Ocalan ji bo hemû kurdan peyam şand

  • rojane
  • 10:51 29 Nîsan 2020
  • |
img

RIHA - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê yekemîn car bi telefonê hevdîtin bi birayê xwe re kir, bal kişand ser Protokola 1982’yan a bi Herêma Kurdistana Federe kiribûn û ev peyam ji bo PKK, KDP û YNK’ê da: “Pêdiviya kurdan a ev der ji min re ye, ew der ji tereye tuneye. Pêdiviya kurdan bi aştî û yekitiyê heye.”

Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Gireva Îmraliyê tê girtin, piştî 21 salan yekem car bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir. Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş ên li heman girtîgehê dimîn in jî, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn. Hevdîtina telefonê ya Ocalan di 27’ê Nîsanê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir 20-25 deqan dewam kir.
 
Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, diyar kir ku li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê hevdîtina telefonê pêk anîn û dest nîşan kir birayê wî li ser 3 mijarên di rojevê hebûn nirxandin kirin. Mehmet Ocalan, da zanîn ku biraye wî Protokola 1982’yan a bi Herêma Kurdistana Federe îmzekiribûn bi bîr xist û peyama “Pêdiviya kurdan a ev der ji tere, ew der ji tere, tuneye. Pêdiviya kurdan bi aştî û yekitiyê heye” da.
 
PIŞTÎ 21 SALAN YEKEMÎN HEVDÎTIN
 
Mehmet Ocalan, anî ziman ku ew bi kurê xwe Omer Ocalan ê parlamenter, parêzerek û du wekîlên HDP’ê re çûne hevdîtinê, lê tenê ji bo wî destûra axaftinê hat dayîn. Mehmet Ocalan, da xuya kirin ku yekemîn car bû ku vî mafê xwe yê qanûnî bi kar tîne û wiha axivî: “Berê jî ji bo em biçin giravê em li kêştiyê siwar dibûn û di nîva rêde em paşve vedigerandin. Dîsa bi mehan hevdîtin pêk nedihatin. Di qonaxa heyî de, êdî bi salan me nekarî em biçin hevdîtinê. Ger dewlet bixwaze dikare hevdîtina telefonê jî temîn bike. Ev 21 salin ev mafê me yê qanûnî û demokratîk bi cih nayê. Herî dawî di 27’ê Nîsanê de saet 13.00’an yekemîn car me hevdîtina li ser telefonê kir. Hevdîtina me 20-25 deqan dewam kir. Dema ku min di telefonê de denge serok bihîst ez pir keyfxweş bûm. Çav û guhê gelê kurd jî li Girava Îmraliyê bû.”
 
'DI PÊŞEROJÊ DE REWŞ ÇI BIBE EZ NIZANIM'
 
Mehmet Ocalan anî ziman ku Serok Ocalan ewil diyar kir ku hevdîtina bike pir kin e û ji bo rojevê binirxînin dem têr nake û du dê li ser mijarê sereke bi axivive. Mehmet Ocalan da zanîn ku gotiye 'Ji ber şewbê gel der barê rewşa Serok de bi fikar in û rewşa wî meraq dikin. Serok jî got 'Rewşa tenduristiya min baş e. Lê di rojên pêş de çi bibe ez nizanim.' û bersîv daye." Mehmet Ocalan, anî ziman ku Ocalan li ser şewbê zêde ranewestiya zêdetir li ser rewşa Kurdan axivî. 
 
‘PÊDIVIYA KURDAN BI YEKITIYÊ HEYE’
 
Mehmet Ocalan, hevdîtina telefonê ya bi Ocalan re kir wiha vegot: “Dest pê kê ji min re got; ‘Dema me pir sînordare. Ji bo nirxandina rojevê demeke ma ya pir dirêj tuneye. Li ser mijarên pêwîst emê bi axivîn.’ Serok destpêkê pêşketinên li Kurdistana Federe rû didin nirxandin. Min ji serok re got di nava Qendîl, KDP û YNK’ê de pirsgirêkên mezin hene. Di rojeva gel de ev pirsgirêk hene. Dûre min got şewba vîrûsa koronayê heye. Behsa şewbê nekir. Serokatî herî zêde li ser pirsgirêkên di navbera Qendîl û Hikumeta Kurdistana Başûr de rewestiya. Em li ser vê rewşê axivin. Serokatî tekildarî geşedanên li Başûrê Kurdistanê got 'Ev polîtikayên Kurdan bi kurdan bidin şerkirin û kuştin e. Tu qezenca Kurdan di vê yekê de tune ye. Tu fêdeya van polîtîkayan ji bo gelê Tirkiyeyê jî tune ye. Divê ne PDK û ne jî YNK û ne jî tu partî u tevgerên kurdan nekevin nava hesabê ‘Vay emê şer bikin û dê li hemberî vê yekê dewletê bidin me' Ev nabe û nayê qebûlkirin. Divê yekîtiya neteweyî esas bigirin. 40 salin diviyabû yeketiya kurdan hebûye. Mirovên li wê derê dijîn kurdin. Ger xwîn birije, wê kes nekara ji bine vê yekê derbikeve. Ev peyama min hem ji bo Qendîlê û hem jî ji bo Hikumeta Herêmê ye. Dîsa ev peyama min ji bo malbata Barzanî, mablata Talabanî, şexsiyet û hemû kesên li Başûr dijîne. Pêdiviya kurdan bi şer û rijandina xwînê tuneye. Pêdiviya kurdan yekitiyê heye. Pêdiviya kurdan a ev der ji min re ye, ew der ji tereye tuneye. Pêdiviya kurdan bi aştî û yekitiyê heye.’ Li gorî min peyama herî mezin jî eve.”
 
PROTOKOLA SALA 1982’AN BI BÎR XIST
 
Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku Serokê PKK’ê Ocalan protokola 10 xalî ya ku di sala 1982’an de bi bavê Nêçîrvan Barzanî Îdrîs Barzanî re hatiye îmzekirin bi bîr xistiye û gotiye ku li gorî prtokolê divê êdî di navbera kurdan de xwîn û şer pêk neyê û ev tişt got: “Serok, got ku Hikûmeta Başûr, malbata Barzanî ya serokê hikûmetê, dîsa YNK ku piştgiriya hikûmetê dike û Celal Talabanî protokole qebûl kirine. Silav ji van malbatan re got. Serok ji hevalên Qendîlê re û malbatên Barzanî û Talabanî re jî got ku êdî rêjandina xwîna ya navbera kurdan nayê qebûlkirin; gel jî em jî qebûl nakin. Serok got ku heke li holê kêmasiyeke hebe divê ev bi diyalogê bê çareserkirin û aşitî pêk bê. Rêya yekitiye navbera kurdan ji Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur derbas dibe. Serok, ev jî got, ‘Divê êdî kurd li cihekî li hev bikin û pirsgirêkên di navbera xwe de bi diyalogê çareser bikin. Kesên ku vê bikin jî malbatên Barzanî û Talabanî û hevalên li Qendîlê ne. Hem hêviya gelê kurd hem jî hêviya me nerêjandina xwînê ya navbera kurdan e’.”
 
‘DIVÊ LI HER ÇAR PARÇEYAN RÊXISTINBÛN MEZIN BIBE’
 
Mehmet Ocalan bi lêv kir ku Rojava jî di rojeva Ocalan de bûye û têkildarî mijarê ev tişt ragihandin: “Ji bo Rojava got, ‘Bi qasî ku ez dibihîzim rewşa Rojava ne baş e jî ne xerab e jî’. Serok got ku partî û saziyên li Rojava rêxistinbûna demokratîk mezin nekirine, pir biçûk mane. Wê van biçûkan tu pisgirêk neyê çareserkirin, heta ku hêz çênebe wê çareserî bi pêş nekeve. Ji bo vê yekê divê rêxistinbûn hê bêtir bê kirin, di heman demê de divê li her çar parçeyan jî rêxistinbûn bê mezinkirin, di rewşeke rêxistinkirî û bi hêzbûnê de çareserî bi pêş bikeve. Serok wiha berdewam kir: ‘Lê em nêzikbûna bila dikkan biçûk be a min be qebûl nakin. Dikana biçûk ne ji bo kurdan ne jî ji bo gelên din pêwîst nîne. Divê dikan mezin be û herkes temsîliyeta xwe di wê dikanê de bibîne. Ev dikan ne ya netew û mezhebek e, partiya me vê tu carî qebûl nake. Bi ser netewe û mezhebe rêxistinbûn nabe. Ji bo yekitiya demokratîk, hûn bi ser partiyê pêşveçûnê çekin û mezin bikin wê ev ji bo we baş be’.”
 
‘HEKE TU BIBÎ HÊZ DIKARÎ PÊŞÎ LI XWÎNÊ BIGIRÎ’
 
Ocalan, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Li gorî texmînên min di nav van hêzan de hin kes rast li min nanêrin. Dibe ku baş nenêrin. Dinya alem dibîne ku ez 50 sal in çidikim. Ez û hevalên li cem min, di hucreyên xwe de heta ji destê me tê em ji bo hevalên xwe tiştên baş dikin. Ger kesên rast li min nenêrin hebin, ev ne raste, nayê qebûl kirin. Ev ne rast e, nayê qebûlkirin. Her tişt li holê ye. Tiştekî ku bê vaşertin tuneye. Li holê pirsgirêkeke mezin heye û dive herkes ji bo vê yeke bi awayekî rast bixebite. Li holê xwîneke ku tê rêjandin heye, heke tu bibî hêz dikarî pêşî li vê xwînê bigirî. Ji ber wê yekê divê herkes li ser vê bingehê têbikoşe û nêrîna wan ev be.”
 
Mehmet Ocalan, herî dawî ev tişt anî ziman: “Peyamên Serok ên di 3’ê adarê de çibin en niha jî heman peyam in. Kesên ku ji Serok bawer dikin divê van peyaman berfirehtir bigirin dest û bikin meriyetê. Herî dawî Serok ji hevalên girtîgehê û malbatên ku bedel dane re silavan şand. Dîsa got ku kesên ku min dipirsin û guhdar dikin re silavên min ji wan re bibêje.”
 
MA / Bariş Polat

Sernavên din

01/05/2020
15:40 Li 15 rêveberên DÎSK'ê 47 Hezar û 730 tl ceza birîn
15:13 Dayîkên Şengalê ji rêxistinên Kurdan xwestin peyama Ocalan rast binirxînin
14:42 Rojeva Cîhanê 1’ê Gulanê ye
14:32 Li Mexmûrê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
14:14 Qada Îstasyonê îsal vale ma
14:14 Rêveberiya Xweser a Sûrî 1’ê Gulanê pîroz kir
13:23 Li Wanê 14 kes hatin binçavkirin
13:15 Li Amedê 2 avahî xistin qerantînayê
13:00 Çelenga zerar dît gîhandin Bîrdariya Taksimê
12:59 Li Enqereyê bang kirin: Em li her derê ne
12:49 Ziyaretên girtîgehan heta 15 rojên din taloq kirin
12:33 Sancar: Tifaqa li dijî desthilatê bêyî HDP’ê nabe
11:52 Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan
11:32 Li Qada Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
11:31 Stêrk TV, li ser satalayta DVB-S2 dest bi weşanê kir
11:18 Tevî qedexeya derketina derve jî ji bo mafên xwe derketin derve
11:13 CNN Turkê 3 rojnameger ji kar avêtin
11:04 KCD'ê bi 3 zimanan 1'ê Gulanê pîroz kir
11:03 Kose li dijî qarantînaya siyasî rêya sêyemîn pêşniyar kir
10:49 3 kesên xwestin bimeşin Taksimê hatin binçavkirin
10:32 Li Taksîmê mudaxaleyî çalakiya 1'ê Gulanê kirin: Çerkezoglu binçav kirin
09:32 Nexweşê Şewbê vegot: Heta nîşane neyên dîtin test nayên kirin
09:31 Di 7 mehan de 320 fezleke derbarê parlamenterên HDP’ê de hatin amadekirin
09:29 Di binçavan de gefa ‘Em ê hestiyên we bi postayê bişînin’
09:03 Ne dikare ji nava cihan rabe û ne jî dikare raze
09:02 3 girtiyên jin di karantînayê de ne: Nîşaneyên şewbê hene, lê test tunene
09:02 Xwîşka Aktaş: Li Îmraliyê polîtîkayeke taybet, bêqanûniyeke bêsînor heye
09:01 Li Hatayê fikare ji bo penaberan
09:01 Weqfa Baran Tûrsûn: Erka 'berdanê' ya polîsan betal bikin
09:01 Kamaç: Tekane rêya xelasiyê yekîtiya neteweyî ye
09:00 Rêwîtiya karkerên demsalî dest pê dike
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN
30/04/2020
19:17 Li Tirkiyeyê 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:03 Li Mêrdînê 1’ê Gulan pîroz kirin
16:02 HDP’iyên xwestin biçin Girtîgeha Şakranê hatin astengkirin
15:16 KCD,DBP: Em bêjin Efûya Çakici baştir e
14:40 Mevlude Haran jiyana xwe ji dest da
14:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin
13:36 HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin
13:18 Walîtiya Enqereyê: 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin
13:01 Mehmet E. yê ji îstîsmarê hatibû girtin li qawîşê mirî hat dîtin
12:52 TJA: Ji bo jiyanek mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê
12:37 Gunay: Ji her demê bêhtir pêwistiya gelên Tirkiyê bi Ocalan heye
12:00 Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Stêrk TV ji 1'ê Gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê dike
11:14 Yenî Şafakê kir hedef, Bîlgen jî berteka ‘îftîra û sextekariye’ da
10:59 HDP: Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne
10:41 Ji karkeran peyama 1’ê Gulanê: Azadî wê bi rêxistinbûnê were
10:30 Piştî Covît-19 li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin
10:09 Girtiyê nexweşîna penceşêrê: Ez diêşim dengê min bibihîzin
09:56 Sekreterê Giştî yê TTB'ê: Pêvajo sistiyê tehamul nake
09:30 Parêzer Kûzû: Kuştina Hemdanî encama polîtîkayên necezakirinê ye
09:19 Banga ji bo karkerên tekstîlê
09:18 Cotkar nizanin wê ji ber berazan çi bikin
09:17 Li Çelê dema çeltûkê dest pê kir
09:16 ‘Careke din agir bi dilê dê û bavê me dixin'
09:16 Di 14 salan de 403 kes bi destê polîsan hatine kuştin
09:15 Kurê girtiya 68 salî: Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?
09:14 Piştî şewbê tecrîda li ser zarokên girtî girantir bûye
09:14 Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin
09:13 'Tirkiye 21 sal in hiqûqê binpê dike'
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2020'AN
07:32 Nîvê şevê cenazeyê Kardaş ê HPG’yî defin kirin
29/04/2020
21:32 Banga SKM'ê ya ji bo 1'ê Gulanê
19:42 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane 3 hezarî derbas kir
17:50 Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye
16:36 Baroya Rihayê: Diyanetê sûc kiriye
16:21 'Dê lêpirsîn li kesên navê Jiyan xedexe kirin bê vekirin?'
16:09 Li Hevraza Kazanci bîranîna qurbaniyên 1’ê Gulanê: Em ê dest ji Meydanê bernedin
15:46 CÎSST’ê giliyên 68 girtîgehan rapor kir
15:25 Parlamentera HDP’ê û parêzeran negirtin girtîgehê
15:17 Meşvanên Zînî Wertê: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin
15:07 Rêxistina HDP’ê malbata Hemdan ziyaret kir
14:55 Jinan bertek nîşanî înfazê dan
14:44 Mazlûm Ebdî êrîşa Efrînê şermezar kir
14:35 Ji HDK’ê peyama 1’ê Gulanê: Em bibin yek wê ev pergal hilweşe
14:01 Ji bo girtîgehan 3 daxwazên bingehîn
13:24 Parlamentera HDP’ê Guzel vîrûsa li girtîgehan ji Wezîrê Dadê pirsî
13:00 Asayişê girseya xwestin bimeşin Zînî Wertê asteng kir
12:49 Li Tatosê bi dehan kes rakirin nexweşxanê
12:44 Başaran: Jin dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin
11:59 2 endamên TUHAY-DER’ê hatin binçavkirin
11:57 HDP: Divê ji bo Birêz Ocalan şert û mercên azad û ewle bên afirandin
11:42 DÎSA-DER bertek nîşanî qedexekirina navê Jiyan da
11:27 Rûpoş tenê gihişt 8 milyon welatîyî
11:19 Biryara neşopandinê ji bo şermezarkirina ‘Kaniya Aştiyê’ hat dayîn
10:53 Rojnameger Orûç ê girtî: Em bi ava cemidî serê xwe dişûn
10:51 Ocalan ji bo hemû kurdan peyam şand
10:36 Berhemên xwezayî yên Qersê li Enqereyê ne
10:12 Şêniyên Zînî Wertê: Em destûr nedin birakujiyê
09:24 Ulug: Pûtîn ji bajarên mezin bêzar e
09:21 Bîra Sûrê ya hatiye tunekirin xêz dike
09:20 Karkerên Înşeatê bê maske dişixulin
09:20 Pêşmergeyê PDK'ê yê berê: Em pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin
09:18 Di rojên coronayê û krîza aborî de rewşa weşanxaneyan
09:17 Şaredariya Qersê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û benda badan
09:17 Mûtlû Kaya: Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e?
09:16 Bi qanûna înfazê re rê li ber komkujiyê hat vekirin
09:15 ‘Mexdûrên veşarî’ yên şewbê zarokên in
09:15 Dest bi çandiniya şitlan hat kirin