Ocalan: Zanista Ekolojiyê dikare bibe hêza çareseriya îdeal a xwezaya civakî

  • rojane
  • 09:02 5 Nîsan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya "Sosyolojiya Azadiyê" de balê dikişîne ser pirsgirêkên îro û çareseriyê pêşniyar dike. Ocalan di beşa "Pirsgirêka Civakê ya Ekolojîk" de destnîşan dike ku pêdivî bi zanistiyeke nû ya ekolojîk heye û wiha dibêje: "Ekolojî weke yek ji zanistên herî nû di vê çarçoveyê de rewşa xwe diyar bike, ne bi tenê ya hawîrdorê, dikare bibe hêza çareseriya herî îdeal a xwezaya civakî jî." 
 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya "Sosyolojiya Azadiyê" de balê dikişîne ser pirsgirêkên îro yên talankirin, wêrankirina xwezayê û nexweşiyên şewbê ku îro derketine holê û çareseriyê pêşniyar dike. Ocalan di beşa "Pirsgirêka Civakê ya Ekolojîk" de balê dikişîne ser rola zanista ekolojiyê û destnîşan dike ku pêdivî bi zanistiyeke nû ya ekolojîk heye. 
 
Ocalan, diyar dike ku eşkere ye ku pirsgirêka îndustriyalîzmê hem parçeyek ji pirsgirêka ekolojîk e, hem jî sedema wê ya bingehîn e û wiha dibêje: "Di bin navekî din de şîrovekirin dibe ku bê maneya dubarekirinê. Lê ekolojî ji îndustriyalîzmê zêdetir mijareke civakî û bi pirsgirêk e ku xwedî mane ye. Herçiqasî weke têgîn were maneya zanista hawîrdor û jîngehê jî bi awayekî bingehîn ew zanist e ku têkiliya hişk a pêşketina civakî bi hawîrdora wê re analîz dike. Kengî felaketên hawîrdor û jîngehê li defa hewarê dan, bi giranî ket rojevê; xwedî hin maneyên divê mirov xwe jê dûr bigire di nava xwe de hilgire jî kirin şaxekî lêkolînê yê xweser. Ji ber ku ew jî weke îndustriyalîzmê pirsgirêkeke ji aliyê civakê ve hatiye afirandin nîne, ew weke marîfeta dawî ya yekdestdarên şaristaniyê di rojeva dîrok, dinya û civakê de hatiye danîn." 
 
'TU PIRSGIRÊK BI QASÎ YA EKOLOJIYÊ GIRÎNG Û GIRAN NEBÛN' 
 
Ocalan balê dikişîne ser pirsgirêkên ekolojiyê û wiha berdewam dike: "Belkî jî ti pirsgirêk bi qasî yên ekolojîk girîng û giran nebûn ku karibin rûyê rastî yê nîzamên kar-sermayeyê ango şebekeyên rêxistinkirî bixista rojeva mirovatiyê. Bîlançoya sîstema şaristaniyê ya kar û sermayeyê (tevahiya dîrokê weke koma yekdestdariyên eskerî, ekonomîk, bazirganî û dînî hemûyan) bi tenê ji her alî ve jihevdexistina civakê nîne (bêexlaqî, bêpolîtîkatî, bêkarî, enflasyon, fuhûş û hwd.), hawîrdor tevî jiyana ruhberan hemûyî xistiye tehlûkeyê. Em ê dij-civakbûna yekdestdariyê bi rengekî ji van rastiyan balkêştir û bibandortir, bi çi karibin ispat bikin?
 
Civaka mirov li gorî ruhberên din hemûyan weke xwezayeke mejî û nermiya wî di ser gişan re tê naskirin, jixwe di tehlîla dawî de civaka mirov jî hebûneke zindî ye. Dinyayî ye. Berhemê atmosfereke avhewayê ya bi nazikî û nazenînî hatiye birêkûpêkirin, beridîna dinya nebat û heywanan e. Nîzamên atmosfer û avhewaya dinya me û cîhana nebat û heywanên wê pêve girêdayî hemû giştî ne, û ji bo civaka mirov jî di cih de ne. Ev nîzamên em behsa wan dikin gelekî nazik in. Gelekî hişk bi hev ve girêdayî ne, mîna zincîrekê pêk bînin. Wexta xelekek jê qut bibe çawa zincîr bê kêr dibe, xelekeke ciddî ji zincîra beridînê jî qut bibe bivênevê tevahiya beridînê wê jê bi tesîr bibe. Ekolojî zanista van bûyer û pêşketinan e. Ji ber van sedeman gelekî girîng e. Nîzamê hundir ê civakê bi çi sedemê bişkê jî bi destê mirov ji nû ve dikare bê sererastkirin. Ma ne dawiya dawî rastiya civakî rastî ye ku bi destê mirovan hatiye avakirin. Lê hawîrdor û jîngeh welê nînin. Hin komên jêdera xwe civak, ya rastî bi marîfeta hin komên ji nava civakê derketî û li ser wê bi yekdestdariya kar-sermayeyê xwe bi rêxistin dikin, bibin sedem ku ji xelekên hawîrdorê xelekên ciddî qut bibin, felaketên zincîrwarî yên bi beridînê dikarin hawîrdorê hemûyî di vê navberê de civakê bi qiyametê re rûbirû bihêlin" 
 
'XELEKÊN HAWÎRDORÊ BI BERIDÎNA MILYONAN SALAN PÊK HATIYE' 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li ser beridîna xelekên hawîrdorê û zerara hatiye dayîn jî radiweste û wiha lê zêde dike: "Divê mirov ji bîr neke ku xelekên hawîrdorê bi beridîna mîlyonan salî pêk hatine. Zirar û ziyanên bi giştî di pênc hezar salên dawî de, bi taybetî jî di dused salên dawî de, weke qutkirina bi hezaran xelekên ji yên bi mîlyonan salî pêkhatî ne ku ev yek di nava demeke pirr kin de pêk anîne. Reaksiyona şikestinê destpê kiriye. Pêşbînî nayê kirin ka wê çawa were sekinandin. Di serî de rêjeya karbondîoksîtê (CO2) û gazên din di atmoferê de rê li ber qirêjbûnê vedikin, û tê texmînkirin ku halê hazir bi sed salan heta bi hezar salan nayê paqijkirin. Encamên zirar û ziyanên di cîhana nebat û heywanan de belkî jî bi temamî derneketine holê. Lê eşkere ye ku herî kêm bi qasî atmosferê îşaretên hewarê S.O.S didin. Gemarbûna derya û çeman, çolbûn ji niha ve gihiştine ber sînorên felaketê. Bi tevahî nîşane diyar dikin ku qiyamet ê bi rêveçûna heyî ne bi bêbalansiyeke xwezayê, belê bi destê hin komên xwe weke şebekeyan birêxistinkirî bi serê civakê de bêanîn. Bêguman bersivên xweza jî wê bide vê rêveçûnê hene. Ji ber ku ew jî zindî û bi mejî ye. Sînorên wê jî hene. Sebra wê jî heta cihekî ye. Hêza wê ya xweragirtinê bi sînor e. Di cih û dema xwe de wê li ber xwe bide û wexta ev cih û dem bê, wê dilê wê bi mirovan neşewite. Lewma hemû wê ji xiyaneta bi qabîliyetên xwe û nirxên diyarî wan kirî re berpirsiyar bêne girtin. Ma jixwe pêşbîniya qiyametê jî welê nehatibû kirin? Li vir armanca min ew nîne ku ez li senaryoyên felaketê yên nû zêde bikim; lê weke her endamê civakê yê divê ji sedî sed bi berpirsiyariyên xwe rabe, em jî bi berpirsiyariya hewce, bi têgihiştina li wezîfeyên xwe yên exlaqî û polîtîk ên ku sedema hebûna me ne, di çarçoveya qabîliyetên xwe de ya pêwîst bibêjin û bikin." 
 
'KELHE Û PÎRAMÎD NIKARIN BI PLAZAYÊN ME YÊN ÎRO RE QAYIŞÊ BIKIŞÎNIN'
 
Ocalan balê dikişîne ser Yekdestariya serdema Fîrewn û Nemrûdên û niha û wiha pênase dike: "Di dîroka mirovatiyê de li ser aqûbeta Firewn û Nemrûdên kişiyan kelhe û pîramîdên xwe, gelek tişt têne gotin. Sedema vê yekê eşkere ye. Ma ne Nemrûd û Firewn jî çi weke kes çi jî weke nîzam YEKDESTDARÎ bûn ku bi îdeaya xwedayî radibûn. Belê, di serdema destpêkê de mînakên herî bi heybet ên yekdestdariyên sermayeyê bûn yên ku timî li pey karê diçûn. Çawa dişibin yekdestdariyên niha li bajaran kişiyane PLAZA’yan! Hemin di navberê de bi xwe cudabûn nebe jî di şêwe de heye. Kelhe û pîramîd tevî heybeta xwe hemû jî nikarin bi plazayên roja me ya îro re qayişê bikişînin. Jixwe weke hejmar hîç nikarin qayişê bikişînin. Eger hûn hemûyî bidin ser hev, tevahiya firewn û nemrûdan ji çend sedî derbas nabin; lê hejmara firewn û nemrûdên hemdem bi her halî ji niha ve ji sed hezaran bihurî ye. Mirovatiyê di serdemên berê de nikarîbû barê çend firewn û nemrûdî rake. Di bin barê wan de mirovatiyê her kir nalenal. Baş e, bi sed hezarên wan ên tevahiya hawîrdor û civakê ji hev de xistine, mirovahî wê barê wan hê heta kengî rake? Of, axîn û êşên bi şer, bêkarî, feqîrî û birçîbûnê rê li ber wan vekirin, wê çawa bidebirîne? Wexta em dibêjin civaka dîrokî yekpare ye, me xwest li ber rohniya beridînê van rastiyan careke din bînin ziman. Ma ev rastiyên ku me bal kişand ser wan kêm dijwar û ne girîng in?
 
Zanista modernîteya kapîtalîst bi avahiya xwe ya pozîtîvîst gelekî ji xwe razî bû. Bawer kir ku keşfên mezin ên diyardeyî her tişt in. Heqîqeta mutleq bi tenê ji zanîna seresere ya diyardeyan hesiband. Ji sedî sed bawer kir ku ketiye pêvajoya pêşketina bêserûbinî. Lê nikarîbû pêşbîniya felaketa hawîrdorê ya li ber pozê xwe bibîne, mirov dikare vê çawa şîrove bike? Di serî de şer, ji bo felaketên civakî yên çarsed salên dawî yên ji tevahiya yên dîrokê bihurî pêşbîniya çareyeke bi kok û pratîze nekir, mirov dikare vê çawa şîrove bike? Şer weke desthilatdarî ketiye çaviyên civakê hemûyan, em bihêlin ew vî şerî asteng bike, ma em ê ji rast tespîtnekirina wê ya vê rastiyê re çi bibêjin?" 
 
'ÇARESERÎ ZANISTA EKOLOJÎK E' 
 
Ocalan li ser çareseriyê jî radewiste û dibêje: "Eşkere ye ku di vê serdema serweriya yekdestdariyê de ku hegemoniya wê herî zêde vê serdemê heye, ji yeqînan wêdetir ji aliyê îdeolojîk ve dor li zanistê hatiye girtin û ketiye xizmeta sîstemê, bêguman zanista di vê rewşê de nikarîbûya bersivê bide van pirsan. Zanista bi avahî, hedef û şêwazê xwe bi armanca rewakirina sîstemê hatiye îlankirin û rêkûpêkirin, nîşan daye ku bi qasî dînan jî bi tesîr nebûye. Lê divê mirov fêhm bike ku zanista ne îdeolojîk be jî nîne. Ya girîng ew e, mirov hay jê hebe ku zanîn û zanista kîjan îdeolojî û çîna civakî ye, û li gorî wê rewşa xwe diyar bike. Ekolojî weke yek ji zanistên herî nû di vê çarçoveyê de rewşa xwe diyar bike, ne bi tenê ya hawîrdorê, dikare bibe hêza çareseriya herî îdeal a xwezaya civakî jî." 
 
 
 

Sernavên din

07/04/2020
11:46 Rapora Korkûtelî: Tê xwestin ku dosya bê girtin
11:20 Siyasetmedarê Kurd dest bi kampanya bi vîdeo dikin
11:09 Guhertina yasaya înfazê ku wek ‘newekhev’ tê dîtin îro li Meclîsê tê nirxandin
11:08 Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî: Bankayên cîhanê nikarin xwe li pêş vîrûsê ragirin
10:27 ‘Demildest girtiyan berdin'
10:27 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tu bergirî nehatine girtin
10:19 ‘Jin li Sêrtê ne bi tenê ne'
10:18 SES ‘komîteyên şewbê’ ava dike
10:17 Ji hevalan re digot ‘Min bi ken vebêjin'
09:23 Dr. Zorlu Gunok: AKP’ê berpirsyariyê xwe daye ser milê gel
09:03 Gulum: Pêşî jiyanê esas bigirin
09:02 Li Amedê malên starbûnê yên jinan serlêdanên xwe dan sekinandin
09:02 Xizmên girtiyan: Dev ji vê qanûna newekhev berdin
09:01 Wê kî hesabê mirinê bide?
09:01 'Karkerên çandiniyê neyê parastin, wê ewlehiya zexîreyî jî bi xetereyê re rû bi rû bimîne'
09:01 Erdem: Tu ferqa guhertina vê înfazê ji darvekirinê nîne
09:00 ‘Bi guhertina yasaya înfazê bi hezaran girtiyên siyasî terkî mirinê hatin kirin’
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2020'AN
08:36 Li 3 gundên Kerboranê qedexeya derketina kolanan
08:30 Li Cîhanê Covid-19: Kesên bi şewba vîrûsê ketin 1 milyon û 300 hezar derbas kir
06/04/2020
20:16 Li Tirkiyeyê rewşa dawî ya Covîd-19'yê: Hejmara kesên mirin bû 649
17:35 11 partiyên siyasî: Em bang dikin ku dengê edaletê bilind bikin
16:29 148 welatî li Amedê ji ber şewba vîrûsê têne dermankirin
16:21 Karkerê bi vîrûsê ket nexistin karantînayê
16:07 Hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin dê piştevaniya 10 malbatan bikin
16:04 Zêdetirî 100 hezar mirovî bi daxwaza alikariyê serî li ÎBB’yê dan
15:58 Çerkezoglu bang li hikûmetê kir. Kar rawestînin
15:55 Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê: Em di yasayê de wekheviyê dixwazin
15:22 Medreseya Sor careke din kirin restorasyonê
14:48 ATO: Nexweşxaneyên me yên hatin girtin vekin!
14:35 ‘Rêbaza hilbijartinê baş e lê ji bo vîna kurdan qeyûm tê tayînkirin’
14:15 Li ser Sûrên Amedê hewldana întiharê
14:00 Li Farqînê bi hoparlorên mizgeftê hêjmara nexweşên şewbê aşkere kirin
13:46 Li dijî tundiyê daxwaza ‘plana çalakiya lezgîn’
13:26 HDP’ê li dijî guhertina zagona înfazê şerh danî: Dê xizmeta aştiya civakê neke
13:25 Ji Kongreya Înşaya Dersimê kampanya piştevaniyê
13:05 Li Dersimê Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira dest pê kir
12:45 Qeyûm zimanzan Zana Farqînî ji kar derxist
12:32 ‘Divê ji bo kedkarên PTT’ê bi lezgînî bergirî bên girtin’
12:20 Midûrê Tenduristiyê yê Sêrtê bi şewba vîrûsê ket
12:17 ÎSÎG: 14 karker ji koronayê bi giştî 113 karker jiyana xwe ji dest dan
11:57 'Girtî ligel rapora 'Nikare li girîgehê bimîne' çima nayê berdan?'
11:38 Li Rihayê 3 kes bi vîrûsa corona mirin
11:28 Xwebûn derbasî weşana dîjîtal bû
11:11 Uca: Divê girtiyên siyasî bi lez bêne berdan
10:47 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bergiriyan pêşî li Kovîd-19'ê girt
10:40 Li Amedê heta niha tenê 400 test hatine kirin
10:12 Piştî serhildanê agahiyên durist nedan xizmên girtiyan
10:11 Parzemîna herî xizan a cîhanê Efrîqa û rojên vîrûsa corona
09:33 Li Sêrtê 5 gundên din jî xistin karantînayê
09:11 Bi karkerên înşaetê teahûdnameya ‘vîrûsa korona’ îmze dikin!
09:10 Qeyûm di firotina malê neguhêzbar ê şaredariyê de bi israre!
09:09 Rêvebera CÎSST'ê Korkut: Efoya giştî bi lez mecbûrî ye
09:08 Odeya Tabîban a Îzmirê: Daneyên me û wazeretê li hev nayên
09:08 Serokê Baroya Stenbolê: Yên mirov kuştine dê bêne berdan
09:06 Tanrikulu: Ev guhertin dê sibê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne
09:03 Karker ji ekîpmanên parastinê sûdê nagirin
09:01 SES: Xizmetkarên tenturistiyê terkî mirinê dikin
09:00 ROJEVA 06'Ê NÎSANA 2020'AN
05/04/2020
21:30 73 kesên din bi vîrûsê mirin 3 hezar û 135 kes bi vîrûsê ketin
16:33 ÇHD: 2 parêzerên girtî dest bi rojiya mirinê kirin
16:13 Li Stewrê 4’ê Nîsanê pîroz kirin
15:48 Bûldan: Divê ji Îmraliyê dengekê, dîmenekê bigihînin civakê
15:24 Rapora OHD û Baroya Wanê: Girtî di bin rîskekî mezin de ne
14:52 Girtiyên li Êlihê sewqî Amedê kirin
14:37 Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê: Daxwaza me ya hevdîtinê nehat qebûlkirin
13:53 Îdîaya gardiyan li girtî xist
13:19 Îlham Ehmed ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo agirbestê zorê li Tirkiyê bikin
12:53 Welatiyê bi têlên ceyrana ku DEDAŞ’ê tamîr nekiriye ve zeliqî mir
12:43 Zarokên dibin xirbeyên xaniyê hilweşiyayî de mirin hatin definkirin
12:11 Lijneya Navendî ya HDP'ê kampanya Xwişk û Bira ya malbatan didin destpêkirin
11:42 93 dermanên din xistin lîsteya paşve dayînê
11:42 Wezire Tenduristiyê: Heta em îzole nekin emê nikaribin kontrol bikin
11:31 Prof. Akkûrt hişyar kir: Rûpoşên nano dibe ku bibin sedema pençeşêrê
11:23 Canê xizmetkarên setên rêzefîlman dixin hedefa vîrûsê
10:43 MED TUHAD-FED: Dengê xwe bilind bikin
10:26 Gergerlîoglu: Zagona înfazê ne li gorî heq e
10:14 Rojnamegerên li qadan bi şewbê re rû bi rû ne
10:00 ‘Qanûna înfazê îhlalkirina rêgeza wekheviyê ye’
10:00 Prof. Dr. Pinar Okyay: Ger tedbîr zêde neyê girtin dê vîrûs pir zêde bibe
09:24 Hiqûqnas Alataş: Pergala edaletê ya dewletê bi giştî îflas kiriye
09:07 Omer Ocalan: Di bingeha dewletê de dijminatiya ji bo kurdan heye
09:07 'Wezîrê Tenduristiyê di navbera xebatkaran de cihêkariyê dike'
09:05 Serokê VOSÎAD'ê: Pakêtên piştgiriyê pir dûrî pêdiviyên jiyanê ne
09:05 Gel ketiye etra canê xwe, DEDAŞ jî ketiye etra qezencê
09:04 Tûran: Bêbesîretiya îqtidarê gel mehkûmî coronayê kir
09:02 Ocalan: Zanista Ekolojiyê dikare bibe hêza çareseriya îdeal a xwezaya civakî
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2020'AN
08:31 Li Çinarê mal hilweşiya: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
04/04/2020
22:55 Xizmên girtiyan hê jî li ber girtîgehê ne
22:15 Daxuyaniya HDP'ê ya der barê îsyana Girtîgeha Êlihê de
21:49 Baroya Êlihê: Mudaxileyî qawîşan hatiye kirin, kes nemiriye
21:37 Gundê Elpelûrê rojbûna Ocalan pîroz kir
20:28 Li Tirkiyeyê hejmara kesên mirin bû 501
19:46 'Li Girtîgeha Êlihê girtiyan îsyan kirin'
17:43 Ji Amara bang kir: Ocalan êdî di dilê gelê Rojhilat de ye
17:01 Aqûbeta Sabahattîn Alî pîrsîn
16:42 Hatimogullari ya HDP'î tundiya li diji jinê ji wezîr pirsî
16:22 ÎHD: Dixwazin kujerên Elçî bi cezayên hindik xelat bikin
16:18 MSD’ê Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan ava kir