Derûnînasên Mezopomyayê: Di rojên li malê de Lîstikên xwe hînî zarokên xwe bikin

  • rojane
  • 09:03 11 Nîsan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Înisiyatîfa Derûnînasên Mezopomyayê, di vê pêvajoya ku civak ji ber vîrûsa corona, bêdir rojên xwe di malê de derbas dikin, li ser rîskên pêkan û pêşniyarên çareseriyê yên li hemberî van rîskan rawestiyan. Înîsiyaitfê destnîşan kir ku dêûbav dikarin van rojan bikin rojên bi avantaj û ji dê û bavan xwest ku di malê de plansaziyek hevpar çêkin, pirtûk bixwînin, lîstikên zarokantiya xwe fêrî zarokên xwe bikin. 
 
Vîrûsa corona (Covît-19), li cîhan û Tirkiyeyê belav dibe. Ji bo ku vîrûs belav nebe rayedarên dewletê û partiyên siyasî bang li civakê dikin ku ji malên xwe dernekevin. Li aliyê din saziyên jinan jî rayedaran hişyar dikin ku dê di vê pêvajoyê de tundiya li dijî jinan û zarokan zêdetir bibe. Di vê pêvajoyê de Înisiyatîfa Derûnînasên Mezopomyayê, bal kişyand ser talûkeyên nava malbatê û çereserî pêşniyar kirin. 
 
Înisiyatîfa Derûnînasên Mezopomyayê, bal kişand ser rewşa vîrûsê û wiha got: "Nexweşiya koronayê ku ev zêdeyî mehekî tevahiya rûtîna jiyana me guherandiye hê jî bi lez berbelav dibe. Pêşketina nexweşiyê li her welatî ne wekî hev e lê kêm zêde hemû dinya neha di pêvajoya îzolasyonê de ye. Ji bo pêşiya nexweşiyê bê girtîn tedbîra esas îzolasyona li malê ye. Lê ji ber ku hê jî dermankirina vê şewbê peyda nebûye û ne diyar e bê wê ev roj wê çiqas bidomin stres, xem û metirsiyeke giştî li civakê heye."  
 
LI GORÎ ÇAND Û ŞÊWAZA CIVAKAN LEZA ŞEWBÊ DIGUHERE 
 
Înisiyatîfa Derûnnasên Mezopomyayê, li ser bandora têkiliyên civakî ya li ser leza şewba vûrûsê rawestiya û ev nirxandin kirin: "Ji aliyê belavbûna vîrûsê çanda civakê gelekî girîng e. Vîrûs ji ber ku ji kesan derbasî kesên din dibe, civakên kollektîf de li gorî civakên takekesî (şexsî) zûtir belav dibe. Di civaka kurdan de dikare bê gotin jiyanek hevpar heye. Malbat bi piranî qerebalixin, têkiliyên wan xurt in, mêvanî û ezamindana mêvana weke tiştekî birûmet tê dîtin. Ev taybetiyên civata me dibe ku belavbûna vîrûsê bileztir bike. Ji ber vê yekê civakên ku jiyana hevpar tê de heye îzolasyona fizîkî dijwar e. Civakên ku mesafeya wan a fizîkî kêm e herwiha bêtir li çavê hev dinerin û bêtir meyl heye ku temasî hev bikin. Civaka kurdan jî xwedî wê germiyê ye. Divê em li gor rastiyên civaka xwe tev bigerin û tedbîrên xwe jî li gora wê bistînin. Wek mînak em xwedî çandeke edebiyata wê ya devkî xurt in. Bi deh salane mesele û çîrokên me bi civatan, bi şevbuhêrkan gihane roja me îro. Jiyanên me ku neha dijîtalîze bûne ragihandina me bi mezinan re kêm kiribû. Lê em dizanin ku em xwedî vê dewlemendiyê ne û ev rojên ku hewce ne li malê derbas bibin jî ji bo civatan û şevbuhêrkan dikare bibe derfetek. Di her malê de mesele û tecrûbeyên mezinan ji bo piçûkê wê malê, ji aliyê xurtkirina têkiliya bi dîrok û çandê re şensek e pir mezin û lê hêja ye. Ev dikare li gor emrê zarokan û pediviyê wan li plansaziya rojane bê zêdekirin."  
 
'EM TÊKILIYÊN CIVAKÎ XURT BIKIN, DÛRKETINA FÎZÎKÎ BIKIN ARMANC' 
 
Înîsiyatifê hin hişyarî jî  kirin û wiha got: "Her çiqasî li gorî çanda me zehmet be jî rîska vê nexweşiyê êdî wekî realîteyekê li pêşya me ye. Loma di vê demê de çûn û hatina nav malbatê û mêvandarî û ezimandina mêvana divê em qut bikin. Wekî tê gotin ne ‘dûrketina civakî’ lê ‘dûrketina fizîkî’ divê bibe armanca me. Ji ber ku ev wexteke wisa ye ku encax em karin bi piştevaniya civakî, bi alîkariya bi hev re dikarin zehmetiya wê kêm bikin. Divê em bi nas, heval û hogirên xwe re têkiliya xwe xurt bigrin, hestê hev bipirsin û ji bo alîkariyê amade bin. Herwiha divê saziyên ji bo gel kar dikin agahiyên rasteqîn bigihînin gel." 
 
'VÊ PÊVAJOYÊ KARÊ JINAN GIRANTIR E' 
 
Înîsiyatifa Derûnînasên Mezopotamya, bal kişand ser rola jinê ya di nava civakê de û girêdayî vê yekê bandora vîrûsê ya li ser jinan û wiha berdewam kir: "Di civaka pederşahîye de rola jin û mêran ne wekhev e. Mêr serdest in, loma jî dema  rewşeke awarte derdidikeve holê bandora wê li jinan girantir dibe. Wekî tê zanîn van rojên ku em têde ne ji ber şewba cowîd 19  hemû civak di  rewşek awartede ye. Di rewşek wisa de rola jinê di nav civatê û di nav  malê de hin jî girantir dibe. Di vê pêvajoyê da ji bo ku derketina derve  qedexe ye an jî ne rast e,  hemû malbat pevre wextê xwe li malê derbas dikin. Ev jî kar û barê malê zêde dike û loma jî keda jinê zêde dike. Wekî numene xwarin û vexwarin, paqijkirina malê, xwedîkirina zaroka û lênerîna kal û pîra hwd. ji jinê tê xwestin. Ji ber vana  jî jinên ku berî şewba koronayê li saziyên fermî, saziyên taybet dixebitîn an neha jî karên xwe berdewam dikin dikare bê gotin ku vê pêvajoyê barê wan gelekî girantir e." 
 
'JIN BÊTIR DI BIN BANDORA VÊ PÊVAJOYÊ DI DIMÎNIN'
 
Înîsiyatifê bal kişand ser talûkeyên hundirê malê yên li dijî jinan û wiha lê zêde kir: "Wekî tê zanin, di civakê de kuştina jina û şîdeta li ser jina berdewam dike. Di vê rewşa awarte de, derneketina derve stres, xov tirs bi mirovan re çêdike. Hemû malbat di bin bandora vê pêvajoyê de bi awayekî neyînî dimînin. Lê hemû kesên malbatê vê pêvajoya neyînî wek hevdû najîn. Jin bêhtir di bin bandora vê pêvajoyê de dimînin. Wekî tê zanîn jin her roj bi destê mêrên xwe, dergistiyên xwe, bav û birayên xwe têne kuştin. Kujerê jinan ne dûrî wan in, berovajî wê li hûndirê male bi xwe ne. Loma hûndirê malê ji bo jinan ciyê herî bi talûke ye. Mixabin di van rojên ku herkes li malê asê maye çêdibe ku tundiya fizîkî, zayendî, derûnî li ser jinan zêdetir bibe. Wek mînak mêr bê dilê jinê dixwazî pê re têkevi tekîliya zayendî." 
 
'KARÊ MALÊ NE TENÊ KARÊ JINÊ YE'
 
Derûnînasên Mezopotamya li ser rol û rista rêxistinên civakî û saziyên eleqeder jî rawestiya û ev pêşniyar kirin: "Di vê rewşê de tişta girîng ew e ku mêr ji van rojan ku bi mecbûrî malê dimînin cesaretê negrin. Dikarin bifikirin ku jixwe her der girtî ye, kes guh nade tundiya li jinan. Ji bo pêşiya vê fikrê bê girtin hewce ye saziyên dewletê û yên civakî ji her carî zêdetir li ser tundiyê bisekinin. Ser telefonê be, xetên telefonê yê lezgîn tim aktîf bin û jin xwe tenê hîs nekin. Wekî din hêjayî gotinê ye ku jiyana malbatan ya rutîn bi giştî hatiye guhertin. Ne tenê ya mêra.!  Ya jinan ya zarokan tevde. Divê bê zanin ku karê malê ne tenê berpirsiyariya jinê ye. Ev berpirsiyarî ya hemû  kesên ku bi hevre dijîn e. Di malê de divê kar û bar bê parvekirin.  Jin û mêr wekhevdû berpîrsiyariyê bigrin. Bi hevre û bi zaroka xwe bêhtir ji dil dem derbas bikin. Ji bo ku ev pêvajo bi  aramî derbas bibe divê hemû malbat bi hevre tev bigere û piştgiriya hevdû bikin.
 
'DIVÊ DÊ Û BAV PIRSÊN ZAROKAN ZELAL BIBERSIVÎNIN
 
Înîsiyatifê li ser derûniya zarokan û berpirsiyariya dê û bav a li hemberî zarokan jî pêşniyarî kirin û wiha lê zêde kirin: "Ji ber ku fêhmbariya zarokan bi qasî mezinan hê pêşneketiye, dibe ku hê jî tênegihiştibin bê çi diqewimê, çima ji malê dernakevin, çima hevalên xwe nabînin û hwd. Ji bo bersivên zelal yê van pirsan dêûbavê zarokan berpirs in. Hewce ye li gor emr û zanîna zarokan dêûbav nexweşiya koronayê ji zarokên xwe re rave bikin. Gava dêûbav ser pirsan diqevizin, bersiva wan nadin ya jî mijarê diguherînin zarok wê stresê miheqqeq hîs dikin. Ser pirsgirêkan axaftina zelal ji bo xem û metirsiya zarokan kêm bibe û di vê pêvajoya nediyar de ji bo ji wan re çarçoveyek çêbibe gelekî girîng e. Ji ber ku rewşên nediyar wesweseya zarokan zêde dikin û zarok di hişê xwe de bi senaryoyên herî xerap wê valahiyê dadigrin. " 
 
DIVÊ MEZIN KARIME FIKAR, TIRS Û HÊRSA XWE KONROL BIKE 
 
Derûnînasên Mezopotamya, bal kişand ser tevgera mezinan a li hemberî biçûkan û wiha got: "Divê dêûbav hay ji bertekên xwe yê nexweşiyê hebin.  Di rewşên wekî şer, karesat, koçberî, nexweşî û hwd de çavê zarokan li dê û bavê wan e. Ji aliyekê ve jî, li bertekên derdora xwe temaşe dikin û hîn dibin. Gava dêûbav gelekî bi tirs, bi girî, bi panîkeke mezin derbas bikin, zarok jî îhtîmalek mezin e ku trawmatîk derbas bikin. Loma, ji bo zarok van rojan bi streseke kêm derbas bikin em wek mezinan dive bi tedbîr bin. Heke takekes nikaribe endîşe û tirsa xwe qontrol bike, hewce ye berî zarokên xwe aram bike ew bi xwe alîkariyeke derûnî hilde." 
 
'DIVÊ LI HURDIRÊ MALÊ PLANSAZIYEK BÊ KIRIN' 
 
Ji bo zarokan rûtîn gelekî girîng e. Ji ber nexweşiyê herçiqasî rûtîna ji rêzê xera bûyî be jî, di hûndirê malê de plansaziyek dikare bê çêkirin. Wextê xwarinê, wextê lîstikan, wextê xebata dersan, pirtûkan, wextê xewê çiqasî diyar be ji aliyê mezinan jî zarokan jî wê ewqasî bi rehetî derbas bibe. Gava mezin ji plana çêkirî bi bawer bin zarok jî miheqeq rêzê nîşan didin û li gorî planê tev digerin. 
 
'DÊ Û BAV DIKARIN LÎSTIKAN FÊRÎ ZAROKAN BIKIN' 
 
Înîsiyatifê ji bo dayik û bavan û zarokan ev pêşniyar kirin: "Wextê zêde yê bi telefon û tablêtan derbas dibin ji bo geşedana zarokan ya ziman, ya civakî û ya bîrbirî zerar e. Dêûbav dikarin van rojan biqulipînin avantajekî û lîstikên zaroktiya xwe hînî zarokên xwe bikin. Tê bîra we hê wextê telefon tune bûn kîjan lîstik hebûn? Heftok, xeta, bi çavgirtinkê, qalûç û hwd. Ji xeynî van lîstikan her wiha şevbuhêrk hebûn. Hûn bi zarokên xwe re plana rojê çêkin û lîstikekê ya jî çîrokekê têxin wê planê bawer bikin wê pir kêfa wan bê. Lîstik bi tena serê xwe ji bo zarokan wekî dermanê stres û xemê ye. Bi rêya lîstikan zarok hestên xwe didin der. Wek mînak heke van rojan di lîstikê wan de tim behsa şewbê be, çûn û hatina nexweşxaneyê hebe û kesê nexweş nikaribe derman bigre ji wan tiştê ku jê ditirsin bipirsin. Zanibin ku endişeya wan bi qasî ya me mezinan xwezayî ye. Ser hestê wan biaxivin û bihêlin lîstîkê wan bi dilekî rehet temam bibe. " 
 

Sernavên din

12/04/2020
09:05 Li Qersê 'Kampanyaya Xwişk û Bira': 23 malbat gihan xwişk û birayê xwe
09:01 Guven: Kesên ji xwe re dibêjin 'ez mirov im' vî tiştî nakin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2020'AN
08:35 Li cîhanê Covît-19: 106 Hezar û 347 kes mirin
07:56 Meclîsê 30 xalên qanûna înfazê qebûl kir
07:46 Sabrî Kaya cara 3'emin rakirin nexweşxaneyê
11/04/2020
20:47 Li Tirkiyeyê di mehekê de 1101 kes bi vîrûsê mirin
19:05 'Îqtîdar vîrûsê belav dike'
18:22 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Jin dê vî wêne ji bîr nekin
18:10 Meclisa Îştarê Uweyş Ocalan bi bîr anîn
17:04 Malbatên rojnamegerên girtî: Bila rojnamegerên girtî bêne berdan
16:48 4 hezar û 357 kes li Îranê bi vîrûsê mirin
16:25 Li ber qereqolê dar qetil kirin
16:08 Wekîlê AKP’î di kargoyê de cenaze şandin parast
16:05 Karabat ê CHP’î: Îzolasyona mehekî di du saetan de hat tunekirin
16:04 Bila Fatma Tokmak serbest bê berdan
15:46 Xizmên windayan pirsa faîlên Abdussamet Çîçek kirin
15:35 'Li ser doşekekê 3 girtî radizên'
15:26 Li Amedê 2 kes bi vîrûsa corona mirin
15:25 Dayikên Şemiyê: Em gorên zarokên xwe dixwazin
14:37 Welatiyê ji nexweşxaneyê şandin malê, qeyrana dil derbas kir û mir
14:31 Mesafeya civakî di 2 saetan de tine kirin
14:15 Dermangerek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:29 'Girtiyê nexweş Adem Amaç ê enfeksiyon girt berdin’
13:28 ÎHD: Îlankirina qedexeyê ya 2 saet beriya destpêka qedexeyê nayê qebûlkirin
13:27 Li Berwariyê kesek testa pozîtîf pê re derket jiyana xwe ji dest da
13:05 HDP'ê cenazeyê Îpek ê bi PTT’ê hat şandin, bir rojeva Meclîsê
12:55 Nûnerên sendîkayan: Qedexeya du rojî ji bo kara patronan e
12:39 Baroya Stenbolê: Jin êdî bi baweriya dê neyên cezakirin serlêdan nakin
12:31 Rejîma Îranê girtiyê kurd Selîmî bi darve kir
12:14 Bertekên li dijî cenazeyê bi PTT’ê hat şandin: Kiryarek wiha li ser rûyê erdê nehatiye dîtin
11:23 Ji Stenbolê bertek: Bi vê qedexeya ji nişkeve me şandin mirinê
11:16 Li Hevşaredara Wanê doza Hevserokatiyê vekirin
10:56 ‘Name nîn im, Stranek im…’
10:55 Temel: Ambargoya li Maxmûrê şerme, divê bê rakirin
10:45 Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar dibêje 'Yên ji min bila bijî, yên ne ji min bila nejîn
09:55 Malbatên gritiyan: Heqareta li girtiyên siyasî tê kirin qebûl nekin
09:31 Dayika Egît Îpek: Em ne li benda vê hovîtiyê bûn
09:30 Tevnên piştevaniyê yên li Stenbolê mezin dibin
09:10 Li Girtîgeha Şakranê testa 2 bijîşkan pozîtîf derketiye: Maske û lepikan nadin girtiyan!
09:05 MEBYA-DER: Şandina cenaze ya bi PTT'ê dijminantiya li dijî Kurdan e
09:03 Derûnînasên Mezopomyayê: Di rojên li malê de Lîstikên xwe hînî zarokên xwe bikin
09:03 Karkerên li Quweytê hatin şixulandin dawa heqê xwe dikin
09:03 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Hê bêtir wijdanan xwînî nekin
09:01 Endamê Meclîsa ÎSÎG'ê Guven: Karker divê mafê xwe bi kar bînin û dev ji hilberînê berdin
09:00 Kesên bêtemînat dişixulin li benda tevdîrine aborî ne
09:00 Di pêşnûmaya qanûna înfazê de cezayê zarokên girtî tê zêdekirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2020'AN
10/04/2020
22:34 Qedexeya hevdîtinên li girtîgehan heya 30'yê Nîsanê hatin taloqkirin
22:06 Wezareta Karên Navxweyî li 31 bajaran qedexeya derketina derve îlan kir
19:57 Li Tirkiyeyê 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê mirin
19:24 Cenazeyê Agît Îpekê ku bi PTT'ê re hatibû şandin hat definkirin
18:02 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:37 OHD û MED TUHAD FED’ê giliyê îşkenceyê kirin
16:36 TUAY-DER: Cudakariyê nexin navbera girtiyan
16:16 Cenaze piştî 3 salan bi rêya PTT'ê ji malbatê re şandin
15:50 Li Amedê li şûna nexweşxanê, li malan mirovan derman dikin
15:33 Karkerê madenê li Soma di bin hezanê de mir
15:20 HDP'a Mêrdînê banga kampanya Malbatên Xwişk û Bira kir
15:08 2 taxên Wanê xistin qarantînayê
15:04 Guzel pêşniyazpirsa ‘cihên bi ewle’ pêşkêşî wezîr Zehra Selçûk kir
14:53 Ketin û derketin Basa ji ber vîrûsa korona hat astengkirin
14:34 Vîrûsê pergala cîhanê ya tenduristiyê têk bir
14:22 Li Îranê 122 kesên din ji ber vîrûsê mirin
13:52 Zaroka di bin malzemeyên înşatê de ma jiyana xwe ji dest da
13:40 Ji 53 kesên tev li şer bûn re 167 hezar tl cezayê ‘mesafeya civakî' birîn
13:39 Ji Wezîrê Dadê pirsa ‘gelo wê tecrit dewam bike?’ pirsî
13:21 3 gundên din ên Mêrdînê xistin qarantînayê
13:08 Li Cîhanê Covît-19: Zêdeyî 95 hezarî kes bi vîrûsê mirin
12:42 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
12:34 ATO: Çima kontrola testên xebatkarên tenduristiyê hat rawestandin?
12:29 Bîranîna 10'ê Cotmehê dê li ser medya civakî kirin
12:07 Kesê mir testa wî negatîf, a hevjîn û keça wî jî pozîtîf derketin
12:02 Gunay: Em bi hevre rê li pêş zagona mirinê bigirin
11:59 Emniyetê ji malbatê re gotiye: Bûyerê mezin û belav nekin
11:25 Bûldan: Divê gavên şênber bên avêtin
11:13 Li Girtîgeha Rihayê lêgerîn heye, lê cîhaza agirê laş dipîve tune
10:47 Durmuş: Em ne bi çekan, bi piştevaniyê dikarin şewba corona têk bibin
10:20 Hasîp Kaplan: Îqtidarê dixwaze cezayê muxalifan hîn bêtir zêde bike
10:05 Prof. Dr. Hamzaoglû: Pergala tenduristiyê têk çûye
10:01 Hevserokê HDP’ê Ceylan: Me 3 hezar malbat diyar kirin
10:00 Bavê ku 4 zarokên wî girtî: Girtîgehan bikin nexweşxane
09:46 10 xalên zagona înfazê hatin qebûlkirin
09:01 Girtiyên nîşaneyên vîrûsa coronayê bi wan re hene nebirine nexweşxaneyê!
09:01 Ev gund xwe bi xwe tevdîrên xwe girtine
09:01 Ozdag: Heya qezenca zêde neyê dezgînkirin wê dermanê Covîd-19'yê neyê dîtin
09:01 Esnafên Stenbolê: Hikûmet li bendê ye em çareyekê bibînin!
09:01 Bertek nîşanî biryara çêkirina fabrîkeya plastîkan dan
09:01 Pasajên li Rihayê ji ber koronayê li ber girtinê ne
09:00 ‘Niha dem dema mezinkirina piştevaniyê ye’
09:00 Bi helandina berfê re girên çopê derketin holê
09:00 Li Stenbolê di 20 dermanxaneyan de Covîd-19 hatiye tespîtkirin
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2020'AN
09/04/2020
19:45 Li Tirkiyeyê 96 kesên din jî mirin: Hejmara miriyan bi giştî bû 908
18:38 Berpirsiyarê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê Ebu Hanzala disa hat girtin
18:09 SES: Li Enqereyê di rojekê de 9 kedkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
17:57 Rêxistina Efûya Navneteweyî: Herî kêm 35 girtî li Îranê hatin kuştin
16:25 Testa girtiyê hat îdîakirin întîhar kiriye negatîf derket
15:49 Baroya Êlihê: Li girtiyan xistin
14:58 Li Amedê tedawiya 171 nexwşin vîrûsê didome