Ocalan: Talûkeya bingehîn a îndustrîyalizmê civakê dike robot

  • rojane
  • 09:07 15 Nîsan 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameya Şaristaniya Kapîtalist de balê dikişîne ser talûkeyên îndustriyalizmê ya liser tenduristî, derûnî û aqilê civakê û diyar dike ku talûkeya bingehîn a îndustrîyazmê civakê dike robot û dibêje "Îndustriyalîzm dike ku bajar mîna kansêrê zêde bibin. Bajar bûne cinawirên dinya me ya zindî dadiqurtînin. Eger îndustriyalîzm neyê bi sînorkirin, ti civak nikare cîhana xwe ya hestan bi awayekî durist dewam bike." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo pêşeroja mirovahiyê û cîhanê gelek pirtûk nivîsandin. Li ser talûkeya li pêş mirovahiyê û çareseriyê gelek analîz û pêşniyar kirin. Yek ji analîza Ocalan a der barê talûkeya pergala şaristaniya kapîtalîst û siberoja mirovahiyê ye. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameya Şaristaniya Kapîtalist de balê dikişîne ser talûkeyên îndustriyalizmê ya liser tenduristî, derûnî û aqilê civakê û diyar dike ku talûkeya bingehîn a îndustrîyazmê civakê dike robot. 
 
Ocalan, di parêznameyê de tîne ziman ku sê hêmanên modernîteya demokratîk hene û yek ji van hêmanên sereke li dijî îndustriyalîzma kapîtalîst îndustriya ekolojîk e û wiha dibêje: "Mirov dikare îndustriyalîzmê weha bide naskirin, kapîtalîzm teknîkê ji bo meyla xwe ya kara herî zêde bi awayekî bêsînor bi kar tîne. Meyla kara herî zêde çawa ku dewlet weke amûrê desthilatdariya herî zêde bi awayê dewleta netewe ji nû ve bi rêxistin kir, gurçûpêçiya teknîkê ya bi armanca kara herî zêde jî bi awayê îndustriyalîzmê bi rêxistin kir." 
 
'BAJAR BÛNE CINAWIRÊN DINYA ME YA ZINDÎ DADIQURTÎNIN' 
 
Ocalan, li ser talûkeya îndustrîyalîzmê û bajaran a li dijî civakê radiweste û wiha şirove dike: "Tehlûkeya bingehîn a îndustriyalîzmê ew e, civaka cîhanek wê ya zindî û bi his heye vediguherîne goristana amûrên mekanîk û civakê dike robot. Eger îndustriyalîzm neyê bi sînorkirin, ti civak nikare cîhana xwe ya hestan bi awayekî durist dewam bike. Makînekirina civakê piştî qonaxeke diyar wê veguhere hilweşîna civakê. Aliyê kapîtalîzmê yê ji şer bêhtir bi tehlûke ew e, meyla wê heye îndustriyalîzmê timî herî mezin bike. Dinya ji niha ve bûye êsîrê amûrên ferazî û bajarên ji hawîrdorê qut. Îndustriyalîzm dike ku bajar mîna kansêrê zêde bibin. Bajar bûne cinawirên dinya me ya zindî dadiqurtînin. Bajarên şêniyên wan bi mîlyonan bi deh mîlyonan ti maneyek wan a civakî tineye û bi ti awayî hewcedarî bi hebûna bajarên bi vî rengî tineye, lewma bi awayekî kansêrwarî mezinbûna wan ji nexweşiyê bêhtir ti maneya xwe nîne. Bi vê ve girêdayî, bi tenê qezayên rê li ber vedikin û mirina mirovan a di warê çûnûhatinê de ji niha ve ji bîlançoyên şeran bihuriye. Dîsa ji ber ku dengên nexweş derdixin, hewayê qirêj dikin û gewdeyê mirov têk dibin, ew êdî ji amûrên çûnûhatinê derketine. Herweha yek ji qada sereke ya îndustriyalîzmê amûrên ferazî, nivîskî û dîtînî ne ku têkiliya xwe bi heqîqetê re nemane û mirovatî hînî cîhaneke ferazî kirine. Ango kirine ku mirov bûne nexweşê wan û serê xwe ji ser wan ranakin. 
 
 
Ocalan balê dikişîne ser civaka ku ferdên wê ji hev qut û encama wê û wiha lê zêde dike: "Girseyên ferdan ên têkiliya xwe ji civakê û heqîqetê qut, atomîzebûna civakê îfade dikin. Îndustriya amûrên şer û girseyên jihevdeketî û ji civakbûnê derketî, ji zû ve gihiştine wê astê ku ji her alî ve civakê daqurtînin. Mirov weke ruhberekî bi hawîrdora xwe heye, tevî gelek ruhberên li dewrûbera xwe –nebat û daristan jî di nava vê de ne –ji aliyê îndustriyalîzmê ve di çarçoveyeke ekolojîk de tê daqurtandin. Bêguman li dijî teknîkên îndustriyalîzmê yên bûne amûrên hilweşandinê û modernîteya kapîtalîst a rê li ber wê vedike, nêzîkatiya modernîteya demokratîk bi temamî ekolojîk e. Îndustriya ne ekolojîk, bi kêmanî bi qasî kapîtalîzmê û dewleta netewe amûrê hilweşandina civakê ye. Hêmanên modernîteya demokratîk neteweya demokratîk û ekonomiya kominal ji bo bêne bicihanîn, bêguman nikarin ji teknîk û îndustiryê bêpar bimînin. Berevajî ev li ser modernîteyê û hêmanên wê ferz dike ku pêşketina zanist û teknolojiyê di îndustriyê de bi kar bînin. Maneya rastî ya îndustriyê ji bo civakê di vir de derdikeve holê. Îndustrî di nava yekparebûnê de çiqasî bi kêra civakê, xurtbûna wê ya exlaqî û polîtîk, pêşketina wê ya demokratîk û ekonomîk bê, ewqasî hêja ye. Bêguman destnîşankirina asta vê bikêrhatina îndustriyê yek ji wezîfeya sereke ya rêveberiya exlaqî û polîtîk e." 
 
 
'HERÊMA KU DEMEKÊ BIHIŞTA NEBAT Û HEYWANAN BÛ NIHA BÛYE CEHENEMA WAN' 
 
Ocalan li ser rewşa Rojhilata Navîn û bandora qapîtalîzmê ya li ser erdnîgariyê jî radiweste û wiha lê zêde dike: "Civakên Rojhilata Navîn herçiqasî ji aliyê îndustriyalîzma kapîtalîzmê ve bi qasî welatên metropolan hilneweşiyabin jî ji ber xisletên hezar salan ên xirakirinê yên sîstema şaristaniya navendî û civaka neolîtîkê ya beriya wê, ji vî alî ve demeke dirêj bi hilweşînê re rûbirû mane. Ji ber ku ji pênc hezar salan zêdetir ji şaristaniya navendî re dergûşî kiriye, hilweşîn gelekî di asta jor de pêk hatiye. Li vê cografyayê gelek qad bêdaristan hatin hiştin û ev gelekî bi awayekî berfireh hatiye meşandin. Ev herêma ku demekê buhişta nebat û heywanan bû, niha dibe cehennema wan. Herêm di rewşeke welê de ye ku herî zêde pêdiviya wê bi jiyana ekolojîk heye. Îndustriyeke bi temamî ekolojîk dikare herêmê ji nû ve bigihîne ew rewşa wê ya berdar û bi bereket. Xisleteke wisa ya pirsgirêkên civakî heye: Li kîjan deverê pirsgirêk giran bûbin, li wir riyên çareseriyê jî ewqasî gihiştine, stewiyane. Mirov nikare li pirsgirêkên bêçareserî bifikire. Şert û mercên zeman û mekan ên lê pirsgirêk diberidin, şertên çareseriyê jî bi xwe re hildigirin. Mîna li gelemperiya dinyayê, li Rojhilata Navîn jî prensîba çareseriya ekolojîk, bi kêmanî bi qasî şoreşên siyasî girîngiya xwe ya çareseriyê çêbûye. Di vê mijarê de jî Îsraîl mînakên serketî pêşkêş dike. Serdestiya xwe ya zanistî û teknolojîk di îndustriya ekolojîk de bi kar tîne û li çolan çarçoveya jiyaneke cennetwarî pêk tîne. Li tevahiya welatên herêmê bi ekonomiya komin re îndustriyên ekolojîk ên werin bikaranîn, wê avabûna civakê bi awayekî azad, wekhev û karibe domdar bibe ji nû ve mumkîn bike. Hemin pêdiviya civakê bi van gelekî heye. Li şûna îndustriyalîzmê xweşhaliya ekolojîk pêdiviyeke rastî û li rêza pêş e. Welatên Ewrûpayê yên pêşketî dema îndustriya xwe ya ne ekolojîk dixwazin weke îndustriya ekolojîk bidin rûniştandin, tekstîl, otomobîl û turîzma wan tedarik bikin hingê ew ê van pirsgirêkên civakî bi tenê giran bikin. Kapîtalîzm bi vê riyê hêmanên hilweşînê yên mirovatiyê globalîze dike. Binesaziya teknîk a modernîteya demokratîk divê ekolojîk be. Bêyî înkara îndustriyalîzm û îndustriyê, ekonomiyeke ekolojîk kominal a bê bipêşxistin wê bibe hêza pêkhêner a jiyana neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk têkûz û yekpare dike." 
 
 
 

Sernavên din

16/04/2020
09:47 ‘Yasaya hejariyê’ li Meclîsê hat pejirandin
09:46 Bahçelî got û Çakici hat berdan
09:42 Xebatên Lîjneya Stratejîk a HDP’ê dest pê kirin
09:37 Dayika Zeydan dizanîbû ku kurê wê li derveyî welat dijî
09:37 Serokê Duyemîn ê TTB’ê: Derxistina yasayê tenê têr nake
09:33 'Hemû malbat bi hunerê eleqeder dibin'
09:24 Derûnas Guneş: Wê pêşeroja zarokan reş bikin
09:24 'Di warê hiqûq û wijdanê de pirsgirêkek e mezin e'
09:24 Koçakê di rojiya mirinê de êdî nikare bimeşe
09:24 ‘Qanûna Înfazê derveyî hiqûqê ye’
09:23 304 roj in di rojiya mirinê de ye: Ji bo jiyanê li ber xwe dide
09:21 Dayika Sebahat Tûncelê: Zarokên min dişînin mirinê
09:21 Înîsyatîfa Derûnasan a Mezopotamyayê: Di warê hiqûqî û civakiyî de divê piştgiriya jinan bê kirin
09:17 Li girtîgehan ji bo rojnamevanan cih tê çêkirin!
09:17 Hunermendê girtî Erkan Benlî nameyek şandiye
09:17 ‘Piştî ku bavê min bimire wê wî berdin gelo?’
09:15 Ji bo nexweşa Çolyakê bê berdan daxwazname dan dadgehê
09:15 Dibe ku li Mexmûrê rewşeke ku ‘hessabê wê nikaribe bê dayîn’ derkeve holê
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2020'AN
15/04/2020
20:37 Li Tirkiyeyê 115 kesên din jî ji ber coronayê jiyana xwe ji dest dan
20:08 Cenazeyê Hebûn Kardaş ê HPG’yî rakirin nexweşxaneyê
17:30 KCD: Êrîş û ambargoya li ser Mexmûrê bi dawî bikin
16:47 Pirtûka li dijî koronayê ya ji bo zarokan wergerî kurdî hat kirin
16:26 Gokçekê di rojiya mirinê de: Ji destê kî çi tê divê bike
16:24 Li 227 niştewaran karantîna tê sepandin
16:17 Li Amedê jina 70 salî bi vîrûsa corona jiyana xwe ji des da
15:26 Esker li Licê derketin operasyonê
15:25 KESK: Girtiyên siyasî terkî mirinê kirin
15:21 SÎHA Mexmûr bombe kir: 3 jinan jiyana xweji dest dan
15:14 Li Girtîgeha Tekirdagê fireqansa radyo asteng kirin
14:44 Welatiyê wezaretê jê re got ‘terorîst’ sivîl derket
14:32 Li Mêrdînê gundekî din jî ket qarantînayê
13:53 200 hezar kes li girtîgehan mehkûmê mirinê kirin
13:48 514 rojin li ber xwe didin
13:25 Piştî ku grev li karkeran were qedexekirin dê Meclîs bikeve betlanê
13:17 Li Kolombiyayê girtiyên nexweş serbest berdan
13:00 'Ambargoya li ser Mexmûrê rakin'
12:43 Li Farqînê 8 xizmetkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsê ketin
12:37 Daxwaza girtiyan a testê li ber çavan nayê girtin
12:33 Li Mêrdînê hejmara miriyan derket 8’an
12:19 Girtiyê nexweş Kaya 5 rojin di qomayê de ye
12:10 Fadil Şenyaşar ê 22 meh şûnve derket pêşberî dadger nehat berdan
12:04 Karkerên medene kirin qampa xebatê
11:56 SOHR: 190 çeteyên ji Sûriyê li Lîbyayê hatine kuştin
11:25 Şenoglu ji Wezîr Soylu pirsî: Gel wê te efû bike?
11:17 HDP’ê Çarşema Sor pîroz kir
11:08 Her êvar li şaneşînê ji bo cîranên xwe kilaman dibêje
11:05 Wezareta Dadê: Tê payîn 45 hezar werin berdan
10:40 Kesên piştgirî dan Koçak hatin berdan
10:36 Şahînoz: Ji bo bandora qirîzê kêm be, divê dahat bê dabînkirin
10:16 ‘Li girtîgehan îzolasyona civakî ne pêkan e'
10:09 ‘Peyamek ji Ocalan wê dîwarên zilmê hilweşîne’
09:25 Berdana girtiyên edlî dest pê kir
09:19 Li dinyayê hejmara kesên bi koronayê ketine ji 2 milyonan derbas bû
09:18 Maskeyên li derve belaş didin, li girtîgehan bi pera difiroşin
09:17 Girtiya nîşaneya vîrûsê pê re heye: Em terkî mirinê kirin
09:16 Wezaretê parast ku tayînkirina qeyûm li gorî zagonê ye
09:15 Li dijî vîrûsa corona karê baxçe derman e
09:11 'Wê nexweşxane têr nekin'
09:10 Bazar hatin girtin, heywan di dest wan de man
09:09 Ji ber şewba coronayê koçer nizanin wê kengî berê xwe bidin zozana
09:08 Xizmên girtiyan: Dewlet xwe li ker û lalîtiyê daniye
09:08 Prof. Dr. Ustun: Şewba coronayê ji bo mirovahiyê hişyariyek e
09:07 Ocalan: Talûkeya bingehîn a îndustrîyalizmê civakê dike robot
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2020'AN
14/04/2020
20:38 Koca: Belavbûna coronayê tê kontrolkirin, hejmara miriyan bû 1403
20:07 Parêzerên Ocalan ji bo 'redkirina daxwazan' îtiraz kirin
16:31 SES: Ji bo parastina xebatkarên tenduristiyê tedbîrên pewîst nehatine girtin
16:30 Girtiyên ku agahiya vîrûsê parve kirin ceza xwarin
16:28 Şaredariya Sêrtê wê erdê xwe ji feqîran re biçîne
16:08 2 penaberên li Navenda Paşve Şandinê ya Aydinê hewl da întîhar bikin
16:06 Welatiyan bertek nîşanî afîşên qeyûm dan
15:31 Kesên piştgirî dan Koçak hatin binçavkirin
15:30 CHP ji bo guhertina yasaya înfazê wê serî li AYM’ê bide
15:29 WHO: Li Ewropayê kêm dibe li Tirkiyeyê zêde dibe
15:16 Di Tersaneya Tûzlayê de 53 karker bi vîrûsê ketin
14:54 Li Amedê 4 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:53 DÎSK: Karker dê ferzkirina sefaletê efû nekin
14:15 Paylan: Bi polîtîkayên aştiyê re wê 200 milyar tasarûf pêk were
14:00 Ji Platforma karkeran banga 1'ê Gulanê
13:30 Capemeniya cîhanê: Hamas amade ye agahiyên der barê girtiyên Îsraillî de parve bike
13:25 Maske, lepik û dezenfektanê nadin girtiyan
13:04 Ji Baroya Îzmîrê berteka li dijî ‘înfazê’
12:57 Lîbya: Erdogan hemû peymanan binpê dike
12:48 HDP: Komkujiya Enfalê weke birîneke vekirî hê jî xwîn jê diherike
12:47 HDP'ê ji Meclîsê xwest ku enfal wekî komkujiya li dijî kurdan bê qebûlkirin
12:31 Şaredariya Çinarê deh hezar maske belav kir
12:06 33 hezar û 339 kesên ku jiderveyî welat hatin kirin bin qarantînayê
11:54 Penaber di rewşa xeternak de terkî mirinê tên kirin
11:39 KNK: Ji bo yekîtiya kurdan gavan bavêjin ku enfal dubare nebe
11:04 Zanîngeha Egeyê li dijî vîrûsê dest bi tedawiya plazmayê dike
11:01 Îlham Ehmed: Ger vîrûs belav bibe berpirsiyar hikûmeta Sûriye ye
10:43 Serokê WHO hişyar kir: Zû dawî li sînorkirinan neynin
10:37 Haydar Baş ji ber şewba Covîd-19 jiyana xwe ji dest da
10:12 Wê tedawiya kesên bi şewba coronayê ketine bêheq bê kirin
10:09 Jinên tundî li wan tê kirin ji emniyetê paş ve tên şandin
10:07 Li Pasûrê kesek hat girtin
09:56 Çareserî ne qezenc e, parvekirin e
09:55 Ji bo sûcdarên zayendî efû anîn
09:29 ‘Îqtidar rojnamevanan ber bi mirinê ve dişîne'