Sekreterê Giştî yê TTB'ê: Pêvajo sistiyê tehamul nake

  • rojane
  • 09:56 30 Nîsan 2020
  • |
img
ENQERE - Sekreterê Giştî ye TTB'ê Dr. Bulent Nazım Yilmaz, plana hikûmetê ya piştî cejnê her tiştî asayî û normal bike rexne kir û got "Hêj mirov nikare zelal bêje şewb hatiye kontrolkirin. Di vê rewşê de pêvajo nikare sistbûn û normalbûnê qebûl bike. Ku sist bibe dê dîsa şewb belav bibe." 
 
Li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa corona (Covid-19) heta niha li Tirkiyeyê 3 hezar û 81 kes mirin. 117 Hezar û 589 kes jî bi şewbê ketin.  Her rojê nêzî 100 mirov ji ber şewbê dimirin. Çend roj berê Serokomar Tayyip Erdogan got em ê piştî remezanê 2 cejnan bi hevre pîroz bikin û dê her tişt asayî bebe. Hikumeta AKP'ê dixwaze her tiştî asayî bide nîşan. Sekreterê Giştî yê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Dr. Bulent Nazım Yilmaz li ser pêvajoya şewbê ji ajansa me ya Mezopotamya re axivî. 
 
Yilmaz, anî ziman ku li qadê kar dikin û li gorî çavdêriyên wan hêjmara nexweşan kêm bûye û wiha got: "Divê em li gorî dane û çavdêriyên zanistî nêzîk bibin. Me gelek caran ji Wezareta Tenduristiyê daneyên zanistî xwest. Lê me encam negirt. Niha der barê tabloya şewbê de em tam ne xwedî agahî ne. Divê li gorî bajaran, li gorî temen, li gorî kesên jiyana xwe ji dest dan û nexweyiyên wan ên din em xwedî agahî bin. Dibe ku li Stenbolê şewb hatibe sînorkirin. Lê ji bo bajarê din dibe ku ne wisa be. Ji mere agahiyên cuda tên. Ji ber ku agahî ne zelal in en nikarin agahiyan parve bikin. Em niha nizanin şewb ber bi kijan alî ve diçe." 
 
'XUYA YE KU DEWLET DIXWAZE PIŞTÎ CEJNÊ HER TIŞTÎ ASAYÎ BIKE'
 
Yilmaz, da zanîn ku hikûmet û dewlet xuya ye ku dixwaze piştî cejnê her tiştî asayî bike û wiha axivî: "Divê mirov di vê mijarê de sist tev negere. Divê bername û plan pir zelal bê parvekirin. Divê tedbîran ji dest bernedin. Ji ber ku dîsa rîska vê şewbê zêde belav bibe heye. Niha mirov nikare bêje şewb hatiye ketiye kontrolê. Ji ber vê yekê mirov nikare sist bigire. Ji ber vê yekê tehamula pêvajoye ya sistiya tedbîran tune ye. Îro zêdeyî 3 hezar mirov ji ber şewbê mirin. Lê em dizanin ku gelek mirovên testa wan nehatin kirin û ji ber vîrûsa Covîtê mirin jî hene. Ji ber vê yekê em nikarin hêjmarê zelal bêjin. Em dikarin bêjin mirinên bi şik û guman wekî mirana ji ber vîrûsê nehat qebûlkirin." 
 
Yilmaz, anî ziman ku malzemeyên parastinê ewil pir kêm hatin belavkirin û tedbîrê parastinê baş nehatin girtin û wiha got: "Ji bo tedbîr bên girtin û malzemeyên parastinê em têkoşiyan. Me ji Wezareta Tenduristiyê xwest, piştî wê di nexweşxaneyên cemaweriyê de hin piştektin çêbû. Li nexweşxaneyên taybet û kargeriyan hevalên me yên xizmetkarên tenduristiyê hêj bi zor û zahmet xwe digînin malzemeyên parastinê. Em carek din diyar dikin ku li cem hevalên xwe ne. Me ji wezaretê xwest ku hevalên me yên ji kar hatine avêtin dîsa li kar vegerin. Me xwest nexweşxaneyên taybet têxis xizmeta cemaweriyê. Heta 3 mehan teqawîtkirina hevalên me yên xizmetkarên tenduristiyê hatin qedexekirin. Destûra wan jî hat qedexekirin. Karker jî dikarin rojê bi heqê 39 TL derkevin destûrê. 
 
QEDEXEYA DERKETINA KOLANAN BIRYARA SIYASÎ YE
 
Yilmaz, anî ziman ku qedexeya derketina kolanan a dawiya hefteyê jî biryarek siyasî ye û wiha got: "Ev ne ji bo tedbîrên li dijî şewbê ye. Qedexe anîn roja 1'ê Gulanê. Ev yek em xistin nava fikaran. Ji ber wê rojê dê li çar aliyan karker derkevin kolanê û mafê xwe bixwazin. Bi vê qedexeyê rê li pêş pîrozkirina 1'ê Gulanê girtin. Mixabin di 1'ê Gulana 2020'an de em dibînin ku cudakariya di nava çînan de heye. Em dibînin ku ev bi destê îqtîdarê pêk tê. Newekheviya di nava çînan de, di heman demê de newekheviya di navbera tenduristiyê de ye. 1'ê Gulanê qedexe ne qedexe, divê her kes fikrên xwe parve bikin. divê bêtir li mafên xwe xwedî derkevin." 
 
MA / Zemo Aggoz
 
 
 

Sernavên din

01/05/2020
15:40 Li 15 rêveberên DÎSK'ê 47 Hezar û 730 tl ceza birîn
15:13 Dayîkên Şengalê ji rêxistinên Kurdan xwestin peyama Ocalan rast binirxînin
14:42 Rojeva Cîhanê 1’ê Gulanê ye
14:32 Li Mexmûrê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
14:14 Qada Îstasyonê îsal vale ma
14:14 Rêveberiya Xweser a Sûrî 1’ê Gulanê pîroz kir
13:23 Li Wanê 14 kes hatin binçavkirin
13:15 Li Amedê 2 avahî xistin qerantînayê
13:00 Çelenga zerar dît gîhandin Bîrdariya Taksimê
12:59 Li Enqereyê bang kirin: Em li her derê ne
12:49 Ziyaretên girtîgehan heta 15 rojên din taloq kirin
12:33 Sancar: Tifaqa li dijî desthilatê bêyî HDP’ê nabe
11:52 Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan
11:32 Li Qada Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
11:31 Stêrk TV, li ser satalayta DVB-S2 dest bi weşanê kir
11:18 Tevî qedexeya derketina derve jî ji bo mafên xwe derketin derve
11:13 CNN Turkê 3 rojnameger ji kar avêtin
11:04 KCD'ê bi 3 zimanan 1'ê Gulanê pîroz kir
11:03 Kose li dijî qarantînaya siyasî rêya sêyemîn pêşniyar kir
10:49 3 kesên xwestin bimeşin Taksimê hatin binçavkirin
10:32 Li Taksîmê mudaxaleyî çalakiya 1'ê Gulanê kirin: Çerkezoglu binçav kirin
09:32 Nexweşê Şewbê vegot: Heta nîşane neyên dîtin test nayên kirin
09:31 Di 7 mehan de 320 fezleke derbarê parlamenterên HDP’ê de hatin amadekirin
09:29 Di binçavan de gefa ‘Em ê hestiyên we bi postayê bişînin’
09:03 Ne dikare ji nava cihan rabe û ne jî dikare raze
09:02 3 girtiyên jin di karantînayê de ne: Nîşaneyên şewbê hene, lê test tunene
09:02 Xwîşka Aktaş: Li Îmraliyê polîtîkayeke taybet, bêqanûniyeke bêsînor heye
09:01 Li Hatayê fikare ji bo penaberan
09:01 Weqfa Baran Tûrsûn: Erka 'berdanê' ya polîsan betal bikin
09:01 Kamaç: Tekane rêya xelasiyê yekîtiya neteweyî ye
09:00 Rêwîtiya karkerên demsalî dest pê dike
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN
30/04/2020
19:17 Li Tirkiyeyê 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:03 Li Mêrdînê 1’ê Gulan pîroz kirin
16:02 HDP’iyên xwestin biçin Girtîgeha Şakranê hatin astengkirin
15:16 KCD,DBP: Em bêjin Efûya Çakici baştir e
14:40 Mevlude Haran jiyana xwe ji dest da
14:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin
13:36 HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin
13:18 Walîtiya Enqereyê: 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin
13:01 Mehmet E. yê ji îstîsmarê hatibû girtin li qawîşê mirî hat dîtin
12:52 TJA: Ji bo jiyanek mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê
12:37 Gunay: Ji her demê bêhtir pêwistiya gelên Tirkiyê bi Ocalan heye
12:00 Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Stêrk TV ji 1'ê Gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê dike
11:14 Yenî Şafakê kir hedef, Bîlgen jî berteka ‘îftîra û sextekariye’ da
10:59 HDP: Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne
10:41 Ji karkeran peyama 1’ê Gulanê: Azadî wê bi rêxistinbûnê were
10:30 Piştî Covît-19 li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin
10:09 Girtiyê nexweşîna penceşêrê: Ez diêşim dengê min bibihîzin
09:56 Sekreterê Giştî yê TTB'ê: Pêvajo sistiyê tehamul nake
09:30 Parêzer Kûzû: Kuştina Hemdanî encama polîtîkayên necezakirinê ye
09:19 Banga ji bo karkerên tekstîlê
09:18 Cotkar nizanin wê ji ber berazan çi bikin
09:17 Li Çelê dema çeltûkê dest pê kir
09:16 ‘Careke din agir bi dilê dê û bavê me dixin'
09:16 Di 14 salan de 403 kes bi destê polîsan hatine kuştin
09:15 Kurê girtiya 68 salî: Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?
09:14 Piştî şewbê tecrîda li ser zarokên girtî girantir bûye
09:14 Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin
09:13 'Tirkiye 21 sal in hiqûqê binpê dike'
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2020'AN
07:32 Nîvê şevê cenazeyê Kardaş ê HPG’yî defin kirin
29/04/2020
21:32 Banga SKM'ê ya ji bo 1'ê Gulanê
19:42 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane 3 hezarî derbas kir
17:50 Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye
16:36 Baroya Rihayê: Diyanetê sûc kiriye
16:21 'Dê lêpirsîn li kesên navê Jiyan xedexe kirin bê vekirin?'
16:09 Li Hevraza Kazanci bîranîna qurbaniyên 1’ê Gulanê: Em ê dest ji Meydanê bernedin
15:46 CÎSST’ê giliyên 68 girtîgehan rapor kir
15:25 Parlamentera HDP’ê û parêzeran negirtin girtîgehê
15:17 Meşvanên Zînî Wertê: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin
15:07 Rêxistina HDP’ê malbata Hemdan ziyaret kir
14:55 Jinan bertek nîşanî înfazê dan
14:44 Mazlûm Ebdî êrîşa Efrînê şermezar kir
14:35 Ji HDK’ê peyama 1’ê Gulanê: Em bibin yek wê ev pergal hilweşe
14:01 Ji bo girtîgehan 3 daxwazên bingehîn
13:24 Parlamentera HDP’ê Guzel vîrûsa li girtîgehan ji Wezîrê Dadê pirsî
13:00 Asayişê girseya xwestin bimeşin Zînî Wertê asteng kir
12:49 Li Tatosê bi dehan kes rakirin nexweşxanê
12:44 Başaran: Jin dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin
11:59 2 endamên TUHAY-DER’ê hatin binçavkirin
11:57 HDP: Divê ji bo Birêz Ocalan şert û mercên azad û ewle bên afirandin
11:42 DÎSA-DER bertek nîşanî qedexekirina navê Jiyan da
11:27 Rûpoş tenê gihişt 8 milyon welatîyî
11:19 Biryara neşopandinê ji bo şermezarkirina ‘Kaniya Aştiyê’ hat dayîn
10:53 Rojnameger Orûç ê girtî: Em bi ava cemidî serê xwe dişûn
10:51 Ocalan ji bo hemû kurdan peyam şand
10:36 Berhemên xwezayî yên Qersê li Enqereyê ne
10:12 Şêniyên Zînî Wertê: Em destûr nedin birakujiyê
09:24 Ulug: Pûtîn ji bajarên mezin bêzar e
09:21 Bîra Sûrê ya hatiye tunekirin xêz dike
09:20 Karkerên Înşeatê bê maske dişixulin
09:20 Pêşmergeyê PDK'ê yê berê: Em pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin
09:18 Di rojên coronayê û krîza aborî de rewşa weşanxaneyan
09:17 Şaredariya Qersê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û benda badan
09:17 Mûtlû Kaya: Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e?
09:16 Bi qanûna înfazê re rê li ber komkujiyê hat vekirin
09:15 ‘Mexdûrên veşarî’ yên şewbê zarokên in
09:15 Dest bi çandiniya şitlan hat kirin