Daxwaza wî tenê ew e bi qirkirinê re hevrûbûn e

  • rojane
  • 09:01 24 Nîsan 2020
  • |
img
MÊRDÎN – Ji ermenên Derikê Zekerya Sabûncû behsa Qirkirina Ermenan a 105 sal berê pêk hat kir û got: “Jixwe em nikarin tiştên qewimîn paş de bînin, lê qet nebe pêwîste bi qirkirinê hevrûbûn pêk were.”
 
Di serdema ku Împaratoriya Osmaniyan hildiweşe û ber bi avakirina Komara Tirkiyê ve diçe, li dijî ermeniyan di sala 1915’an de qirkirin pêk tê. 105 sal bi ser qirkirinê de derbas bû. 24’ê Nîsanê 1915’an wek destpêka qirkirinê tê zanîn û piştî komkujiyê bi sed hezaran ermen tên qetilkirin û sirgûnê welatên cuda tên kirin. Ermenên sirgûn bûn li gelek welatan ji bo parastina hebûna xwe neçar man ku nasnametiya xwe ya ermenîtiyê veşêrin û da ku li jiyanê bimînin.
 
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî hejmarek nayê zanîn ku welatiyên ermen hatine qetilkirin. Ji ermenên niha li Derikê Zekerya Sabûncû behsa hovîtiya li dijî ermenan pêk hat kir û diyar dike ku gelek xizmên wî tên kuştin.
 
JI BO QIRKIRINÊ FETWA DIDIN
 
Sabûncû da zanîn ku beriya qirkirinê li Derikê 400 malbatên ermen hebûne û ew bi kar û barê çandiniyê re eleqedar bûne. Sabûncû anî ziman ku di wê serdemê de 7 dêr û 3 dibistan hebûne û got: “Li dibistanan bi zimanê ermenî, fransî û osmanî perwerde hatiye dayîn. Pîrika min li wê dibistanê perwerde dîtiye. Dema hêj ez zarok bûm tê bîra min pîrika min bi bavê min û kalikê min re bi ermenkî diaxivî.”
 
Sabûncû destnîşan kir ku di serdema qirkirinê de rewşa ekonomik a ermenan baş bûye û wiha got: “Bi biryara qirkirinê re navtêdanê li gelê herêmê dikin ku li dijî ermenan derkevin. Li gorî mezinên me digotin, bi fermanê re axa, şêx û mele li hev dicivin. Axayan fetwaya mal û milkê ermenan daye û jixwe re veguherandine fersendê. Şêx û meleyan jî fetwaya ‘heke hûn ermenan bikujîn hûnê biçin cinetê’ dane. Ewilî hemû çekên ermenan didin hev. Pişt re bi rêbaza bacê di warê ekonomik de wan feqîr dikin. Yên çav bera mal û milkê ermenan didin desteser dikin. Bi fermanê re qatilek û dizek li ku hebûye êrişî ermenan kiriye.”
 
'YÊN NAMIRIN CARA DUYEMÎN DIAVÊJIN’
 
Sabûncû da zanîn ku li Derikê piştî 1915’an ji 300 malbatên ermen tenê 40 kes rizgar dibin û got: “Her wiha mezinên me wisa jî digotin dema ferman derketiye rûspiyên ermenan li saziyên dewletê kom kirine û yên navsere jî qetil dikin. Zarok, jin û extiyar dimînin. Wan jî dabeşî 7 qefîleyan dikin û dibin ser gir û nava newalên Derikê û qetil dikin. Misilmanê li vir dijîn jî tiştên hatine serê ermenan vedibêjin. Tiştên em nizanin jî ew dibêjin. Dema bi komî derdixin serê giran wan û di zinaran de avêtine. Hin hovan gotiye ‘ka em lê binêrin çend kevokên me difirin.’ Zarokên biçûk di zinaran de avêtine. Yên namirin jî carek din diçin wan tînin û diavêjin.”
 
QALA ÇÎROKA PÎRÎKA XWE KIR
 
Sabûncû desetnîşan kir ku di wê serdemê de hin malbat û axa zarokên ermenan dixin bin banê xwe û yek ji van jî pîrîka wî ye û got. “Axayek li herêmê wê hildide cem xwe û mezin dike. Piştî mezin dibe bi yek ermen re dizewice. Pişt re zarokên wan çêdibin û li herêmê mezin dibin. Navê kalê min Agop bû û hosteyê çêkirina sabûnan bû.” Sabûncû di dewama axaftina xwe behsa serpêhatiya pîrîka xwe kir.
 
‘BI TIŞTÊN QEWIMÎNE RE DIVÊ HEVRÛ BIBIN’
 
Sabûncû da diyar kir ku hin ermenên li herêmê manej î ji bo neyên kuştin û rastî êrîşan neyên di salên 1950’iyan de koçî Stenbolê dikin û got: “Ez piştî 37 sal li Stenbolê mam, vegeriyam Dêrikê. Hêj li Dêrikê dijîm. Însanên li vir bi kêfxweşî min pêşwazî kirin û dikin. Xelkê herêmê bi xwe jî tiştên mezinên wan li herêmê pêk anîne vedibêjin. Ew bi xwe jî diyar dikin ku ew ji ber tiştên bav û kalên wan kirine, şerm dikin û wan şermezar dikin. Heke xeteyek hebe jî qet nebe însan qebûl dike. Jixwe qewimiye û derbas bû. Ne mimkin e tiştên qewimîne paş de werin lê qet nebe divê bi tiştên hatine kirin re hevrû bimînin.”
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

26/04/2020
09:03 Dîsa jin û zarok berdêla wê didin
09:01 Doza 5'ê Hezîranê: Bêyî ku delîl esas bên girtin biryar hatiye nivîsandin
09:01 Daxwaza karkeran heman daxwaz e: Di dema xebatê de em naxwazin bimirin
09:01 Pergala EBA'yê û pergala perwerdehiya asayî
09:00 ‘Bavê min ji ber coronayê mir, lê di raporê de gotin bêhnçikandin e'
09:00 Piştî mirov di mal de man, bêhna xwezayê derketiye
09:00 Li Edeneyê xebatkarekî xizmeta civakiyî enfekte bû
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2020'AN
25/04/2020
20:23 Li Tirkiyeyê 106 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
17:02 Mazlûm Ebdî: Wê di rojên pêş de encamên erênî aşkera bibin
16:47 Grup Yorum: Em dest bidin hef Îbrahim bidin jiyandin
16:14 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin bi kuştinê re rûbirû hatin hiştin
15:59 Ji bo girtiyên di bin gefa vîrûsa koronayê de bang kirin
15:49 Bûldan: AKP bi qasî şewbê jiyana civakî tehdît dike
14:59 Dadgehê 2 jê zarok 5 kesên êrîşa Zînî Wertê şermezar kirin girtin
14:45 Dayikên Şemiyê: Divê bi Qirikirina Ermenan re hevrûbûn çêbibe
14:35 ÎHD: Dibe ku sibe pir dereng bikeve
14:16 Mirovê 65 salî xwest destdirêjiya zaroka 6 salî bike
13:24 Li Heftenînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
13:12 Xizmên windayan lêgerîna windayan di hefteya 585'an de berdewam kir
12:18 Qerantîna li du gundan bi dawî bû
12:17 Rejîma Îranê darvekirina girtiyên kurd didomîne
11:57 Nexweşê MS'ê nexweşê nivîna ye
11:56 Li 76 bajaran 23 hezar û 801 welatî li wargehan di karantînayê dene
11:43 Teyrê Masîxwar ê Hîndî li Geverê hat dîtin
11:41 Girtiyê nexweş Yilmaz: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
10:58 MED TUHAD-FED: Girtî rastî zext û tundiyê tên
10:31 Her kes li malê ye lê ew dîsa li derve ne
10:30 Qad piştî 130 salan dê yekem car vala be
09:59 Li Tirkiyê çima aborî serûbin dibe?
09:32 Gergerlîoglu: Mustafa li dijî bêedaletiyê canê xwe feda kir
09:24 MED TUHAD-FED: Em bibin dengê kesên di rojiya mirinê de
09:04 135 kesên ji Iraqê anîn li wargeha xwendekaran bi cih kirin
09:03 Divê hêviyên zarokan zindî bên girtin
09:02 ‘Êrîşa goristana dijminatiya çand û zimanê kurdî ye’
09:02 Onlu: Plana çokdanînê ya duyemîn tê sepandin
09:02 Bendavê rêya gundan girt
09:01 Ji ber şewbê îsotên wan jî xera bûne
09:01 Ji bo mişterî netirsin maske nedane karkeran
09:00 Defîneger Elo Dînoyê texrîb dikin
09:00 Heywanên xwe li kuçeyan diçêrîne
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2020'AN
24/04/2020
22:16 Îdianameya der barê 6 rojnamevanan de hat amadekirin
21:04 Dayika Aştiyê Fehîme Tûran jiyana xwe ji dest da
19:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 600
17:16 Platforma Ked û Demokrasiyê: Dawî li siyaseta mirinê bînin
17:00 Cenazeyê Koçak gihîşt Mala Cemê ya Gaziyê
17:00 DTO: Divê xebatkarên tenduristiyê neçarî tercîhkirinê neyin kirin
16:43 Agahiya we ji girtiyên bi şika şewba Covid-19 heye?
16:05 Qedexeya ji bo firinan feqîran mexdûr kir
15:54 Sedema mirina Dr. Şahîn pirsî
15:36 ‘Bi heqîqet û edaletê re rû bi rû bibin'
15:05 'Em bi şerma Qirkirina Ermenan re rûbirû dibin’
15:04 ÎÎSŞP: Divê 1’ê Gulanê bi “qedexeyê” neyê bîranîn
15:04 Ronî: Ji ber em li dora we nebûn xelek em fedikar û şermezar in
14:45 Parazvanên mafên mirovan bang kirin
14:30 Turkdogan: Îqtîdara ku mafya berdan daxwaza ciwanekî pêk neanîn
13:48 Jinên ku karkerê malan e: Ewlehiya canê me tuneye, karê me li benda rehma Xwedê ye
13:40 HDP: Siyaseta îqtîdarê ya kujer Mustafa kuşt
13:35 Koordînasyona Qeyranê ya Herêmê ya Covît-19: Em bibin dengên girtîgehan
13:16 'Sedsalek derbas bû, bila rojek din derbas nebe’
13:08 Qereqolê ji malbatan xwest tîpên X, W, Q ji kêlêkan gorên zarokên xwe bibin
13:07 Jiyaneke xwezayî ya bi sewalan re
13:05 Romana nû ya nivîskar Metîn Aktaş derket
12:52 ÎHD: Yên guhê xwe ji daxwazên bi mafdar re girtin berpirsiyarin
12:33 Paylan: Edaleta ermen li bendê ne li Meclîsê dikare were temînkirin
12:09 Gotinên dawîn ên Mustafa Koçak
11:46 Serwisa karkeran qeza kir: Karkerek mir û 15 birindar bûn
11:23 Cenazeyê Koçak ber bi Stenbolê vê derxistin rê
11:12 ‘Bi mirina Mûstafa dengê edaletê fetisî’
10:55 KCD: Em hevîdarin meha Remezanê bi bereket û tenduristî derbas bibe
10:32 Cenazeyê Koçak dê li Stenbolê were veşartin
10:17 Vîrûs dîplomeyan ji hev cihê nake
10:13 Aborînas Tunç: Tirkiye dê ji sedî 8 tengav bibe
09:07 ‘Ji bo rojnamegerên girtî em binivîsin'
09:05 ‘Rojê carekê xwarinê didin girtiyan'
09:05 Herî zêde jin û xebatkarên rojkî ji pandemînê bi bandor dibin
09:04 523 rojin doza mafê xwe dikin
09:04 Nobeta Av û Jiyanê: Heya ew neçin em ê li vira bin
09:04 Ji bo kujerên jinan 'efûyeke sergirtî'
09:03 Tûrgût: Polîtîkaya PDK'ê rûreşiyeke mezin e
09:02 'Dev ji maskê berdinî nan jî bi dest me nakeve'
09:02 'Alîkariyên şaredariyan bi hîsteriya tolgirtinê tên astengkirin'
09:02 Berjwendiyên patronan di ser her tiştî re ne
09:01 Daxwaza wî tenê ew e bi qirkirinê re hevrûbûn e
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2020'AN
07:52 Koçak ê 297 rojin di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da
23/04/2020
20:31 Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi şewba Covîd-19'ê ketine 101 hezar derbas kirin
16:59 Sancar: Ger hûn yekîtiyê dixwazin divê hûn muzakereyê qebûl bikin
16:19 Bavê Resûl Ozdemîr ê radestî Tirkiyê hat kirin axivî
16:06 Polîsan şahiya moral a hunermandan asteng kir
15:31 Dayîkên Başûr: Rê li pê şerê birakujiyê bigirin
15:10 Nexweşxaneyên taybet ku kar nakin berê xwe dan kedkarên tenduristiyê
14:41 Ji ÎHD’ê bang. Komkujiya Ermeniyan nas bikin û tazmînatê bide
14:27 Qeyûmê Amedê alên tirk bi kargehên girtî ve daliqand
13:42 Parlamenterên HDP’ê: Dixwazin Rojavayê Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
13:36 Pirsa 3 hezar û 474 kedkarên tenduristiyê ku bi vîrûsê ketine ji wezîr kir
13:32 Masiyê Gola Wane di talûkeyê de ne
13:06 Rojnamegerên Kurdistanî: Nakokiyan demildest ji holê rakin
12:15 Ji bo zarokan daxwaza “parastina bi bandor”