NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Dr. Nacî Gorur, piştî erdhejên ku li Behra Reş û Çewlikê çebûn, ji bo Elbak û Bêgiriyê hişyarî da.
Îro serê sibehê li Behra Reş û Çewlikê erdhej çebûn. Li navçeya Kanîreş a Çewlkikê bi pîleya 4.3 û li peravên Behra Reş jî bi pîleya 4.2’ erdhej çêbûn. Piştî her du erdhejan Prof. Dr. Nacî Gorur, li ser hesabên xwe yên medya civakî daxuyaniyek da û ji bo navçeyên Elbak û Bêgiriyê yên Wanê hişyarî da.
Li aliyê din AFAD’ê jî ragihand ku li bajarê Xoy ê girêdayî parêzgeha Azerbaycana Rojava ya li aliyê rojavayê Îranê jî bi pîleya 4.7 erdhej çêbûye.