ÊLIH – Li navçeya Sasûnê ya Êlihê malzemeyên înşatê yên di TIR’ê de bi ser du zarokan de ketin û zarokek mir û zarokek jî birîndar bû.
Li taxa Aşagi ya girêdayî navçeya Sasûna Êlihê Sedat O. ê karê înşatê dike li avahiyek dixebitî. Keçên Sedat O., Sema ya 8 salî û Hîra ya 5 salî çûn cem bavê xwe. Wextê her du zarok li înşatê bûn, malzemeyên înşatê yên di TIR’ê de bi ser zarokan de ketin û di bin malzemeyan de man. Hîra li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Sema ya giran birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê. Cenazeyê Hîra jî ji bo otopsî rakirin nexweşxaneyê.