Gunay: Wekheviya di înfazê de ne qencî ye, mafekî qanûnî ye

  • rojane
  • 12:55 3 Nîsan 2020
  • |
img

ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bertek nîşanî ne wekheviya di pêşnûmaya înfazê ya di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de tê ditin, da û got: “Wekheviya di înfazê de ne qencî ye, mafekê qanûnî ye. Di qanûnan de hemû kes wekehevin û divê ev wekehevî bê parastin.”

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe derbarê rojevên heyî de nirxandin kirin. Gunay, diyar kir ku di têkoşîna li dijî şewba vîrûsa korona (kovîd-19) de li tevahiya cîhanê nîqaşên pir cîdî ji bo guhertinan hene û lê hikumeta AKP’ê di polîtîkayên xwe yên cudakar de bi israre
 
GIRTÎGEH 
 
Gunay, anî ziman ku vîrûs herî zêde ji bo girtîgehan bi talûkeye û wiha axivî: “Ji ber vê yeke divê demildest girtiyên nexweş û extiyar bên berdan. Lê mixabin di rewşa heyî de heya niha ji bo vê tu pêşketin tuneye. Hikumetê bi hiqûqa dijminantiyê girtî li hemberî vîrûsê bê parastin hiştine û terkî mirinê kirine. Bangên hemû kesên xwedî bi wijdan û exlaq hene. Dîsa bangên girîng ên NY û CPT’ê hene. Dixwazin ku demildest girtîgeh bên valekirin. Lê hikumeta AKP’ê guh nade van bangan û ji nedîtî ve tê. Ev yek jî rê li ber komkujiyê vedike. Berpirsiyariyê vê yeke AKP. Girtî terkî mirinê kirin cinayet û faîlê van cînayetan jî AKP bi xwe ye.”
 
QANÛNA ÎNFAZÊ
 
Gunay, da zanîn ku qanûna pêşnûmeya înfazê ya ji aliyê AKP-MHP’ê hatiye amedkirin dê îro di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de bê dîtin û wiha bilêv kir: “Ji bo ku wekheviya înfazê pêk were emê di Meclîsê de helwestê nîşan bidin. Ji bo vê heya roja îro me têkoşîn da û emê ji vir şûn de vê têkoşîna xwe dewam bikin. Di vê mijarê de, em din ava têkoşînek mezin dene. Wekheviya di înfazê de ne qenciye mafekê qanûniye. Di qanûnan de hemû kes wekhevin û divê ev wekehevî bê parastin.”
 
Gunay, dest nîşan kir ku Qanûna Têkoşîna Bi Terorê Re (TMK), ji bo cezakirina mûxalîfan veguheriye çekê û wiha bilêv kir: “Pênaseya ‘terorê’ hema bêje ji bo hemû mûxalîfan tê bi kar anîn. Hemû kes dibe ku her kêlî bibin terorîst. Êdî rewş wisan bûye ku siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen, parazvanên mafên mirovan, sendîkavan, jin, xwendekar û ciwan bi teröre tên sûcdarkirin. Ji ber vê ez carek din dixwazim vê yekê bêjim; Divê pênaseya ‘terorê’ ji TMK’ê bê rakirin. Wekheviya di înfazê de, divê ji bo hemû kesan derbas dar be û ji bo parastina mafê girtiyan qanûn bên derxistin. Pêwîste demildest girtîgeh bên valekirin. Vîrus cudakariyê nake, gefê li her kesî dixwe û ji ber vê divê demildest girtîgeh bên valekirin.”
 
‘PIŞTEVANÎ Û ŞEWIRMENÎ DÊ CIVAKÊ LI SER PIYAN BIHÊLE' 
 
Gunay, da zanîn ku di van rojên vîrûsa corona de dê piştevanî û şewirmendî civakê li ser piyan bihêle û wiha axivî: "Em bêyî cudakariyê bikin, destdirêjiya hemû kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye wekî erk û peyvirê dibînin. Niha li hemberî me îqtîdara ku vê şewbê ji bo xwe dike firsend heye. Di her qeyranê de dixwaze hêza xwe xurt bike. Têkoşîna li dijî şewba vîrûsa corona ne taqînkirina qeyûman a Şaredariyên HDP'ê ye. Ger ku pir samimi bin divê bi hêzên muxalif re îtîfaqê çêkin. Divê piştevaniyê bide şaredariyên ku bi vîrûsê re têdkoşe." 
 
'DIXWAZIN CIVAKÊ TUNE BIKIN'
 
Gunay, destnîşan kir ku hemû hewldanên îqtîdarê li dijî civakê ye û wiha lê zêde kir: "Niha hewldana wan ewe ku civakê tune bikin. Dixwazin her kes mohtacê îqtîdarê be. Bi pakêtên alîkariyê jiyana mirovan dixin talûkeyê. Armanca wan ne ku bibin bersîva pêdiviyên welatiyan. Armanca wan dixwazin welatiyan bikin mohtacê xwe. Em carek din bang li hemû beşên civakî dikin ku piştevanî û şewirmendiyê xurt bikin. Divê her kes bi cîranê xwe re piştevaniyê xurt bike. Divê her kes bi cîranê xwe re piştevaniyê bike û li hev xwedi derkevin."
 
DIVÊ JIN PIŞTEVANIYÊ XURT BIKIN'
 
 
Gunay, herî dawî da zanîn ku tevi hemû astengiyan dê piştevanî û şewirmendiya civakî û jinê xurt bikin û got: "Tora piştevaniya me ya jinan pir xurt e. Heta niha em rastî hezar zor û zahmetiyan hatin. Lê tevi hemu astengiyan me torên piştevaniyê ava kir. Dixwazin di van rojên bi corona de me li dijî dewleta feraseta mêrê serdest bi tenê bihêlin. Tevî hemû zor û astengiyan me tora piştevaniyê pêş xist. Ji ber ku em dizanin ya me biparêze tora piştevaniya civakî ye. Em ê di van rojên coronayê te têkoşîna jiyana hevpar û piştevaniyê bêtir xurt bikin û bidomînin. Em partiya ji bo azadiya jinê û civaka demokratîk têdikoşin. Em hemû pir baş dizanin ku tu rejîmên faşîst, li tenişta civaka ku ji bo aştî, demokrasî, edalet û wekheviye têdikoşe cihê xwe negirtiye. Em ê di her şert û mercan de polîtîkayên qirêj yên AKP’ê ku li dijî gel pêş dixin vebêjin." 
 
 
 

Sernavên din

04/04/2020
21:37 Gundê Elpelûrê rojbûna Ocalan pîroz kir
20:28 Li Tirkiyeyê hejmara kesên mirin bû 501
19:46 'Li Girtîgeha Êlihê girtiyan îsyan kirin'
17:43 Ji Amara bang kir: Ocalan êdî di dilê gelê Rojhilat de ye
17:01 Aqûbeta Sabahattîn Alî pîrsîn
16:42 Hatimogullari ya HDP'î tundiya li diji jinê ji wezîr pirsî
16:22 ÎHD: Dixwazin kujerên Elçî bi cezayên hindik xelat bikin
16:18 MSD’ê Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan ava kir
16:00 Cenazeyê Bolek di bin zextên polîsan de definkirin
15:58 KCD: Bila hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re pêk bê
15:46 Li Şehbayê ji bo Rojbûna Ocalan dar çandin
15:32 Çalakiya Rûniştina F: Bila Kaya yê nexweş bê berdan
15:29 Girtiyê nexweşê KOAH li dijî vîrûsê nayê parastin!
15:10 Ciwanên HDP'ê 4'ê Nîsanê Şirnexê pîroz kirin
15:05 Dadgehê ji serlêdana Yuksekdag re “delîla şênber” nedît
14:50 Li Amedê 2 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:27 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Talat Turkoglû pirsîn
13:55 Xizmên windayan: Ji bo pêkanîna edaletê divê heqîqet derkeve holê
13:40 Li Erxenî gundek xistin qerantînayê
13:33 Polisan merasîma cenazeyê Helîn Bolek asteng kir
13:23 AKPM bang li Tirkiyê kir: Di guhertina înfazê de dawî li cudakariyê bînin
13:16 Bermahiyên nexweşxaneyên taybet talûkeyê belav dikin
13:08 DAD: Berpirsê mirina Bolek desthilatdariye
12:37 Li Mahabadê û Mexmûrê, dar şitil û gul çandin
12:23 HDK’ê ji malbata Hêlîn Bolek re sersaxî xwest
12:06 Kaçmaz: Nedaxilkirina girtiyên siyasî hewldana kuştinê ye
12:01 Zagona înfazê li Komîsyona Edaletê hat qebûlkirin: Girtiyên siyasî li dervê zagonê hiştin
11:46 Wesayîta revand nehat lêpirsin, lê Alataş 3 meh şûnde daliqandî hat dîtin
11:02 MED TUHAD-FED: Divê tecrîd bişkê, Ocalan azad bibe
10:46 Epozdemîr: Bêyî ku guhertina yasayê were nîqaşkirin divê girtîgeh bên valakirin
10:45 Ji çopê mirov nikare nêzî Gola Wanê bibe
10:14 Parêzerê Ocalan: Qanalên hevdîtinê bên vekirin dê pirsgirêkê çareser bike
10:03 Xebatkarên tenduristiyê: Hevalên me yên ji bo mêjandina zarokên xwe li destûrê bûn jî niha dixebitin
09:29 ‘Qanuna înfazê înfazkirina kurdan e’
09:27 ‘Ev pêşnûme wê ji pêvajoya heyî re nebe bersiv’
09:27 Sarisaç: Girtiyên siyasî terkî mirinê tên kirin
09:26 Kiliç: Werin em li dijî newekheviyê jiyanê biparêzin
09:26 ‘Pêşnûmeya înfazê, di asta fermana mirinê dayînê de ye’
09:24 ‘Heke tiştek bê serê zarokên me berpirsyar dewlet e’
09:24 'Di qanûna înfazê de ji bo pêşîlêgirtina cinayetên jinan tu guherînek tuneye'
09:23 Şewba coronayê û rewşa zarokên di girtîgehan de
09:22 Hatîmogûllari: Kampanyayeke nelêritiyê ya nû ye
09:21 ‘Nepêkanîna qanûna 6284'an jiyana jinan bêtir ber bi xetereyê ve dişîne'
09:18 Qeyûm guh neda giştînameya serokomariyê, ji meaşê karkeran birî
09:16 Tevdîra girtîgehê: Mehê lepikek û maskeyek
09:00 ROJEVA 04'E NÎSANA 2020'AN
03/04/2020
19:49 Koca: Hejmara kesên ji ber Covîd-19 mirin bû 425
17:00 'Li Mexmûrê hewcedarî bi amûrên tenduristiyê heye'
16:47 Girtiyê nexweşê giran Kaya cardin şandin girtîgehê
16:09 KCD û TJA’yê ji bo Helîn Bolek daxuyanî dan
16:02 Dadgeh hewl dide dosya doza Elçi neqlî bajarekî din bike
15:39 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:32 Hevserokên HDP'ê: Gunehê van windayan di stuyê îqtîdarê de ye
15:19 Amara di bin dorpêça eskeran de ye
15:02 Bajarê ku wezîr got 'Mirin tune': 3 welatî mirin
14:47 Bijîşkekî din jî ji vîrûsê jiyana xwe ji dest da
14:39 Îdîanameya kuştina Elçî hat qebûlkirin
14:11 Odeya Tabîban a Îzmîrê: Divê hekîm li cihê kal baldar bin
12:55 Gunay: Wekheviya di înfazê de ne qencî ye, mafekî qanûnî ye
12:50 Endama Grup Yorum Hêlîn Bolek a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da
12:26 Ege TUHAY-DER: Li kawîşan 20 girtî dimînin
12:06 Avahiya şîrketa ceyranê ya Kolikê xistin qerantînayê
12:03 Zarokê 11 salî yê li Licê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
11:48 Li Amedê hejmara kesên testa wan a Covîd-19 pozîtîf derket zêde bûn
11:47 Li Amedê li dijî şewba koronayê torên piştevaniyê berfireh dibin
11:37 Li cîhanê 1 milyon û 16 hezar kes bi Covît-19 ketin û 53 hezar mirin
10:48 Coşkun: Divê erka kontrolkirinê ji destê dewletê bê derxistin
10:32 Piştî 5’ê Nîsanê tofanê dest pê kir
Onder: Zemîna Îmraliyê rêber e
09:45 Qeyûm 4 kesên ku bi nelirêtiyê tên sûcdarkirin cardin girtin kar
09:44 Jinên nikarin biçin kar ji bo debarê bang kirin
09:31 Serokê Giştî yê Haber-Senê: Pêdiviyên zêde li ser înternetê nexwazin
09:31 Qeyûm mala hevşaredar desteser kir!
09:26 Parêzer Şahîn: Divê bê niqaş hemû girtî bên berdan
09:25 'Teşxîs hemû di pergalê de wekî Covîd-19 nayên tomarkirin'
09:25 Karkerên înşeatan nikarin biçin bajarên xwe
09:24 Nexweşa nikare dermanê xwe bikire: Ma ez bimirim?
09:23 Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê: Di qedexeya derketina derve de dereng man!
09:22 Dede: AKP di vê krîzê de keysperestiyê dike
09:21 Mala wî bi kamerayan dihat şopandin, dozgeriyê biryara neşopandinê da
09:21 Behsa bîranên xwe û Ocalan kir
09:19 Arîn a bavê xwe li girtîgehê nas kir: Ez wekheviyê dixwazim
09:18 Di heman qawîşê de sê girtiyên nexweş hene, wê çawa li xwe binêrin?
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2020'AN
02/04/2020
22:04 Li Êlihê şermezarkirina qeyûm
21:30 Rêyên ketin û derketina Semsûrê hatin qedexekirin
21:27 Li Wanê jineke 23 salî mirî hat dîtin
20:09 Koca: Hejmara testên pozîtîf derketine bû 18 hezar û 135, hejmara kesên mirine jî bû 356
16:55 ÎTO 2'emîn rapora Covit-19 aşkere kir: Nexweşxaneyên taybet ne amade ne
16:54 Polîsan xebatên Parlamentera HDP'ê ya li dijî vîrûsa koronayê asten kir
16:28 Li Farqînê keyayek û hevjîna xwe bi şewba vîrûsê ketin
16:01 Prof. Dr. Feriha Oz, bi şewba vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da
15:25 ‘Em naxwazin windahiyên din bidin'
15:17 Ji welatiyan Selika Piştevaniyê
15:05 Li Amarayê dorpêça 4’ê Nîsanê: Ji Ocalan navnîşana wî hat pirsîn
14:46 Prof. Dr. Taşçioglû hat veşartin
14:45 Başaran: Berpirsiyarê kuştina jinên li mal îqtîdar e
14:13 Li Amedê serdanên goristanan hatin qedexekirin
13:34 Li Tirkiyê 335 tax, bajarok, gund û mezra di karantînayê de ne
12:56 Ji Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê rêyên serî derxistina bi vîrûsê
12:52 BES: Xebitandina kedkaran a di bin rîskê de rawestînin