MSD’ê Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan ava kir

  • rojane
  • 16:18 4 Nîsan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê, li Parka Xwendinê ya Qamişlo, ragihand ku Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan li Sûriyê ava kiriye. 
 
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo, civîna çapemeniyê li dar xist. Bi beşdariya hevseroka MSD’ê Emîne Umer, seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, endamên Meclisa Serokatiyê û hin endamên dezgehên çapemeniyê li dar xist. Di civînê de avakirina Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan li Sûriyê hat ragihandin. Erka vê komîteyê, lêgerîna li ser rewşa tevahî girtî û revandiyên li gel hemû aliyên li Sûriyê ye. Li gorî MSD’ê ev civîn li ser daxwaza NY’yê ya serbestberdana girtiyan der heqê metirsiya li ser jiyana wan li gel berbelavbûna Koronavîrusê (Covid-19) û geşkirina agirbestê, pêk hat.
 
Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed daxuyanî xwend. Emed, diyar kir ku dem hat bêdengî bê şikandin û wiha got: "Kêliya rastî û pêkanîna berpirsyarî ji bo girtî, revandî û nediyarên bizorê dest pê bike. Di demekê de ku nîvî sûriyan di navbera koçber û penaberiyê de ne, bi sed hezaran jî qurbanî û winda ne û tevahî cîhan bê deng e. Tê xwestin ku ji însiyatîf, xebateke cidî û helwesteke berpirsyar bê girtin da ku azarên siyasî, mirovî, civakî û aborî bi dawî bikin. Her wiha çi çareyeke siyasî pêk were dê li gorî baweriyê be di serî de jî serbestberdana tevahî girtî û revandiyan û eşkerekirina çarenûsa windahiyan û darizandina kesên sûcên şer û terorê kirin be." 
 
Ehmed, da zanîn ku destpêkirina vê dosyayê, destpêkirina rêya bidawîkirina azarên gelê Sûriyê û pêkanîna daxwazên azadî, demokrasî û edaletê ye û rawestandina herikîna xwîn û êşê ye. Ehmed, anî ziman ku girtiyên li navendên girtîgehan di gelek kiryarên heqaretê re derbas dibin û wiha got: "Mafên mirovan bi rêya îşkence, birçîkirin û paşguhkirina bimebest a tenduristiya wan ku hin caran dibe sedema jidestdana jiyanê, tên binpêkirin. Ne pêkan e tu kes kiryarên revandin û girtinê paşguh bike. Em wek MSD tevahî binpêkirinên li dijî mafên sûriyan hatine kirin, çi alî dibe bila bibe, şermezar dikin, her wiha bal dikişînin ser ku li gel tevahî sûriyan hêvî û pêşeroj winda kirine, rêyên rizgariyê hatine girtin û di lêgerîna stratejiyeke guncaw ji tevahî sûriyan re da ku bi ewle û demokratî bijîn, zehmetiyan dikêşin." 
 
Îlham Ehmed, bang kir û got: "Em weke Meclisa Sûriya Demokratîk û di demekê de ku em bang li aliyên li ser xaka Sûriyê bi nakok in, dikin ku li gorî qanûnên navdewletî û hemû hevpeymanên navneteweyî tev bigerin, em van aliyên berpirsyarên selametiya cesedî û derûnî ya dîlgirtiyan dibînin, her wiha banga serbestberdana hemû girtî û kesên revandî dikin ku çarenûsa kesên winda diyar bikin, li milekî din rê bidin komîteya navneteweyî ya Xaça Sor ku bigihêje navendên girtiyan û hemû dadgehên awarte wekî dadgeha meydanî, dadgehkirina terorîstan û desteyên yasayî betal bikin."
 
Meclisa Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê dosa girtiyan û kesên windayî û kesên bi darê zorê wekî dosta mirovî bi nav kir û da zanîn ku nabe ev dosya were şantajkiirn an jî wekî hevpeymanekê were bikaranîn.
 
Meclisa Sûriya Demokratîk li gorî rêgeha siyasî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ji xwe re esas digire û ev yek jî dê tenê bi beşdariya hemû hêzên siyasî, civakî û sivîl pêk were, berî her tiştî dosyaya girtiyan e ji ber vê yekê Meclisa Sûriya Demokratîk hemû derfetên xwe yên li ser asta hemû qadên kar dixe xizmeta serbestberdana hemû girtî û kesên revandî, li gel vê yekê dixe xizmeta kifşkirina çarenûsa kesên winda.
 
MSD`ê kifş kir ku wan tîma xebatê ku ji malbatên girtiyan û kesên revandî, pisporên qanûnan û çalakgerên civaka sivîlan pêk tê ava kir, da ku bi hevkariya desteyan, rêxistin, saziyên herêmê û cîhanî detayên taybet bi dosya girtiyan diyar bikin û planên têkildarî hêvî û xwestekên sûriyan di edalet û hesabxwestinê de deynin."
 
Endamên tîma kar ev in:
 
Parêzer Mecdolîn Hesen, Parêzer Luqman Ayana, Parêzer Îsa Îbrahîm, Parêzer Muntesir Taha, Fedwa Mehmûd, Eyhem Seqir, Gabriyêl Mistefa, Egîd Ferhan Îbrahîm. 
 
Îlham Ehmed, pirsa nûçegîhanên ANHA bersivand û diyar kir ku der barê dosyaya girtiyan û kesên revandî de ew ê dan û standinê bi rêxistinên mirovî û mafnas re bikin.
 
 

Sernavên din

07/04/2020
11:46 Rapora Korkûtelî: Tê xwestin ku dosya bê girtin
11:20 Siyasetmedarê Kurd dest bi kampanya bi vîdeo dikin
11:09 Guhertina yasaya înfazê ku wek ‘newekhev’ tê dîtin îro li Meclîsê tê nirxandin
11:08 Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî: Bankayên cîhanê nikarin xwe li pêş vîrûsê ragirin
10:27 ‘Demildest girtiyan berdin'
10:27 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tu bergirî nehatine girtin
10:19 ‘Jin li Sêrtê ne bi tenê ne'
10:18 SES ‘komîteyên şewbê’ ava dike
10:17 Ji hevalan re digot ‘Min bi ken vebêjin'
09:23 Dr. Zorlu Gunok: AKP’ê berpirsyariyê xwe daye ser milê gel
09:03 Gulum: Pêşî jiyanê esas bigirin
09:02 Li Amedê malên starbûnê yên jinan serlêdanên xwe dan sekinandin
09:02 Xizmên girtiyan: Dev ji vê qanûna newekhev berdin
09:01 Wê kî hesabê mirinê bide?
09:01 'Karkerên çandiniyê neyê parastin, wê ewlehiya zexîreyî jî bi xetereyê re rû bi rû bimîne'
09:01 Erdem: Tu ferqa guhertina vê înfazê ji darvekirinê nîne
09:00 ‘Bi guhertina yasaya înfazê bi hezaran girtiyên siyasî terkî mirinê hatin kirin’
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2020'AN
08:36 Li 3 gundên Kerboranê qedexeya derketina kolanan
08:30 Li Cîhanê Covid-19: Kesên bi şewba vîrûsê ketin 1 milyon û 300 hezar derbas kir
06/04/2020
20:16 Li Tirkiyeyê rewşa dawî ya Covîd-19'yê: Hejmara kesên mirin bû 649
17:35 11 partiyên siyasî: Em bang dikin ku dengê edaletê bilind bikin
16:29 148 welatî li Amedê ji ber şewba vîrûsê têne dermankirin
16:21 Karkerê bi vîrûsê ket nexistin karantînayê
16:07 Hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin dê piştevaniya 10 malbatan bikin
16:04 Zêdetirî 100 hezar mirovî bi daxwaza alikariyê serî li ÎBB’yê dan
15:58 Çerkezoglu bang li hikûmetê kir. Kar rawestînin
15:55 Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê: Em di yasayê de wekheviyê dixwazin
15:22 Medreseya Sor careke din kirin restorasyonê
14:48 ATO: Nexweşxaneyên me yên hatin girtin vekin!
14:35 ‘Rêbaza hilbijartinê baş e lê ji bo vîna kurdan qeyûm tê tayînkirin’
14:15 Li ser Sûrên Amedê hewldana întiharê
14:00 Li Farqînê bi hoparlorên mizgeftê hêjmara nexweşên şewbê aşkere kirin
13:46 Li dijî tundiyê daxwaza ‘plana çalakiya lezgîn’
13:26 HDP’ê li dijî guhertina zagona înfazê şerh danî: Dê xizmeta aştiya civakê neke
13:25 Ji Kongreya Înşaya Dersimê kampanya piştevaniyê
13:05 Li Dersimê Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira dest pê kir
12:45 Qeyûm zimanzan Zana Farqînî ji kar derxist
12:32 ‘Divê ji bo kedkarên PTT’ê bi lezgînî bergirî bên girtin’
12:20 Midûrê Tenduristiyê yê Sêrtê bi şewba vîrûsê ket
12:17 ÎSÎG: 14 karker ji koronayê bi giştî 113 karker jiyana xwe ji dest dan
11:57 'Girtî ligel rapora 'Nikare li girîgehê bimîne' çima nayê berdan?'
11:38 Li Rihayê 3 kes bi vîrûsa corona mirin
11:28 Xwebûn derbasî weşana dîjîtal bû
11:11 Uca: Divê girtiyên siyasî bi lez bêne berdan
10:47 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bergiriyan pêşî li Kovîd-19'ê girt
10:40 Li Amedê heta niha tenê 400 test hatine kirin
10:12 Piştî serhildanê agahiyên durist nedan xizmên girtiyan
10:11 Parzemîna herî xizan a cîhanê Efrîqa û rojên vîrûsa corona
09:33 Li Sêrtê 5 gundên din jî xistin karantînayê
09:11 Bi karkerên înşaetê teahûdnameya ‘vîrûsa korona’ îmze dikin!
09:10 Qeyûm di firotina malê neguhêzbar ê şaredariyê de bi israre!
09:09 Rêvebera CÎSST'ê Korkut: Efoya giştî bi lez mecbûrî ye
09:08 Odeya Tabîban a Îzmirê: Daneyên me û wazeretê li hev nayên
09:08 Serokê Baroya Stenbolê: Yên mirov kuştine dê bêne berdan
09:06 Tanrikulu: Ev guhertin dê sibê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne
09:03 Karker ji ekîpmanên parastinê sûdê nagirin
09:01 SES: Xizmetkarên tenturistiyê terkî mirinê dikin
09:00 ROJEVA 06'Ê NÎSANA 2020'AN
05/04/2020
21:30 73 kesên din bi vîrûsê mirin 3 hezar û 135 kes bi vîrûsê ketin
16:33 ÇHD: 2 parêzerên girtî dest bi rojiya mirinê kirin
16:13 Li Stewrê 4’ê Nîsanê pîroz kirin
15:48 Bûldan: Divê ji Îmraliyê dengekê, dîmenekê bigihînin civakê
15:24 Rapora OHD û Baroya Wanê: Girtî di bin rîskekî mezin de ne
14:52 Girtiyên li Êlihê sewqî Amedê kirin
14:37 Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê: Daxwaza me ya hevdîtinê nehat qebûlkirin
13:53 Îdîaya gardiyan li girtî xist
13:19 Îlham Ehmed ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo agirbestê zorê li Tirkiyê bikin
12:53 Welatiyê bi têlên ceyrana ku DEDAŞ’ê tamîr nekiriye ve zeliqî mir
12:43 Zarokên dibin xirbeyên xaniyê hilweşiyayî de mirin hatin definkirin
12:11 Lijneya Navendî ya HDP'ê kampanya Xwişk û Bira ya malbatan didin destpêkirin
11:42 93 dermanên din xistin lîsteya paşve dayînê
11:42 Wezire Tenduristiyê: Heta em îzole nekin emê nikaribin kontrol bikin
11:31 Prof. Akkûrt hişyar kir: Rûpoşên nano dibe ku bibin sedema pençeşêrê
11:23 Canê xizmetkarên setên rêzefîlman dixin hedefa vîrûsê
10:43 MED TUHAD-FED: Dengê xwe bilind bikin
10:26 Gergerlîoglu: Zagona înfazê ne li gorî heq e
10:14 Rojnamegerên li qadan bi şewbê re rû bi rû ne
10:00 ‘Qanûna înfazê îhlalkirina rêgeza wekheviyê ye’
10:00 Prof. Dr. Pinar Okyay: Ger tedbîr zêde neyê girtin dê vîrûs pir zêde bibe
09:24 Hiqûqnas Alataş: Pergala edaletê ya dewletê bi giştî îflas kiriye
09:07 Omer Ocalan: Di bingeha dewletê de dijminatiya ji bo kurdan heye
09:07 'Wezîrê Tenduristiyê di navbera xebatkaran de cihêkariyê dike'
09:05 Serokê VOSÎAD'ê: Pakêtên piştgiriyê pir dûrî pêdiviyên jiyanê ne
09:05 Gel ketiye etra canê xwe, DEDAŞ jî ketiye etra qezencê
09:04 Tûran: Bêbesîretiya îqtidarê gel mehkûmî coronayê kir
09:02 Ocalan: Zanista Ekolojiyê dikare bibe hêza çareseriya îdeal a xwezaya civakî
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2020'AN
08:31 Li Çinarê mal hilweşiya: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
04/04/2020
22:55 Xizmên girtiyan hê jî li ber girtîgehê ne
22:15 Daxuyaniya HDP'ê ya der barê îsyana Girtîgeha Êlihê de
21:49 Baroya Êlihê: Mudaxileyî qawîşan hatiye kirin, kes nemiriye
21:37 Gundê Elpelûrê rojbûna Ocalan pîroz kir
20:28 Li Tirkiyeyê hejmara kesên mirin bû 501
19:46 'Li Girtîgeha Êlihê girtiyan îsyan kirin'
17:43 Ji Amara bang kir: Ocalan êdî di dilê gelê Rojhilat de ye
17:01 Aqûbeta Sabahattîn Alî pîrsîn
16:42 Hatimogullari ya HDP'î tundiya li diji jinê ji wezîr pirsî
16:22 ÎHD: Dixwazin kujerên Elçî bi cezayên hindik xelat bikin
16:18 MSD’ê Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan ava kir