Ji KCD'ê bang: Em dev ji yekîtiya xwe ya neteweyî bernedin

img
AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), diyar kir ku hêzên emperyalîst û mêtînger her çend Kurdistan bi awayekî fîzîkî kirin 4 perçe jî dê nikaribin civaka Kurdan bi awayekî Neteweyî perçe bikin. KCD'ê bang li gelê Kurd û hêzên navdewletî kir û got: "Ji ber kaos û aloziyên li herêmê biqewimin, dê wekî gelê Kurd, aştiya herêmê jî zirarê bibîne. Gelê Kurd mifteya aşitiya siyasî, çandî û civakî ya li ser axa Anatolya û Mezrabotan e. Hewla perçekirina Kurdan, hevsengê xirakirina aşitiya li ser vê erdnîgariyê ye."  
 
 Kongreya Civaka Demokratîk KCD'ê têkildarî êrîşên li dijî gelê Kurd, plan û projeyên li ser axa Kurdistanê daxuyanî da. KCD'ê bal kişand ser plan û projeyên hêzên emperyalist û mêtînger û xwest dest ji vê hewldana xwe berdin.
 
Daxuyaniya KCD'ê wiha ye: 
 
"Gelê Kurd nêzî 200 salin ji bo mafê tayînkirina qedera xwe diyar bike têkoşînek awarte û berdelên giranbûha dide. Perçekirina Kurdistanê ya bi destê hêzên emperyalîst a fizîkî û avakirina dewletên Netewî vê berdêlê hêj mezintir dike. Lê belê quweta hêzên emperyalîst û metînger yên herêmî ku Kurdistanê bi awayekî fizîkî kirin 4 perçe, nekarî ku civaka Kurdan bi awayeki Netewî û civakî perçe bike. Ji ber ku xêza wekî sînor ya di navbera gelê Kurd de hatiye xêzkirin ji têkiliyên wan ên qedîm ne bi hêztir e. Ji ber vê yekê, Kurdên Rojava, Bakûr, Başûr û Rojhilat her daîm ji bo Netew, Civak û Yekîtiya Siyasî jiyana xwe berdewam kir û ji bo van hestên xwe bidomîne heta îro jî gelek berdêlên giran da.
 
PÊDIVÎYA ME BI YEKÎTIYÊ HEYE 
 
Di van rojên ku tevahî mirovahî bi bapêşa vîrusa Coronayê re eleqedar dibe, Li Başûrê Kurdistanê di navbera hêzên siyasî yên Kurd de rewşên balkêş diqewimin. Beriya niha wekî Kongreya Civaka Demokratîk me bi daxuyaniyekê aşkere kiribû ku Kurd ketine rojeva cîhanê û pirsgirêka gelê Kurd dijî êdî ji rewşa herêmî derketiye û derbasî bingeha kurevî bû ye. Dîsa bi israr me diyar kiribû ku ev rewş bixwere rîskan jî û firsendan jî dihewîne.  Her wiha ji bo baldarî û hessasiyetê jî me hin bang li tevahî Tevgerên Siyasî, Rewşenbîr, Nivîskar, Jin, Rêxistinên Saziyên Sivîl û Pêşengên Civakê jî kiribû. Îro dîsa em hîs dikin ku pêdiviya me bi Yekîtiyê heye û em vê yekê wekî erka Neteweyî dibînin.
 
GELÊ ME BEDELÊN HERÎ MEZIN BI CAN Û MALÊ XWE DAYE 
 
Em Kurd neçarin ku ji dîroka xwe dersan derxin û bi vî awayî rêya xwe bidomînin. Ji bo em geşedanên rojevî veguherînin lehê xwe gelek nexşerê di dîroka me de hene. Îro gelê mazlûm ê Kurd li her perçeyê bi kedek mezin, zor û zehmetiyan têkoşîna xwe ya Neteweyî û siyasî mezinkiriye û gîhandiye qada Navneteweyî. Di vê têkoşînê de berdêla herî mezin gelê me bêyî fikar bi can û malê xwe daye. Di vê têkoşînê de welatê me hatiye tarûmarkirin, gundên me hatine valakirin û bi sedhezaran mirovên me di qetlîman re hatine derbaskirin. Em pêdiviyê pê dibînin ku vê yekê careke din bi bîra herkesî bixin. Ligel hemû berdêlên giran, gelê me li hemberî kesî çoknedaye erdê, rûmet û heysiyeta xwe parastiye û ev yek ji bo tevahî Kurdan bûye cihê şanazî û kêfxweşiyê. Ev yek ji bo gelê xwe kiriye. Ji bo kîjan jiyanê ev berdêl dane? Gelê me van pirsan her roj bi dayîna berdêlên nû bi bîra me dixe. Ne dûr di demek nêz de, Kurdan ji bo xwedîderketina rûmet û parastina nirxên xwe li Rojavayê Kurdistanê 15 hezar ciwanên xwe feda kiriye.
 
GELÊ KURD JI PARTIYÊN SIYASÎ DIXWAZIN KU BI HEVRE TEV BIGERIN
 
Em li vir wekî Kongreya Civaka Demokratîk dixwazin bang li gelê xwe û siyaseta Kurd bikin: Divê hemû kes bizanibe ku Gelê Kurd, li dijî gengeşiya di navbera tevgerên siyasî û partiyan de pêk tê ye û naxwaze civak bê dijberî hev. Gelê Kurd ji partî û tevgerên siyasî dixwaze ku bi hevre tevbigerin, bi rûhê Neteweyî beriya her tiştî mafê Kurdan bixwazin, ji bo çareseriya hezaran pirsgirêkên Kurd dijîn çareseriyan peyda bikin û bêyî bên listikên hêzên herêmî û kurevî,  polîtîkayan biafirînin. Daxwazên gelê me zelal û tên fêmkirin. Em ji Tevgerên Partiyên Kurdistanî, Rewşenbîr, Hunermend, Nivîskar, Jinên Kurd, Saziyên Sivîl û ji Dorhêlên Karmendên Kurd daxwaz dikin ku guh bidin vê bangê. Gengeşî û aloziyên di navbera Kurdan de tên derxistin ji kîjan aliyan dibe bila bibe, bi kîjan şiklî û ji ber çi sedemê be bila bibe teqez neyê qebûlkirin. Di vê wateyê de, di van rojên ku pêdiviya Kurdan di hemû mijaran de bi yekîtiyê heye de, em bang dikin ku siyaseta Kurd di vê nîşaneyê de siyasetê bike û berpirsiyariyê hilde ser milê xwe.
 
BANGA JI BO DEWLETÊ 
 
BANGA me ji dewletan û gelê me re ye: Bila hemû kes bizanibe ku ji ber kaos û aloziyên li herêmê biqewimin, dê wekî gelê Kurd zirarê bibîne, ligel aşitiya herêmî dê gelên herêmî jî ji vê yekê zirarê bibînin. Bi vê yekê ve girêdayî, em pêdivî û berbirsiyariyê dixwe de dibînin ku ji dewletên herêmê û civakên cîran ên ku bi hezaran salan e em bi hev re dijîn vê yekê bibêjin: Gelê Kurd mifteya aşitiya siyasî, çandî û civakî ya li ser axa Anatolya û Mezrabotan e. Hewla perçekirina Kurdan, hevsengê xirakirina aşitiya li ser vê erdnîgariyê ye. Em bang li tevahî hêzên herêmî dikin û dixwazin ku planên xwe yên têkildarî herêmê careke din di ber çavan re derbas bikin û rêzê ji hebûna Netewî ya gelê Kurd, Çand û siyaseta wê re bigirin. Dîsa em ji gelên cîran re daxwaz dikin ku ji welatên lê dijîn re daxwaz bikin şerê Kurdan nekin, jiyana bi Kurdan re biparêzin û piştgiriyê bidin polîtîkayên di vê mijarê de.
 
BANGA JI BO HÊZÊN KUREVΠ
 
BANGA me ji hêzên kurevî re. Bi salan e ku hûn Kurdan dikin amûrên berjewendî û hesabên xwe. Ji bo Kurd bi gelên cîran re pevbiçin û dijminahiya wan bikin, hûn bi hezaran lîstikan dixin dewrê. Dev ji listikên xwe yên qirêj ên li dijî gelê Kurd û gelên cîran berdin. Gava we ya herî bixêr ya ji bo gelê Kurd dê rêza li hemberî mafê Neteweyî ya Kurdan û piştgirîdayîna aşitiya herêmî be.
 
KONGREYA CIVAKA DEMOKRATÎK." 
 

Sernavên din

21/04/2020
09:45 Li cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin 170 hezar derbas kir
09:24 Bavê ku 2 kurên wî girtî ne: Çakici berdan zarokên min jî terkî mirinê kirin
09:14 'Di rojên corona de jin bi hevre bi hêz in'
09:14 Kelûpelên paqijiyê nadin girtiyên nexweş
09:13 Piştî belavkirina maskeyan xetereya li dermanxaneyan zêde bûye
09:13 Wê AYM tîk bisekine an li ber erkê serî bitewîne?
09:09 Bajarê çandiniyê Riha daxilî nav piştgiriya ji bo tovan nehat kirin
09:08 ‘AKP, bi êrîşên li ser muxalifan dixwaze ji derheqê vê krîzê derkeve'
09:07 Êdî nikarin li bazaran jî li gor dilê xwe pêdiviyên xwe bikirin
09:00 Bersiva qeyûm a ji bo meclîsa şaredariyê
09:00 Ji mafê destûra biheq banga ji bo grevê
09:00 ‘Girtî nikarin xwe biparêzin’
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2020'AN
20/04/2020
20:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji destdan bû 2140
20:00 Erdogan: Wê ji 23-26'ê Nîsanê de qedexeya derketina derve pêk bê
17:25 Çavdêriya ÎHD, ÇHD, OHD û MED TUHAD-FED’ê: Tedbîr kêm in
16:48 Ji AMENAS’ê ji bo girtiyan bang
16:29 Gelê Binarê Qendîlê dijî êrîşa li ser Zînî Wertê meşiyan
16:13 Kampanya Hevmalî ya HDP’ê didome
16:12 Muslim: Êrîşa li Zînî Wertê plana 170 salan a birakujiya Kurdan e
15:19 Covît-19 bijîşkekî din kuşt
15:12 HDP’ê ji bo nûçeya AA’yê gilî kir
15:05 171 kesên ji Erebîstanê hatin, xistin qarantînayê
15:05 Ji bo çalakgerên rojiya mirinê bang kirin
14:56 Buldan: Bi vê zagona AKP-MHP'ê qatîl û tecawizkar hatin berdan
14:50 Çepnî: Ji bo ewlehiya Qesrê makîneyên sûc hatın berdan
14:35 DÎSK-AR: 4 endamê me mirin û testa 378 endamên me jî pozîtîf derketiye
14:23 Rêzbûna li ber PTT’an didome
14:22 Li Licê 4 welatî hatin girtin
14:16 Li Îzmîrê 357 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:06 Li cîhanê COVÎT-19: Îspanya dê ji YE'ê fon bixwaze
13:47 Li Girtîgeha Bedlîsê ji bo girtiyan tevdîr nayên girtin
13:28 Danişîna Hevşaredar Nazlier bê parêzer hat lidarxistin
13:23 Li Mûşê kêlên goran şikandin
13:18 Êrîşkar hatin berdan
13:18 Barzanî têkildarî Zînî Wertê daxuyanî da
12:50 Şêniyên Zînî Wertê xwestin hêzên PDK'ê vekişin
12:35 Ji bo Soylû pîrozbahiya bi xwîn, kêr û çek
12:19 MATUHAY-DER ji Wezareta Dadê xwest rêya ragihandina bi Ocalan re vekin
12:14 KNK: Divê hêzên Kurdan nakokiyên xwe bidin aliyekî
11:02 Li Girtîgeha Bûcayê testa girtiyek pozîtîf derketiye
11:01 Demîrtaş: Divê em daxwaza xwe ya hesappirsînê zindî bigirin
11:00 Şaredariyên HDP’ê li dijî şewbê hemû derfetên xwe seferber kir
10:28 Ewlekarê nexweşxaneyê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
09:47 Bi 2 girtiyên ku hatin berdan re vîrûs derket
09:47 Ji girtîgehê derket kêr kir û piştre mirî hat dîtin
09:45 Kedkarên hunerê bê kar man
09:21 Serokê şaredariya CHP’î û hevjîna xwe rastî êrîşa çekdarî hatin
09:20 Ji KCD'ê bang: Em dev ji yekîtiya xwe ya neteweyî bernedin
09:04 Komîsyona OHAL'ê karê wî dayê, lê şaredariya AKP'ê karê wî nedayê
09:03 Evran: Êriş paralel in û plana destwerdana li dijî Qendîl û Xakûrkê ye
09:03 3 rojan xwarin nedan girtiyan!
09:03 Xebatkarên tenduristiyê tevahiya rojê bi maskeyek dixebitin
09:02 Her ku kuçe bêdeng dibin, ew jî xuya dikin
09:02 Dayika Selma Irmak: Ez dixwazim keça xwe hembêz bikim
09:01 ‘Pakêta înfazê wêrekiyê dide kiryaran’
09:01 ‘Em ê li dijî trajediya civakî piştevaniyê birêxistin bikin’
09:01 Fûat Keyman: Şewba koronayê welatên YE dabeş kir
09:00 Holdînga Cengîz karkeran mexdûr dike û li herêmê talanê pêk tîne
09:00 Kiliçaslan: Li Stenbolê herî kêm 60 hezar weqa hene
09:00 Ji bo îzolasyoana civakî ‘qedexe’ pêşniyar kir
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2020'AN
19/04/2020
20:55 TUAY-DER: Tiştek bê serê girtiyan berpirsiyar Wezareta Dadê ye
19:29 Di 33 rojan de li Tirkiyê 2017 kes bi Covit-19 mirin
18:44 MED TUHAD-FED: Meclîsê erka xwe pêk neanî
18:19 Covît-19, du bijîşkên din kuşt
17:47 Ji Înîsiyatifa Agahiya Te Heye? ji bo rojnamegeran kampanya nameyan
17:32 Girtiyên nexweş nabin revîrê
17:15 Ciwanên Mexmûrê: Li dijî êrîşan helwest nîşan bidin û têkoşînê mezin bikin
16:12 Serokên 46 Baroyan xwestin efûya îstîsmarê ji rojevê derxin
16:00 Êrîşa li dijî Şaredariya Qersê şermezar kir
15:43 Sicîla êrîşkarê Şaredariya Qersê qirêj e
15:20 DAIŞ’ê li Herêma Mexmûrê 2 eskerên Iraqê kuştin
14:49 SES’ê bersîv da Waliyê Zonguldakê: Fatûra bê tedbîriyê li me nebire
14:37 HDP'ê giliyê qeyûmê Amedê kir
14:10 HDP’ê ji bo Mexmûrê name şand ji Barzanî re
14:09 Li qawîşa 14 kesan 20 girdî dimînin
13:39 Girtî: Qawîşan dezenfekte nakin maske û lepikan nadin girtiyan
13:01 Li Kocaeliyê ligel qedexeyê jî fabrîqe dixebitin
13:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Bila Kurd hevdû mohtacî dagirkeran nekin
12:52 Mêrê jina bi mirinê tehdît kir şandin hepsa malê
12:04 Çiftçi-Sen: Divê em piştevaniyê mezin bikin
11:42 Li Cîhanê Covît-19: 160 hezar û 784 kes mirin
11:38 Hevserokên HDP’ê: Divê serokê RTUK’ê tavilê îstîfa bike
11:15 TEV-DEM: Tirkiye êrîşî vîna gelê Mexmûrê dike
10:48 Gêlo Îsa: Berjewendiyên Kurdan li ser her tiştî bigirin
09:52 Parêzera Yuksekdag: Bêyî li daxwazan binerin red dikin
09:13 Li Zînî Wertê çi armanc dikin?
09:02 Hestiyên xwişka xwe ya qet wê nedîtiye defin kirin
09:01 Li bajarê dîrokî kerên li mesaiyê, bafirokên li ser banan...
09:01 Ji sedî 60'ê nifûsê tevî xeteraya mirinê diçin kar û tên
09:01 Malbatên Girtiyan: Girtî terkî mirinê kirin e
09:00 Serokê Baroya Mêrdînê: Divê AYM vê sererastkirinê betal bike
09:00 Şertê 'qeyda sabiqeyê' danîne ber şivanan
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2020'AN
07:05 Girtiyê edlî çawa ji girtîgehê derket kesek kuşt
18/04/2020
20:09 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû hezar û 890
17:12 KCD: Şewba heyî ne xwezayî ye, çavkaniya bêtenduristiyê kapîtalîzm e
16:26 Kalê 80 salî bi hinceta heqaret li Erdogan kiriye binçav kirin
16:07 Berdana girtiyê nexweş Tekîn Donmez xwestin