Doza 5'ê Hezîranê: Bêyî ku delîl esas bên girtin biryar hatiye nivîsandin

  • rojane
  • 09:01 26 Nîsan 2020
  • |
img
ENQERE - Di biryara beraatê ya der barê bersûcê Komkujiya 5'ê Hezîranê Bûrhan Gok de hat derpêşkirin ku "delîl nehatine bidestxistin". Parêzerê dozê Kazim Bayraktar got: "Wekî ku me der barê Bûrhan Gok de qet delîl nîşan nedabin, berpêş nekiribin biryarek hatiye nivîsandin." 
 
Di 7'ê Hezîrana 2015'an de li Qada Îstasyonê ya Amedê, DAIŞ'ê di mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de êrîşeke bombeyî pêk anîbû. Kiryarên êrîşa bombeyî Orhan Gonder, Îsmaîl Korkmaz, Mûstafa Kilinç û Bûrhan Gok ê DAIŞ'î ji ber vê êrîşê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Enqereyê dihatin darizandin. Dadgehê biryara xwe ya der barê kiryarên êrîşê de aşkere kir. 
 
CIH NEDANE GELEK BELGEYAN 
 
Heyeta dadgehê di biryara xwe ya 116 rûpelî de, cih daye îfadeyên bersûcan ên li emniyetê, îfadeyên wan ên li dozgerî û dadgehê. Lê belê di biryarê de raporên HTS û stasyonên bazê, mînakên peymanên kirêkirina wesayît û xanyan, rapora lêkolînê ya Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê, biryara destdayînê ya Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 3'ya a Dîlokê, girtekên lêkolîn û tespîtkirina dîmenan, girtekên nirxandin û tespîtkirinê, raporên pisporan, rapora lêkolînkirinê ya Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Li Dijî Sûcên Sîberî ya Dîlokê, meqbûzên amûrên emanetî, raporên pêzaniyê, lêkolînkirina telefonan û materyalên din, beyan û teşxîsên şahidên poşman bûne, raporên lêkolînkirina dîmenan, qeydên HTS'ê. 
 
Di biryarê de îfade û delîlên der barê Orhan Gonder, Mûstafa Kilinç û Îsmaîl Korkmaz esas hatine girtin û hatiye gotin, daxilî nav rêxistina terorî ya çekdarî bûne, sûcên kuştina bi qesdî kirine. 
 
Lê belê ji bo bersûc Bûrhan Gokê ku piştî komkujiyê tevî Mûstafa Kilinç hatiye girtin, şahidan ew teşxîs kiriye û bi telefonê bi Îlhamî Bali re axiviye jî hatiye gotin, delîl bi dest neketine ku tev li rêxistina terorî ya çekdarî DAIŞ'ê bûye û ji ber vê biryara beraatê hatiye dayîn.                                                                                                                                                                                                                   
Parêzerê dosyeyê Kazim Bayraktar, anî ziman ku piştî vê biryarê ew ê serî li îstinafê bidin û got, di dema biryargirtinê de darizandineke adil nehatiye kirin. 
 
Bayraktar, destnîşan kir ku di biryara dawî ya heyeta dadgehê de delîl û belgeyên dema darizandinê cih negirtine û got: "Wekî ku me der barê Bûrhan Gok de qet delîl nîşan nedabin, berpêş nekiribin biryarek hatiye nivîsandin. Bûrhan Gok û Mûstafa Kilinç, pev re ji bo Gonder xanî kirê kirine. Kontrata kirê û îmze heye. Xwediyê xanî diyar e û Gonder jî di wî xaniyî de hat zevtkirin. Ev mal tevî Bûrhan Gok hatiye girtin. Gok, hat teşxîskirin. Her wiha piştî komkujiyê bi du hefteyan Bûrhan Gok û Mûstafa Kilinç jî di nav de 5 kes hatin zevtkirin. Hindik be jî axaftina wî ya bi Îlhamî Bali re, axaftina bi telefonê, hatiye tespîtkirin. Tew Gok, hem hat berdan bi serde jî biryara beraatê ji bo wî hat dayîn. Di tarîtiyê de hat hiştin û em nizanin wê dawî ber bi ku ve biçe." 
 
DARIZANDINA ADIL HAT ASTENGKIRIN 
 
Bayraktar, destnîşan kir ku bi biryara nepeniyê ya li ser dosyeyê ku di dema lêpirsînê de ji bo dosyeyê hatibû girtin xwegihandina dosyeyê hatibû astengkirin û got, wan encamên vê astengkirinê jî di dema darizandinê de dîtine. Bayraktar, got: "Lê encam derket holê. Heger me xwe bigahnda dosyeyê, berî ku hin delîl di dema lêpirsînê de bên windakirin me yê xwe bigahanda wan. Mesela 5 kesên ji bo tetikêş Orhan Gonder mal kirêkiribûn, wesayît tedarik kiribûn piştî komujiyê bi hefteyekê an jî du hefteyan li parkekê tên zevtkirin, lê belê di dema lêpirsîna amadekariyî de telefonên van kesan û qeydên wan ên HTS'ê nehatine lêkolînkirin. Ji bo kujer mal, wesayît tên tidarikirin û pêwednî pê re tên danîn. Ên van tiştan dikin tên zevtkirin lê qeydên wan ên berê nayên lêkolînkirin. Li mal û otelên lê mane lêkolîn nehatine kirin. Aha wê çaxê darizandineke adil hat astengkirin." 
 
XALÊN TARÎ NEHATIN RONÎKIRIN 
 
Bayraktar, bibîr xist ku Komkujiya 5'ê Hezîranê komkujiya yekemîn a li Tirkiyeyê ye û got, heger lêpirsîneke çalak bihata kirin wê pêşî li komkujiyên din jî bihata girtin. Bayraktar, got: "Di dema darizandinê de me daxwaz kir ku têkiliya Îlhan Bali ya bi dosyeyên din re bê aşkerekirin lê belê dadgehê ev yek red kirin. Lê belê gava di dosyeya Komkujiya Gara Enqereyê de ev tişt bi dest me ketin, em ev tişt dîtin. Beriya komkujiyan têkiliya Bali ya bi MÎT'ê re derketibû holê. A rast bi delîlên Komkujiya Amedê delîlên pergala DAIŞ'ê ya li Dîlokê derketin holê. Heger ew delîl di dema lêpirsîna amadekiirinê de berî Komkujiya Pirsûsê esas bihatana girtin, wê pêşî li komkujiyê bihata girtin. Xaline wis atarî hene ku çendî me ev xal tespît kirin jî dadgehan xwe neda ber vê û xwe ji berpirsiyarî dûr xistin." 
 
Bayraktar, destnîşan kir ku gava li liv û tevger û nexşerêya tetikêşên doza Enqere, Pirsûs û 5'ê Hezîranê mêze dikin xala hevpar ew e ku dikaribûn bên astengkirin lê belê kontrolên biçûk jî nehatine kirin û rê li ber wan hatiye vekirin. 
 
MA / Berîvan Altan

Sernavên din

26/04/2020
09:03 Dîsa jin û zarok berdêla wê didin
09:01 Doza 5'ê Hezîranê: Bêyî ku delîl esas bên girtin biryar hatiye nivîsandin
09:01 Daxwaza karkeran heman daxwaz e: Di dema xebatê de em naxwazin bimirin
09:01 Pergala EBA'yê û pergala perwerdehiya asayî
09:00 ‘Bavê min ji ber coronayê mir, lê di raporê de gotin bêhnçikandin e'
09:00 Piştî mirov di mal de man, bêhna xwezayê derketiye
09:00 Li Edeneyê xebatkarekî xizmeta civakiyî enfekte bû
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2020'AN
25/04/2020
20:23 Li Tirkiyeyê 106 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
17:02 Mazlûm Ebdî: Wê di rojên pêş de encamên erênî aşkera bibin
16:47 Grup Yorum: Em dest bidin hef Îbrahim bidin jiyandin
16:14 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin bi kuştinê re rûbirû hatin hiştin
15:59 Ji bo girtiyên di bin gefa vîrûsa koronayê de bang kirin
15:49 Bûldan: AKP bi qasî şewbê jiyana civakî tehdît dike
14:59 Dadgehê 2 jê zarok 5 kesên êrîşa Zînî Wertê şermezar kirin girtin
14:45 Dayikên Şemiyê: Divê bi Qirikirina Ermenan re hevrûbûn çêbibe
14:35 ÎHD: Dibe ku sibe pir dereng bikeve
14:16 Mirovê 65 salî xwest destdirêjiya zaroka 6 salî bike
13:24 Li Heftenînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
13:12 Xizmên windayan lêgerîna windayan di hefteya 585'an de berdewam kir
12:18 Qerantîna li du gundan bi dawî bû
12:17 Rejîma Îranê darvekirina girtiyên kurd didomîne
11:57 Nexweşê MS'ê nexweşê nivîna ye
11:56 Li 76 bajaran 23 hezar û 801 welatî li wargehan di karantînayê dene
11:43 Teyrê Masîxwar ê Hîndî li Geverê hat dîtin
11:41 Girtiyê nexweş Yilmaz: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
10:58 MED TUHAD-FED: Girtî rastî zext û tundiyê tên
10:31 Her kes li malê ye lê ew dîsa li derve ne
10:30 Qad piştî 130 salan dê yekem car vala be
09:59 Li Tirkiyê çima aborî serûbin dibe?
09:32 Gergerlîoglu: Mustafa li dijî bêedaletiyê canê xwe feda kir
09:24 MED TUHAD-FED: Em bibin dengê kesên di rojiya mirinê de
09:04 135 kesên ji Iraqê anîn li wargeha xwendekaran bi cih kirin
09:03 Divê hêviyên zarokan zindî bên girtin
09:02 ‘Êrîşa goristana dijminatiya çand û zimanê kurdî ye’
09:02 Onlu: Plana çokdanînê ya duyemîn tê sepandin
09:02 Bendavê rêya gundan girt
09:01 Ji ber şewbê îsotên wan jî xera bûne
09:01 Ji bo mişterî netirsin maske nedane karkeran
09:00 Defîneger Elo Dînoyê texrîb dikin
09:00 Heywanên xwe li kuçeyan diçêrîne
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2020'AN
24/04/2020
22:16 Îdianameya der barê 6 rojnamevanan de hat amadekirin
21:04 Dayika Aştiyê Fehîme Tûran jiyana xwe ji dest da
19:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 600
17:16 Platforma Ked û Demokrasiyê: Dawî li siyaseta mirinê bînin
17:00 Cenazeyê Koçak gihîşt Mala Cemê ya Gaziyê
17:00 DTO: Divê xebatkarên tenduristiyê neçarî tercîhkirinê neyin kirin
16:43 Agahiya we ji girtiyên bi şika şewba Covid-19 heye?
16:05 Qedexeya ji bo firinan feqîran mexdûr kir
15:54 Sedema mirina Dr. Şahîn pirsî
15:36 ‘Bi heqîqet û edaletê re rû bi rû bibin'
15:05 'Em bi şerma Qirkirina Ermenan re rûbirû dibin’
15:04 ÎÎSŞP: Divê 1’ê Gulanê bi “qedexeyê” neyê bîranîn
15:04 Ronî: Ji ber em li dora we nebûn xelek em fedikar û şermezar in
14:45 Parazvanên mafên mirovan bang kirin
14:30 Turkdogan: Îqtîdara ku mafya berdan daxwaza ciwanekî pêk neanîn
13:48 Jinên ku karkerê malan e: Ewlehiya canê me tuneye, karê me li benda rehma Xwedê ye
13:40 HDP: Siyaseta îqtîdarê ya kujer Mustafa kuşt
13:35 Koordînasyona Qeyranê ya Herêmê ya Covît-19: Em bibin dengên girtîgehan
13:16 'Sedsalek derbas bû, bila rojek din derbas nebe’
13:08 Qereqolê ji malbatan xwest tîpên X, W, Q ji kêlêkan gorên zarokên xwe bibin
13:07 Jiyaneke xwezayî ya bi sewalan re
13:05 Romana nû ya nivîskar Metîn Aktaş derket
12:52 ÎHD: Yên guhê xwe ji daxwazên bi mafdar re girtin berpirsiyarin
12:33 Paylan: Edaleta ermen li bendê ne li Meclîsê dikare were temînkirin
12:09 Gotinên dawîn ên Mustafa Koçak
11:46 Serwisa karkeran qeza kir: Karkerek mir û 15 birindar bûn
11:23 Cenazeyê Koçak ber bi Stenbolê vê derxistin rê
11:12 ‘Bi mirina Mûstafa dengê edaletê fetisî’
10:55 KCD: Em hevîdarin meha Remezanê bi bereket û tenduristî derbas bibe
10:32 Cenazeyê Koçak dê li Stenbolê were veşartin
10:17 Vîrûs dîplomeyan ji hev cihê nake
10:13 Aborînas Tunç: Tirkiye dê ji sedî 8 tengav bibe
09:07 ‘Ji bo rojnamegerên girtî em binivîsin'
09:05 ‘Rojê carekê xwarinê didin girtiyan'
09:05 Herî zêde jin û xebatkarên rojkî ji pandemînê bi bandor dibin
09:04 523 rojin doza mafê xwe dikin
09:04 Nobeta Av û Jiyanê: Heya ew neçin em ê li vira bin
09:04 Ji bo kujerên jinan 'efûyeke sergirtî'
09:03 Tûrgût: Polîtîkaya PDK'ê rûreşiyeke mezin e
09:02 'Dev ji maskê berdinî nan jî bi dest me nakeve'
09:02 'Alîkariyên şaredariyan bi hîsteriya tolgirtinê tên astengkirin'
09:02 Berjwendiyên patronan di ser her tiştî re ne
09:01 Daxwaza wî tenê ew e bi qirkirinê re hevrûbûn e
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2020'AN
07:52 Koçak ê 297 rojin di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da
23/04/2020
20:31 Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi şewba Covîd-19'ê ketine 101 hezar derbas kirin
16:59 Sancar: Ger hûn yekîtiyê dixwazin divê hûn muzakereyê qebûl bikin
16:19 Bavê Resûl Ozdemîr ê radestî Tirkiyê hat kirin axivî
16:06 Polîsan şahiya moral a hunermandan asteng kir
15:31 Dayîkên Başûr: Rê li pê şerê birakujiyê bigirin
15:10 Nexweşxaneyên taybet ku kar nakin berê xwe dan kedkarên tenduristiyê
14:41 Ji ÎHD’ê bang. Komkujiya Ermeniyan nas bikin û tazmînatê bide
14:27 Qeyûmê Amedê alên tirk bi kargehên girtî ve daliqand
13:42 Parlamenterên HDP’ê: Dixwazin Rojavayê Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
13:36 Pirsa 3 hezar û 474 kedkarên tenduristiyê ku bi vîrûsê ketine ji wezîr kir
13:32 Masiyê Gola Wane di talûkeyê de ne
13:06 Rojnamegerên Kurdistanî: Nakokiyan demildest ji holê rakin
12:15 Ji bo zarokan daxwaza “parastina bi bandor”