* Mehmet Ocalan bi boneya 71 saliya Abdullah Ocalan bîranînên xwe anîn ziman. Mehmet Ocalan, ji bo 15'ê Sibatê got "roja reş" û got, hevdîtina ewil pir zehmet bû. Her wiha bal kişand ser tevdîra birayê xwe Ocalan a ji bo vîrûsa coronayê jî.
* Li Edeneyê Mûstafa Yilidzê HDP'î ji aliyê kesên ku texmîn dike polîs in dihat şopandin û bi kamerayan dîmenên mala wî dihatin girtin. Yilidiz, giliyî vê yekê kiribû, lê belê dozgeriyê biryara neşopandinê da.
* Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Umît Dede, wê qanûna înfazê ya nû qanûna newekhev û cihêkariyê dijwartir bike û got: "AKP, dixwaze pêşnûmaya MHP'ê di vê krîzê de pêk bîne."
* Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê Dr. Zekî Hamşîoglû, destnîşan kir ku Tirkiye di warê derketina biryara qedexeya derketina derve de dereng maye û got, li dijî vê şewba dijwar tevdîrên radiqal divê.
* Ji ber kû çûnhatina nav bajaran hatiye qedexekirine, bi sedan karkerên înşeatan ên li Stenbolê dixebitin nikarin biçin bajarên xwe.
* Şenay Gungormuş a pençeşêr lê peuda bûye û nikare dermanên xwe bistîne, got: "Ka çi bikim, ma ez bimirim? Nexweşîn li her derê bedena min belav bûye. Wextê min jî pir nemaye."
* Heverokê Şaxa SES'a Amedê Şiyar Guldîken, ji bo rewşa tenduristkarên ku bi şewba coronayê dikevin û jiyana xwe ji dest didin got, ji ber îhmalkariya rayedaran e. Her wiha Guldîken, derpêş kir ku teşxîs hemû wekî Covîd-19 nayên tomarkirin.
* Qeyûmê tayînê Şaredariya Cizîrê hat kirin, mala Hevşaredar Mehmet Zirig desteser kir. Zirig, diyar kir ku tevahiya cîhanê bi vîrûsa korona re, qeymûm jî bi cezakirina gelê Cizîrê re mijûle û bertek nîşanî biryara desteserkirinê da.
* Serokê Gişetî yê Haber-Senê Musa Ozdemîr, diyar kir ku hikûmet nikare pêvajoya şewba vîrûzê bi rêve bibe û wiha got: "Kedkarên kargo yên bi şewba vîrûsê ketine hene. Ji ber ve yekê divê ji xeynî derman û maskeyan pêdiviyên zêde ji ser înternetê neyê xwestin.
* Qeyûmê tayînê Şaredariya Cizîrê hat kirin, mala Hevşaredar Mehmet Zirig desteser kir. Zirig, diyar kir ku tevahiya cîhanê bi vîrûsa korona re, qeymûm jî bi cezakirina gelê Cizîrê re mijûle û bertek nîşanî biryara desteserkirinê da.
* Bavê Engîn Aktaş ê girtî ku destê wî tune ne û tevî rapora wî ya “nikare di girtîgehê de bimîne” heye jî nayê berdan Tahsîn Aktaş got: “Li qawîşekê sê nexweş hene wê ev nexweş çawa li xwe binêrin?”