ÊLIH - Hê jî der barê îsyana li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de tu daxuyanî nehatiye dayîn û xizmên girtiyan hê jî li ber girtîgehê ne.
Der barê îsyana li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de agahiyên nû bi dest dikevin. Hat hînbûn ku agirê li girtîgehê hatiye tefandin û bi gazê mudaxileyî girtiyan hatiye kirin. Hat diyarkirin ku li hin qawîşan girtî li dijî mudaxileyê li ber xwe dane.
Parlementerên HDP'ê Feleknas Ûca û Necdet Îpekyuz jî di nav de gelek kes li hê jî li ber girtîgehê ne.
Ji ber ku daxuyanî nayê dayîn girse bertek nîşan dide û hê jî daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Ji bo ku dûxana ji girtîgehê bilind dibe neyê xuyakirin TOMA anîn danîn cihê ku girse lê ye û ronahî hatin tefandin ku hêla girtîgehê neyê dîtin.