NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 87 kes mirine û hejmara kesên ji ber şewba coronayê mirine bûye 812.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) de parve kirin.
Koca, daxuyand ku testên heya niha hatine kirin hejmara wan bûye 247 hezar û 768, hejmara kesên vîrûs di wan de tespît bûye 38 hezar û 226 û di 24 saetên dawî de 87 kes mirine.
Piştî daneyên dawî, li Tirkiyeyê hejmara kesên heya niha ji ber şewba Covîd-19'yê mirine bû 812.