Şêniyên Zînî Wertê: Em destûr nedin birakujiyê

  • rojane
  • 10:12 29 Nîsan 2020
  • |
img
SILÊMANÎ - Welatiyên herêma Zînî Wertê xwestin Hêzên PDK'ê xwe ji herêmê vekişînin û ger ku xwe venekişînin dê PDK'ê wekî partiya hîlekar îlan bikin. Welatiyan bang li partiyan kirin û gotin "Em destûr nedin birakujiyê." 
 
Hêzên PDK'ê bi hinceta parastina li dijî vîrûsa corona di destpêka nîsanê de hêza xwe li herêmê bi cih kir. Pişt re jî TSK'ê herêma Zînî Wertê di 15'ê Nîsanê de bombe kiribû. Di bombebaranê de 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Berter û nerazîbûnên li dijî êrîşên TSK'ê, helwesta Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Nijtîmanî Kürdistan (YNK) berdewam dike. Şêniyên herêma Zînî Wertê bertekên xwe yên li dijî PDK'e anîn ziman û xwest PDK herêmê terk bike. Îro jî komek parlamenter, pêşmerge, siyasetmedar, kesên serbixwe, nûnerên rêxistinên civakî û gelê Raperîn û Silemaniyê, dê bimeşin herêma Zînî Wertê û daxwazên xwe bînin ziman. Dê bixwazin ku hêzên PDK'ê xwe ji herêmê vekişînin. Meş dê saet di 13.00’an de bê li dar xistin. Gelê herêma Zînî Wertê ya di navbera Karox û Qendîlê de ye, li dijî vê rageşiyê nerazîebûnên xwe anîn ziman.
 
Gelê herêma Baleyakatî ya girêdayî Herêma Zînî Wertê jî bertekên xwe anîn ziman. Gelê herêma Baleyakatî diyar kir ku pêşmerge li ser daxwaza dijminê gelê Kurd hatin li vir bi cih bûn û ger PDK hêza xwe venekişîne dê wan wekî "Birakuji û hîlekar" îlan bikin. 
 
‘JI ŞAŞIYÊ VEGERIN'
 
Şêniyê herêmê Niyaz Qelandeyî ku mêşvaniyê dike, diyar kir ku ewil hêza PDK'ê bi hinceta vîrûsa corona hat li vir bi cih bû û wiha got: "Her roj derbas dibe bi îstîxbarata Tirk re tên li vir bi cih dibin. Em fêr bûn ku li ser daxwaza Tirkiye hatine li vir bi cih bûne. Dibêjin vîrûs. Lê li van çiyan vîrûs li çi digere. Ev li dijî aqilan e. Neçirvan Barzanî û Mesrur Barzanî daxuyanî dabûn û armanca wan belî bû. Em dixwazin demek berî demekê ji vê şaşiyê vegerin. Divê xwe û gelê xwe neynîn hemberî hev." 
 
‘EM DESTÛR NEDIN BIRAKUJIYÊ 
 
Şêniyê Gundê Baleyan Şaho Ahmad ku çotkariye dike jî got: "Di pêvajoyên wisa hesas de divê em zanibin komployên navdewletî li ser gelê kurd hene. Bi van Komployon dixwazin her dem gelê Kurd bînin hemberî hev. Her kes dizane ku Kurd her dem bi zext û tundiyan re rû bi rû ne. Her dem dewlet û dijmin li ser Kurdan û axa Kurdan bazirganiyê dikin. Di nava van komployan de herî zêde Tirkiye cihê xwe digire. Dewleta Fars e. Di nava vê komploya li dijî gelê Kurd de Qandîl hilbijartine. Em wekî gelê Kurdistanê di ferqa vê lîstika qrêj de ne. Di nava vê planê de Qandîl cihekî stratejîk e. Em bawer nakin komplo li Qandilê bi ser bikeve. Lê mixabin hin birayên me yên hêzên Kurd jî di nava vê lîstikê de cih digirin. Em ji hemû birayên xwe yên Kurd diwazin ku nekevin nava van lîstikan. Divê em destûrê nedin birakujiyê. Di erîşên balafirên şer û keşifê yên Tirkiye de 3 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku li dijî tevgera azadiyê disekinin em wan şermezar dikin." 
 
'DIVÊ GELÊ KURD VÊ YEKÊ QEBÛL NEKE' 
 
Yek ji pêşmergeyê YNK'ê yê di sala 1976'an de li dijî rejîma Baasê şer kir Mam Çelalê Xiznewî jî wiha got: "Di şerê li dijî Rejîma BAAS'ê de li van dol û geliyan xwîna kurdan rijiya. Ji bo azadiya Kurdistanê şerekî mezin pêş ket. 
Ji bo azadiya Kurdistanê demek dirêj e şer tê kirin. Ev destkeftî divê kes ji bo berjewendiyên xwe yên tekakesî xerç neke. Divê kes van destkeftiyan nefiroşe dijminê kurdan. Wekî gelê Kurd ne pêkan e em vê yekê qebûl bikin. Em destûr nadin ku tu kes bê destkeftiyên Kurdan talan û wêran bikin." 
 
‘YÊN RÊ LI PÊŞ BIRAKUJIYÊ VEKIN EW HÎLEKAR IN'
 
Xiznewî anî ziman ku Zinê Wertê di bin serweriya YNK'ê deye û wiha bi dawî kir: "PDK'ê ne ji bo xêrê hêza xwe li wir bi cih kir. Em dizanin ji bo hin berjewendiyên biçûk hêzê li wir bi cih dike. Em bang li PDK'ê dikin ku hêza xwe vekişîne. Divê hemû kes û hêzên ku dibêjin em YNK, PDK, PKK û hemû hêzên Kurdistanê ne, destûr nedin şerê birakujiyê. Kesên destûr bidin birakujiyê ew hîlekar in. PDK'ê jî li ser daxwazên Tirkiye hêza xwe li vir bi cih kir. Her kes vê yekê zane. Ger ku PDK hêza xwe vekekişîne wê demê hîlekar e. 
 
Xiznewî, helwesta Neçirvan Barzanî ji rexne kir û got: "Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan dibêje Bila kurd herin Başûrê Kurdistanê. Bila biçin wir û cihekî din... Em jî dibêjin ev der axa hemû Kurdan e. Kî kengî bixwaze dikare here ser her buhosta axa Bakur, başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bi cih bibe. PKK’ê jî bang kir û got “Em Birakujiyê naxwazin' Em vê daxuyaniyê pir girîng dibînin. 
 
MA / Erdogan Altan
 

Sernavên din

01/05/2020
15:40 Li 15 rêveberên DÎSK'ê 47 Hezar û 730 tl ceza birîn
15:13 Dayîkên Şengalê ji rêxistinên Kurdan xwestin peyama Ocalan rast binirxînin
14:42 Rojeva Cîhanê 1’ê Gulanê ye
14:32 Li Mexmûrê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
14:14 Qada Îstasyonê îsal vale ma
14:14 Rêveberiya Xweser a Sûrî 1’ê Gulanê pîroz kir
13:23 Li Wanê 14 kes hatin binçavkirin
13:15 Li Amedê 2 avahî xistin qerantînayê
13:00 Çelenga zerar dît gîhandin Bîrdariya Taksimê
12:59 Li Enqereyê bang kirin: Em li her derê ne
12:49 Ziyaretên girtîgehan heta 15 rojên din taloq kirin
12:33 Sancar: Tifaqa li dijî desthilatê bêyî HDP’ê nabe
11:52 Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan
11:32 Li Qada Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
11:31 Stêrk TV, li ser satalayta DVB-S2 dest bi weşanê kir
11:18 Tevî qedexeya derketina derve jî ji bo mafên xwe derketin derve
11:13 CNN Turkê 3 rojnameger ji kar avêtin
11:04 KCD'ê bi 3 zimanan 1'ê Gulanê pîroz kir
11:03 Kose li dijî qarantînaya siyasî rêya sêyemîn pêşniyar kir
10:49 3 kesên xwestin bimeşin Taksimê hatin binçavkirin
10:32 Li Taksîmê mudaxaleyî çalakiya 1'ê Gulanê kirin: Çerkezoglu binçav kirin
09:32 Nexweşê Şewbê vegot: Heta nîşane neyên dîtin test nayên kirin
09:31 Di 7 mehan de 320 fezleke derbarê parlamenterên HDP’ê de hatin amadekirin
09:29 Di binçavan de gefa ‘Em ê hestiyên we bi postayê bişînin’
09:03 Ne dikare ji nava cihan rabe û ne jî dikare raze
09:02 3 girtiyên jin di karantînayê de ne: Nîşaneyên şewbê hene, lê test tunene
09:02 Xwîşka Aktaş: Li Îmraliyê polîtîkayeke taybet, bêqanûniyeke bêsînor heye
09:01 Li Hatayê fikare ji bo penaberan
09:01 Weqfa Baran Tûrsûn: Erka 'berdanê' ya polîsan betal bikin
09:01 Kamaç: Tekane rêya xelasiyê yekîtiya neteweyî ye
09:00 Rêwîtiya karkerên demsalî dest pê dike
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN
30/04/2020
19:17 Li Tirkiyeyê 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:03 Li Mêrdînê 1’ê Gulan pîroz kirin
16:02 HDP’iyên xwestin biçin Girtîgeha Şakranê hatin astengkirin
15:16 KCD,DBP: Em bêjin Efûya Çakici baştir e
14:40 Mevlude Haran jiyana xwe ji dest da
14:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin
13:36 HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin
13:18 Walîtiya Enqereyê: 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin
13:01 Mehmet E. yê ji îstîsmarê hatibû girtin li qawîşê mirî hat dîtin
12:52 TJA: Ji bo jiyanek mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê
12:37 Gunay: Ji her demê bêhtir pêwistiya gelên Tirkiyê bi Ocalan heye
12:00 Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Stêrk TV ji 1'ê Gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê dike
11:14 Yenî Şafakê kir hedef, Bîlgen jî berteka ‘îftîra û sextekariye’ da
10:59 HDP: Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne
10:41 Ji karkeran peyama 1’ê Gulanê: Azadî wê bi rêxistinbûnê were
10:30 Piştî Covît-19 li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin
10:09 Girtiyê nexweşîna penceşêrê: Ez diêşim dengê min bibihîzin
09:56 Sekreterê Giştî yê TTB'ê: Pêvajo sistiyê tehamul nake
09:30 Parêzer Kûzû: Kuştina Hemdanî encama polîtîkayên necezakirinê ye
09:19 Banga ji bo karkerên tekstîlê
09:18 Cotkar nizanin wê ji ber berazan çi bikin
09:17 Li Çelê dema çeltûkê dest pê kir
09:16 ‘Careke din agir bi dilê dê û bavê me dixin'
09:16 Di 14 salan de 403 kes bi destê polîsan hatine kuştin
09:15 Kurê girtiya 68 salî: Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?
09:14 Piştî şewbê tecrîda li ser zarokên girtî girantir bûye
09:14 Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin
09:13 'Tirkiye 21 sal in hiqûqê binpê dike'
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2020'AN
07:32 Nîvê şevê cenazeyê Kardaş ê HPG’yî defin kirin
29/04/2020
21:32 Banga SKM'ê ya ji bo 1'ê Gulanê
19:42 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane 3 hezarî derbas kir
17:50 Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye
16:36 Baroya Rihayê: Diyanetê sûc kiriye
16:21 'Dê lêpirsîn li kesên navê Jiyan xedexe kirin bê vekirin?'
16:09 Li Hevraza Kazanci bîranîna qurbaniyên 1’ê Gulanê: Em ê dest ji Meydanê bernedin
15:46 CÎSST’ê giliyên 68 girtîgehan rapor kir
15:25 Parlamentera HDP’ê û parêzeran negirtin girtîgehê
15:17 Meşvanên Zînî Wertê: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin
15:07 Rêxistina HDP’ê malbata Hemdan ziyaret kir
14:55 Jinan bertek nîşanî înfazê dan
14:44 Mazlûm Ebdî êrîşa Efrînê şermezar kir
14:35 Ji HDK’ê peyama 1’ê Gulanê: Em bibin yek wê ev pergal hilweşe
14:01 Ji bo girtîgehan 3 daxwazên bingehîn
13:24 Parlamentera HDP’ê Guzel vîrûsa li girtîgehan ji Wezîrê Dadê pirsî
13:00 Asayişê girseya xwestin bimeşin Zînî Wertê asteng kir
12:49 Li Tatosê bi dehan kes rakirin nexweşxanê
12:44 Başaran: Jin dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin
11:59 2 endamên TUHAY-DER’ê hatin binçavkirin
11:57 HDP: Divê ji bo Birêz Ocalan şert û mercên azad û ewle bên afirandin
11:42 DÎSA-DER bertek nîşanî qedexekirina navê Jiyan da
11:27 Rûpoş tenê gihişt 8 milyon welatîyî
11:19 Biryara neşopandinê ji bo şermezarkirina ‘Kaniya Aştiyê’ hat dayîn
10:53 Rojnameger Orûç ê girtî: Em bi ava cemidî serê xwe dişûn
10:51 Ocalan ji bo hemû kurdan peyam şand
10:36 Berhemên xwezayî yên Qersê li Enqereyê ne
10:12 Şêniyên Zînî Wertê: Em destûr nedin birakujiyê
09:24 Ulug: Pûtîn ji bajarên mezin bêzar e
09:21 Bîra Sûrê ya hatiye tunekirin xêz dike
09:20 Karkerên Înşeatê bê maske dişixulin
09:20 Pêşmergeyê PDK'ê yê berê: Em pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin
09:18 Di rojên coronayê û krîza aborî de rewşa weşanxaneyan
09:17 Şaredariya Qersê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û benda badan
09:17 Mûtlû Kaya: Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e?
09:16 Bi qanûna înfazê re rê li ber komkujiyê hat vekirin
09:15 ‘Mexdûrên veşarî’ yên şewbê zarokên in
09:15 Dest bi çandiniya şitlan hat kirin