NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîr Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 123 kesên jin jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên vîrûs di wan de hatiye tespîtkirin bi giştî bûye 90 hezar û 980.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) de parve kirin. Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 123 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û di 4 hezar û 647 kesên din de jî vîrûsa hatiye tespîtkirin.
Piştî van daneyên Wezîr Koca, li Tirkiyeyê hejmara kesên heya niha ji ber şewba coronayê mirine bû 2 hezar û 140. Her wiha hejmara kesên vîrûs di wan de hatiye tespîtkirin jî bû 90 hezar û 980.