ÊLIH - Walîtiya Êlihê ketin û derketina parkan ên li Êlihê qedexe kir. Kolanên ku çûn û hatin lê zêde jî xistin bin kontrolê.
Walîtiya Êlihê, bi boneya tedbîrên li dijî vîrûsê hin cihên nû qedexe kirin. Walîtiyê ketin û derketina hemû parkan ji welatiyan re qedexe kir. Dîsa cihê herî qelebalix ên bajar xistin bin kontrolê. Walîtiya Êlihê bi destê şaredariya ku qeyûm tayîn kiriye hemû qadên lîstika zarokan û park ji ketin û derketinê re qedexe kir. Dîsa ji bo piştgiriyê bidin polîsan ji yekîneyên zabitayan, zanîngeh û qadên din zêdeyî 300 endamên yekîneyên ewlehiyê xistin xizmeta Miduriyeta Polîsan a Êlihê.