MÊRDÎN – Li navçeya Qoserê, kesê ji ber herareta zêde û kuxikê rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Hevjîn û keça wî kirin karantînayê.
Li navçeya Qoser a Mêrdînê Haci Zekî Ûrabe yê berî rojekê ji ber herareta zêde û kuxikê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê, bi gumana vîrîsa korona (Kovîd-19) xistin karantînayê. Hevjîn û keça Ûrabe jî li nexweşxaneyên cuda xistin bin karantînayê. Ûrabe li gel hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da. Encama testa Kovîd-19 a Ûrabe negatîf deket û mirina wî weke mirina ji rêzê derbasî qeydê hat kirin.
Lê testa hevjîn û keça Ûrabe pozîtîf derketin û dermankirina wan dewam dike.
keremke