Darazê ya 3’yemîn de, neçar ma ku pêşnûme înfazê derbixe. Lê di paketa pêşkêşî Meclîsê hat kirin de, girtiyên siyasî tê de cih nagirin. Vê yekê hişt ku fikarên xizmên girtiyan zêdetir bibin. 
 
Xizmên girtiyan diyar kirin ku ewê vê pakete qebûl nekin û xwestin demildest zarokên wan bên berdan. 
 
26 SALIN GIRTIYE 
 
Yek ji van girtiyan malbata girtiyê nexweşê giran Îdrîs Başaran ê li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê tê girtine. Başaran 26 salin girtiye û di vê pêvajoyê de bi gelek nexweşiyên kronîk ket. Malbat, ji ber vîrûsa koronayê derbarê rewş û tenduristiya kurê xwe de fikarên mezin dijî. Bavê Başaran Mehmet Emîn Başaran, li dijî paketa darazê ya hatiye amedekirin û girtiyên siyasî ji derveyî wê hatin hiştin, heta bêje bi hirse.
 
‘EM VÊ QANÛNÊ QEBÛL NAKIN’
 
Bavê Başaran, da zanîn ku ew vê qanûnê qebûl nakin û wiha axivî: “Hûnê tecawîzkarên zarokan berdin. Hûnê mirovên bi tiryakê civakê jehrî dikin berdin. Hûnê qatilên jin û zarokan beredin. Lê hûnê kesên ji bo nasnameya xwe, zimanê xwe, fikir û ramanê xwe têdikoiin bernedin. Kanê misilmantî, kanê edaleta we? Em vê qanûnê qebûl nakin. Em dixwazin zarokên me bên berdan. Em naxwazin tiştek bi wan were.”
 
‘JIYANA WAN DI TALÛKÊ DEYE!’
 
Başaran, bal kişand ser şertên girtîgehê yên xerab û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jiyana girtiyan di talûkê deye. Berî ku li benda qanûnê bimînin divê girtî bên berdan. Şert û mercên girtîgehan pir xerabin. Em li derve bi zorê xwe diparêzin, gelo ewê çawan xwe bi parêzin. Divê hikumet dest ji vê cudakariyê berde. Xwedî jî vê yekê qebûl nake. Kurê min bi telefonê li min geriya. Ji min re got ‘li vê derê tu bergî nehatine girtin. Em hemû tiştî bi derfetên xwe dikin. Me bi xwe amûrên paqiyê kirîn. Tiştekê nadin me. Em di halê xwe de hiştine. Derî bi ser me de kilît kirine û em terkî mirinê kirine.’”
 
‘ZAROKÊN ME BERDIN’
 
Dayika Başaran Nesîbe Başaran jî, diyar kir ku ji ber rewşa kurê xwe xew nakeve çavê wê û wiha got: “Ger ev şewb li girtîgehan belav bibe, xelasiya tu girtiyan nîne. Talûkeyek mezin li ser girtiyan heye. Dizan, kesên tiryakê difiroşin, tecawîzkar û tacîzkaran berdidin, lê girtiyên siyasî bernadin. Cudariyê nexin navbera giriyan. Em dixwazin hemû girtî bên berdan. Bila dilê tu dayikan neşewite. Berî ku dilê dayikan bişewite zarokên wan berdin.” 
 
‘EM BI FIKARIN’
 
Girtiyê nexweş Salîh Alabalik (49) ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4 a Alîaga ya Îzmîrê dimîne jî, ji ber xebatên xweyên siyasî di sala 2006’an de hat girtin. Alabalik di sala 2012’an de hat berdan û piştî Dadgeha Bilind dosyeya wî erê kir di sala 2014’an de cardin hat girtin. Alabalik di pêvajoya girtina xwe de dîtina çavên wê pir kêm bû û di meşê de zoriyê dikêşe. 
 
JI BER KARANTINAYÊ NIKARIN BIÇIN GIRTÎGEHÊ
 
Kurê Alabalik Baver Alabalik, diyar kir ku di girtîgehan de bergirî nehatine  girtin û wiha got: “Her ku diçe pirsgirêkên tenduristiya bavê min zêdetir dibin. Ji ber vîrûsê fikarên me mezintir bûne. Em bi malbatî di nava gumanan dene. Bi dehan car birin nexweşxanê, jêre gotin ‘tiştekê te tuneye’ paşve şadin girtîgehê. Tedawiya pêwîst ji bo bavê min nayê kirin. Ligel ku piştî vîrûsê xwe ne baş hîs dike jî nabin nexweşxanê. Ger wî bibin nexweşxanê wê di vegera girtîgehê de 14 rojan di karantînayê de bigirin. Ji ber vê yekê bavê min naçe girtîgehê. Girtîgeha ku bavê  min lê dimîne, pir tije. Ji ber vê gelek girtî li erdê radizin. Li hin qawîşên kapasîteya wan 7 kesin, 30-40 girtî dimînin. Di qawîşên wiha qelebalix de gelo wê çawan navberê bixin navbera xwe. Em tim tenduristiya bavê min difikirin. Em dixwazin ligel malbata xwe.”
 
MA / Îdrîs Sayilgan
 

Sernavên din

02/04/2020
12:41 Tulay Hatimogulllari: Daxuyanî ne zelal in
12:01 Xizmetkarên tenduristiyê dê Taşçioglu bi rêzgirtinê bibîr bînin
11:52 30 leşkerên terhîs girtine hefteyeke di karantînayê de ne
11:32 Meclîsa Kantona Hesekê: Dê li dijî Koronavîrusê tedbîrên hişk bên girtin
11:07 Xwestin înfaza girtiyê nexweş Sabrî Kaya taloq bikin
10:45 Işik: Qanûna înfazê ji bo mafya û çeteyan hatiye amadekirin
10:41 Li dijî vîrûsê ji DER-MEZ'ê banga ‘dernekeve derve’
10:13 Dolar 6,70'î derbas kir
10:12 Hunermend û nivîskar: Divê ji bo girtiyan înfaza wekhev pêk bê û hemû girtî werin berdan
10:08 Li cîhanê Covid-19: 47 Hezar û 250 mirov mirin, 185 hezar mirov sax bûn
09:49 Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû: Torên piştevaniyê haveyna jiyana nû ye
09:48 Divê di sererastkirina înfazê de hesabên polîtîk neyên kirin
09:48 Civaknas Dara: Piştgiriya van rojan jiyanî ye
09:17 ‘Ji bo ku ji zindanan cenaze dernekevin bibin deng’
09:16 'Li ber me du vebijêrk hene an sosyalîzm an jî rejîmên totalîter'
09:15 AKP, ji bo Qenal Stenbolê li pêyî 'keysperestiyê' ye
09:15 Mêrên li mal man 18 jin kuştin
09:13 'Qanûna înfazê divê her kesî daxilî nav xwe bike'
09:12 Aborînas Yoruk: Wê di sektorên fînansê de qeyran pêş bikeve
09:10 Guven: Deriyê zindanan vekin
09:09 Di rojên coronayê de malên xwe bikin dibistanên kurdî
09:07 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em dikarin bi piştevaniyê ji derheqê vê pêvajoyê derkevin
09:06 2 birayên wî girtî ne: Bira girtî hemû bên berdan
09:03 Di rojên coronayê de eleqeya ji bo ataran
09:01 Girtî li erdê radikevin û sabûn bi 50 TL’î tê firotin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2020'AN
01/04/2020
20:19 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 277
17:00 Li Agiriyê 7 gund xistin qarantînayê
16:49 Di 15 rojan de 15 hezar û 191 karkerên înşaetê ji kar hatin derxistin
16:48 Beştaş: Pakêta înfazê îmzekirina komkujiya li girtîgehan e
16:45 Li dijî zagona înfazê metna hevpar: Yekîtî ji bo demên wisa ne
16:05 Girtiyê li Gumuşhanê ragihand: Girtîgeh xistine karantînayê
15:48 Kampanya #Berîkûvîrûsbikevêbilarojnamegerderkevin hat destpêkirin
15:38 Şêniyên gund li dijî birîna daran dest bi nobetê kirin
15:28 Jiyana zarokê li Licê birîndar bû hêj di talûkeyê de ye
15:12 Koma Şopandina COVID-19 ya TTB'ê pirsên zêde tên pirsîn bersivandin
14:45 Nûçe û çavkaniya nûçeyê ji Rojnameger Kanbal pirsîn
14:39 Xwestin hikumet ji bo kedkarên tenduristiyê yên îxrackirî gav biavêje
14:27 Amed di bin avê de ma
14:22 Mehek şûnde germa laşê ajokarên TIR'an pîvan
14:21 Elîf Kisa ya dayika du astengdaran hat berdan
14:18 Di meha Adarê de 29 jin hatin kuştin
14:09 Hevşaredar Esmez ku tedawiya pençeşêrê dibîne tehliye nebû
13:47 3 taxên Meletiyê xistin karantînayê
13:33 Îmîr: Gef li girtiyên nexweş ên jin hatiye xwarin
13:12 Li gorî Diyanetê berhevkirina zekatê bi reya ÎBAN’ê helal e
13:11 Li Amedê hêjmara kesên bi şewba covît-19 ketine zêde dibe
12:59 Ji bo kampanya dildarî beşdariya bi darê zorê anîn
12:53 Li cîhanê Covid-19: Hêjmara miriyên DYA'yê yên Çînê derbas kirin
12:37 Li Meletiyê banga ‘girtiyan berdin’ hat kirin
12:36 Welatiyê ku ji qarantînaya 14 rojan derket vegot
12:22 KESK: Pêdivî bi piştevaniya civakî heye
12:21 ‘Hêj ne dereng e dayika min a 70 salî berdin
11:56 Li herêmê jiyan ji ber taviya baranê neyînî bandor bû
11:42 Hem li malê dimînin, hem jî hilberînê dikin
11:28 Hevşaredara piştî hat berdan xistin qarantînayê: Li qawîşên biçûk 15-20 girtî dimînin
11:21 OMCT: Li girtîgehên Tirkiyeyê beyî ku cudakarî bê kirin divê girtî bên berdan
11:08 Li girtîgehê bi weazê bergiriya vîrûsa koronayê!
11:07 Serokê Odeya Bijîşkan a Aydinê: Heger wisa dewam bike wê pergala tenduristiyê xera bibe
10:52 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê dest bi kampanya îmzeyê kirin
10:42 'Ne welatî divê, dewlet bibe desteka welatiyan'
10:38 'Li Girtîgeha Ordûyê 3 rojan av nedane girtiyan'
10:36 Hevseroka KCD’ê Guven: Îlana têkçûna dewletê ye
10:04 Xizmên girtiyan pirsa ‘Kanê edalet?’ ji AKP’ê pirsîn
10:03 Ocalan dikeve 71 saliya xwe: Çavê Kurdan li Îmralî û berê wan li Enqereyê ye
09:27 Seroka ÇHD'ê: Tevdîr kêm in, girtîgehan vala bikin
09:09 Ambargoya li Mexmûrê didome: Derfetên me neman
09:08 ‘Corona dê bibe sebebê mirina bi hezaran girtiyan’
09:07 Rojnamevan Turfent: Di malbata gardiyanekî de corona hatiye tespîtkirin!
09:06 Daxwaza ji bo berdana girtiyê nexweş ê 85 salî red kirin: Dibe ku bireve
09:06 ‘Di têkoşîna li dijî coronayê de divê dev ji rantê bê berdan'
09:05 Karkerên bê lepik û maske tên xebitandin: Destûra me ya heftane jî hat betalkirin
09:02 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2020'AN
31/03/2020
20:59 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê girtiyan ji ber vîrûsa coronayê îsyan kir
20:08 Hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 214, hejmara kesên bi vîrûsê ketine bû 13 hezar û 531
19:07 Endama PEN'a Kurd nivîskar Deryaspî hat berdan
18:39 Hevşaredara Şemrexê Ozaydin hat berdan
18:32 Ji ber nûçeyên der barê coronayê de rojnamevan Kanbal dan ber lêpirsînê
17:59 Teklîfa înfazê berpêşî Meclîsê hat kirin: Girtiyên siyasî ne di nav de ne
17:48 Oluç: Erdogan hesabê numara bankê da û ket dîrokê
17:02 Di EBA TV de perwerdehiya ‘zayendperest’
17:01 KCD: Em kampanyayê îmze bikin, bidin îmzekirin
16:28 Odeya Bijîşkan a Enqereyê: Di 30 kedkarên tenduristiyê de korona hat teşhîskirin
16:26 ‘Dervehiştina girtiyên siyasî rê li pêş cudakariyê vedike'
16:01 Qeyûm ji ber bertekan kurdî aktîf kir
16:01 HRW: Tirkiye têkoşîna li dijî koronayê dixe talûkeyê
15:46 Qeyûm tayînê cihê ezayê muxtar jî kirin
15:33 Girtiya nexweş a 70 salî bi erdê re kaş kirin birin revîrê
15:11 HDP’ê astengiyên li pêş xebatên alîkariyê bir meclîsê
14:42 5 kedkarên tenduristiyê hatin binçavkirin
14:41 TUAYDER: Di serî de Ocalan û hemû girtiyan serbest berdin
14:11 KESK: Vîrûs wekî AKP'ê cudakariyê naxe nava girtiyan
14:01 Li mala Seferî Yilmaz alava dengir hat dîtin
14:00 Zarokê ku sewal diçirand cîsmekî ku li erdê dît di deste wî de teqiya
13:51 Dostê Kurdan û şoreşgerê Yûnan Glezos jiyana xwe ji dest da
13:51 Hevşaredara Şemrexê ya girtî bi gumana vîrûsê xistin karantînayê
13:50 Walîtiya Osmaniyeyê afîşên vîrûsê yên HDP’ê asteng kir
13:08 Grûp Yorûm: Baweriya me bi gotinên Wezareta Karê Hundir nayê
13:06 Ji ber nûçeyên têkildarî vîrûsa koronayê Rojnameger Oktay Candemîr vexwendin îfadeyê
13:01 Li Edenê 550 kes ji ber vîrûsa korona tên dermankirin