WAN - Taxa Rûnexwir a Seravê û Taxa Şeytanava ya Ebexê ji ber vîrûsa corona xistin qaratînayê. Bi vê yekê li Wanê heta niha 14' war xistin qarantînayê.
Li Taxa Rûnexwir a Navçeya Seravê û taxa Şeytanava ya Navçeya Ebexe yên Wanê ji ber vîrûsa corona (Covid-19) xistin qarantînayê. Kesê ji Umrê vegeriya û li îsparta demekê xistin qarantînayê, di 3'ê Nîsanê de hat taxa Rûnexwir a di 9'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Piştî vê yekê tax xistin qarantînayê. Li 2 taxan ketin û derketin xistin bin kontrolê.
14 WAR XISTIN QARANTÎNAYÊ
Piştî xatên Rûnexwir û Şeytanava xistin qarantînayê heta niha li Wanê 14 war xistin qarantînayê.
Gundên berê xistibûn qarantinayê wina ne: Gundê Xaşkan û 7 mezrikên wê, Gundê Hozî û mezrika Belliyurt, Gundên Xirabe, Xan, Çemik û Tellikaya.