AMED - Li Amedê hejmara kesên ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest dan, derket 19’an.
Li Amedê, 2 kesên 63 û 78 salî yên ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) dihatin dermankirin duh bi şev jiyana xwe ji dest dan. Welatiyê 78 salî yê testa wî pozîtîf derket, li nexweşxaneyek taybet dihat dermankirin. Welatiyê 63 salî jî, di beşa lezgîn a Nexweşxaneya Fakulteya Tipa Zanîngeha Dîcleyê de dihat derman kirin.
Heya niha li bajêr 19 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji destan dane.