ÊLIH - Li Êlihê li 53 kesên tev li şer bûn cezayê "mesafeya civakî" hat birîn. Li 53 kesan bi hinceta di vê pêvajoya şewba vîrûsê de “mesafeya civakî" îhlal kirine, 166 hezar û 950 TL cezayê pereyan birîn.
Li taxa Çarşi ya Êlihê di 5'ê Nîsanê de di navbera 2 esnafan de pevçûn derket. Polîsan li 53 kesên tev li pevçûnê bûne, bi hinceta di vê pêvajoya şewba vîrûsê de “mesafeya civakî" îhlal kirine, 166 hezar û 950 TL cezayê pereyan birîn. Polîsan ji bo her kesekî 3 hezar û 150 tl cezayê pereyan birî.