AMED - Operasyona eskerî ya li Navçeya Liceyê ku piştî teqîna li Navçeya Pasûrê pêk hat dabûn destpêkirin, bi dawî bû.
Li Navçeya Pasûrê ya Amedê teqîn pêk hatibû. Di teqînê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî teqîna li Pasûrê, eskeran li gundên Sîsê, Dêrxust û Xezmaz ên Navçeya Liceyê dest bi operasyonê kiribûn. Operasyona eskeran a ji hewayî û beşayî bi dawî bû. Piştî operasyonê eskerên ku li qada çiyê hatibûn bicih kirin dîsa paşve vekişiyan.